Konferansa Navenda
Havîbûnê li ser Kerkûkê
Dr. Zorabê Bûdî ALOIAN
Yek ji navendên lêkolîn û weşanên kurdî,
yên li Ewropayê xebata hêja dikin, navê Havîbûnê,
ango xerîbiyê, li xwe kiriye. Ew bi piştovaniya
zanayên Kurd kovareke zanistî diweşîne û konfernasên
bi serencem amade dike. Heyf û mixabin, ji ber bikaranîna
tîpên erebî nivîsên vê Navendê, her wek tevaya jiyana
rewşenbîrî li Başûr û Rojhilat nagihîjine
welatparêzên Bakur, Rûsiya û Ewropayê. Wisa xuya
ye, ku tîpên erebî bûne bingeheke xwezanîna gelê
me li Başûr û em bikin-nekin, cudahiya alfabêtan
wê veqetandina ramyarî di navbera Kurdan de xurtir
bike. Di vî rewşa destçêkirî de kar û barên
kesên, yên herdu alfabêtan dizanin, ev e, ku pireke
ragihandinê ji xwendevanên Kurd re ava bikin.
Babeta Kerkûkê tucar giringiya xwe winda nake:
ev mîna Mahabad, Amed û Dêrsîmê nîşana serkeftin
yan têkçûna projeya me ya neteweyî ye. Cihê gotinê
ye, ku ligor pêşniyaza fermî ya Partiya Demokrata
Kurdistan, Kerkûk wek paytexta herêma Kurdistanê
di naveroka Federasyona Îraqê de hatiye destnîşankirin.
Serokatiya hukumeta Başûr li Hewlêrê gelek
caran ji Tirkan û Ereban re zelal kiriye, ku ew
Kerkûkê tenê di nav sînorên Kurdistanê de temaşe
dike. Herweha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan
û hukumeta Başûr li Silêmaniyê têdikoşin,
ku taybetmendiya pirsa Kerkûkê ji raya navneteweyî
re şirove bikin.
Lewma min bi dil û can daxwaza rêvebirên Havîbûnê
pejirand û ez wek moderator li Konferansa “Siyasetî
Paksazî Nejadî Rejîmî Îraq le Nawçeyî Kerkûk da”
beşdar bûm. Ev konferansa han li Berlînê, bi
amadebûna 70-80 zana û siyasetmedarên Kurd û hinde
dostên Kurdan derbas bûbû.
Di avahiya Konferansê de çavên mêvanan li pirtûkên
hewas li ser ramyar û wêjeya Kurdistanê diketin.
Wek mînak, ezê tenê navên van pirtûkan hildim: “Hasankeyf
darf nicht untergehen” û “Die Zerstörung Kurdistans:
GAP” (bi almanî), “Îraq û tawanî cînosayd” (bi kurdî
û erebî), “Jiyannîgariya Ebdurrizaq Bedirxan”, “Dibêjin”
(çîrok û çîvanokên Sebrî Botanî) û dîwanên helbestvanan.
Konferans bi bîranîna şehîdên şoreşa
tevaya Kurdistanê destpêbû. Piştre, amadekarên
Konferansê Mohsen Osman û Salimê Casim civînê bi
fermî vekirin û nîgareke giştî ji guhdaran
re bi eşkere kirin: Mijara Kerkûkê bûye şergehek
di navbera Kurdan û dagîrkeran de. Eger ji bo me
Kerkûk navendeke dîrokî, giyanî, stratejî û aborî
ye, ji Ereb û Tirkan re bixudankirina Kerkûkê îro
ji ber niftê û sibê ji ber avê girîng e.
Piştre, Wezîrê Herêmê yê Hukumeta Başûr
li Hewlêrê Felekeddîn Kakeyî, yê bi xwe jî xelkê
Kerkûkê ye, bi kurtî mijarên dijwar cixîz kirin
û got: erebandina navçeyên Başûr siyaseta Dewleta
Îraqê ye. Ligor Felekeddîn Kakeyî, derdê me mezin
ne Seddam e, gewretirîn dijberê me şovenîzma
Ereban e. Lewma ne behetî ye, ku di salên şerê
Îraq û Îranê de jî erebkirina Kerkûkê ranediwestiya.
Îro Beesî goristanan jî diguhêzin û gorê Ereban
ji Başûrê Îraqê diînine Kerkûk, Xaneqîn û Mendelî.
“Carinan Ereb dibejine me: Belê, çi dibe bila bibe,
lê ev Erebên nûhatî êdî 30 sal e, ku li Kerkûkê
dijîn û kar dikin, zarokên wan li wir ji dayîk bûne,
gelo gunehên wan li himber Kurdan çi ne? Gelo mafê
wan nîne, ku jiyana xwe li Kerkûkê dewam bikin.
Ez herdem bersiveke wisa didime wan: Eger hûn bi
vî rengî diaxivin, mafê Îsrayîliyan jî heye, ku
Erebên Filestînê bê welat bihêlin!”
Bi dû silavgotina Felekeddîn Kakeyî re, sê panelên
Konferansê pey hev çê bûn. Her panelek bi saza Ekrem
Xamoş ve destpê dibû û ji sê-çar peyamdaran
(bi giştî, deh peyamdar) pêk dihat. Piştî
her panelekê, beşdar û mêvan diketine gengeşeyan
û rewşa Kerkûk û hemû Kurdistanê dinirxandin.
Dr. Azad Şêxanî siyaseta derxisitna Kurdan
ji Kerkûkê anî zimên û nîşan kir, ku rejîma
Seddam ji ber sê sedeman berî Kurdên Kerkûkê dida:
1) eger neferekî malbatê li derveyî bajêr dijî;
2) eger kesek di malbatê de pêşmerge ye û 3)
eger di tarek yan navçeyekî de rêjeya Kurdan pir
zêde ye. Bi dîtina Azad Şêxanî, em pêwîst e,
belgeyên Îsmet Şerîf Vanlî ji xwe re bikin
bingeh, yê di dema xwe de hejmara xwendekarên Kerkûkê
û statîstîka niştecihên vê herêmê dabû ber
hev. Belê, ji bo me Kurdan tenê rewşa demografiyê
di sala 1957an de, berî Şoreşa Îraqê ya
Temmûza (Tîrmeha) 1958an, çareserî ye. Herweha Azad
Şêxanî nimûneyên teknîkî ji erebandina Kerkûkê
pêşkêşî guhdaran kirin: herçend endaziyarên
Îraqê riya trombêlan di navbera Kerkûk û Silêmaniyê
de pêşniyar dikirin, hukumeta Îraqê, ya siyaseta
apartheyda Afrîka Başûr dubare dikir, riya
Kerkûk-Bexdayê ava kir.
Wêjenerê navdar Hemeseyîd Hesen li ser du romanên
di derheqa Kerkûkê de rawestiya û bi eşkere
kir, ku dijberên stratejîk – wek Îsrayîl û Ereb
li Qudsê (Yerûşalîmê) – berjewendiya romanan
ji bona bidestxistinên herêman gelek baş têgehîştine.
Belê, rista helbestan jî di şoreşan de
mezin e, lê helbest ji soz û dilgermiyê têne afirandin.
Roman ne mîna helbestan in: ew şêwayên mecazî
bi kar diînin, lê sedemên dîrokî û şaristanî
herdem di ber çavan re derbas dikin. “Romannivîs
ser kaxeza spî nanivîse: çi bixwaze, binivîse. Her
rûpeleke romanê giranbuha ye û bi xewnan, xwîn,
zordarî, bizûtneweyên gelan û pêşbîniyên nihênî
ve dihête xemilandin. Eger wisa ye, eger Kerkûk
rista sereke di herdu romanan de dilîze, em divêt
hemû faktoran hevber bikin û bizanin, çima dema
em li Kêrkûkê bîr dikin, neyarên me kîna me digirin”.
Necatî Abdullah, lêkolînerê Kurd ji Firansayê,
çavkaniyên Rojhilatnasan tomar kirin û daxuyaniyên
Ewropiyan (xasime, Firansiyan) di derbarê bineliyên
Kerkûkê de diyar kirin. Ewî du teoriyên hatina Tirkmanan
bi eşkere kir: 1) Tirkmanên Kerkûkê ji serdema
êrîşên Selcûkan dijî Bexdayê li wir dijîn;
2) Merivên Tirkziman di çerxa Sultan Murad de hatine
bajar û bajarokên Kurdistana Başûr, çûnke li
gundên der-dora Kerkûkê hemû Kurd bûn. Bi sedan
salan, zorbeya belgeyên Friansiyan û Ewropiyên din
guman nakin, ku Kerkûk navenda navçeya Şehrezûrê
û beşeke Kurdistanê ye. Hinde mêvanên Konferansê
pîrozkirina têkstên Ewropiyan rexne kirin. Wisa
helbestvan Kirmanc Harîkî got: “Dîroknasên Kurd
gelek dilpak in û bi şêwayekî objektîv dîroka
Rojhilatê temaşe dikin. Lê hesta kurdîniyê
ji me dixwaze, ku em ji bîr nekin: hemû belgeyên
Rojavayê di xizmeta siyaseta wan dewletan de bûn
û çavkaniyên firansî, înglîzî yan amerîkî riya dagîrkirina
Rojhilata Navîn dişon. Herweha, di ferhenga
Tirk û Ereban de peyva “objektîv” hatiye windakirin:
Ew bi armanca standina Kerkûkê karûbarên akademî
dikin”. Bersiva Necatî Abdullah ev bû, ku ew hesta
kurdîniyê dide alîkî, belgeyên nivîsî tomar dike
û di çarçoveya zanistiyê de lêkolînan çê dike. Herweha
Necatî Abdullah got, ku têgîna “paksaziya etnîkî”
(ethnic cleansing) ji “paksaziya nejadî” rastûdirûsttir
e, lê piraniya mêvanan nêrîna wî red kir.
Dîroknasê bi navûdeng Dr. Cebar Qadir, yê bi xwe
jî li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye, sêmînara “Siyasetî
Perawêzkirdinî Kurd Le Kerkûk da” pêşkêş
kir û li ser bingeha belgeyên dîrokî bala Kurdan
kişande ser vê xalê: Eger pêkhatina şehrên
Kurdan bi pilaneke dirêjxayan bê guhastin, pêşeroja
Kurdan wek netewe namîne. Baweriya Dr. Cebar Qadir
ev e: “Bila Tirkman deh salan jî li Kerkûkê bijîn
– ne sêsed yan çarsed salan – dîsan jî mafên wan
ji bo perwerdeya ziman û parastina çanda xwe heye,
lê bi mercekî: Di naveroka Kurdistanê de. Kurd milletekî
vekirî ye û rêza daxwazên kêmneteweyan digire. Mixabin,
problema mezin Dewleta Tirk e, ya li bin perdeyên
parastina stabîlîteta Rojhilata Navîn dixwaze Kerkûkê
têke bin destê xwe. Gava bêdadiya Tirkan bi ser
ket, wê %10 Tirkman mafên %70 Kurdên Kerkûkê pêpes
bikin û heta ziman û çanda me jî tune bikin. “Tirkman
herdem dibêjin: li Kerkûkê Tirk ji Kurdan pêtir
bûn, paşê Kurd ji gundan kişiyan û bajêr
kirine bin destên xwe. Ez jî pirseke weha didime
wan: Gelo ew Kurd ji kîjan gundan hatibûn? Ma ew
ji ezmanan yan ji biyabanên dûr hatibûn? Na, ew
Kurdên gundên der-dora Kerkûkê bûn, çûnke gundiyên
herêma Şehrezûrê Kurd bûn. Tirkman li bajarê
Kerkûkê cih-war bûbûn, çûnke hinde ji wan bi yekîniyên
leşkerî re hatibûn, yên din jî wek karmendên
Osmanî di îdareta sencaqa Kerkûkê de cihê xwe girtibûn”.
Lêbelê, metirsiya me hem dagîrkirina Tirkan e, hem
jî rejîma Bees e: ew herdu sînorên Kurdistanê teng
dikin. Ji ber ku birêvebirên Bexdayê siyaseta Înglîzan
didomînin, her hukumeteke nû wê hewl bide, ku hejmara
Kurdan li Kerkûkê kêm bike.
Yek ji guhdaran got: çima em serê xwe dixapînin
û wisa dipeyvin, her wekî Tirk û Tirkman ji hevdu
cuda ne. Nexêr, armanca Tirkmanan û xeyala Tirkan
yek e: Kurdqiraniyekê pêk bînin, Kerkûkê ji me bistînin
û çawa li Bakur, wisa jî li Başûr pişta
Kurdan bişkênin. Mêvanekî Ereb, ji Partiya
Komûnîstan, destnîşan kir, ku bi rastî jî rejîma
Bexdayê siyaseta Înglîzan dixebitîne: Siyaseta Înglîzan
hem wek celladek ser serê gelê Kurd sekiniye, hem
jî hûrkirina hemû civakên Rojhialta Navîn û avakirina
civakên destçêkirî amade dike. Bi vî awahî tevaya
Rojhilatê li bin bandora wan wê bimîne û dutîretiya
Kurdan û Ereban bi dawî nabe.
Peyama Huseyn Resûl Sergeranî, yê bi çek karên
PDK dikir û niha li Berlînê kovareke Partiya Sosyalîstî
Demokrat diweşîne, bi gêjkirina mejiyên zarok
û minalên Kerkûkiyan ve girêdayî bû. Huseyn Resûl
bi xwe li ser sînora Kerkûkê, li Sergeranê hatiye
dunyayê, û bêguman rewşa herêma xwe rind dizane.
Ewî basa zexta dijî şagirt û xwendevanên Kurd
kir û yeko-yeko mînakên berbiçav anî zimên. Ew li
ser belabûna îdeolojiya genî ya Kemalîstan li nav
hinde Tirkmanan rawestiya û got: Mamosteyên Tirkman
li Kerkûkê bi lêdan û zordariyê zarokên Kurdan fêrî
sirûda Dewleta Tirkiyê dikirin. Piştre, hukumeta
Îraqê navên dibistanan guhart û navên erebî-beesî
li wan kir. Bi gotina Huseyn Resûl, Kurdên Kerkûkê
hem ji zexta Kemalîstan, hem jî ji bêdadiya Ereban
cefê dikişînin.
Romannivîs û wêneçêkê temendirêj Abdullah Serrac
cara yekem di jiyana xwe de ne li ser edebiyat û
hunerê axivî, lê dîroka siyaseta dijmin li himber
Kurdên bajarê wî – Kerkûkê – şirove kir. Bi
texmîna Abdullah Serrac: “Tirsa min heye, ku îro
em nikarin dawa hemû herêmên Başûr bikin, yên
Mustefa Barzaniyê rehmetî ji bona xweseriya (autonomiya)
Kurdistanê dixwast. Gelek herêm êdî bi seranser
hatine erebkirin, herêmên din jî îro ji destên Kurdan
derdikevin”. Di wextê gengeşeyan de, Muhammad
Salih Amêdî bala herkesî kişande alavên dadwerî.
Ligor nêrîna wî, zemanê me pir kêm e, ku em tenê
bi dîroka buhurî ve mijûl bibin. Em Kurd gerek e,
pilaneke hişk û realîst bidin ber xwe û bi
piştgiriya biryardarên Rojavayê mafên penaberên
Kurd ji Kerkûkê û mafên vegerandina wan bikine rojevê.
Dr. Nûrî Talebanî, yê li Rojavayê wek “parêzerê
Kurd û Kurdistanê” tê nasîn, di peyama xwe de destpêka
paksaziya nejadî li Kerkûkê nîgar kir û got: Piştî
sala 1963an nasyonalîstên Ereban bi tengavî têgehîştin,
ku li Kerkûkê, li vê navenda petrolê, Ereb gelek
kem bûn. Erebandina vê herêma dîrokî, ya bi Zagrosê
ve girêdayî ye, gelek merhelan derbas bûbû: qelpkirina
(manîpûlasyona) dîrok û statîstîkayê, anîna kolonîstên
Ereb û gorên miriyên wan ji Îraqa Başûr. Herweha,
Dr. Nûrî Talebanî bi firehî li ser opozîsyona Îraqê
ya parvekirî û statûya Kerkûkê peyvî. Ewî got, ku
eger em koka wan vekolînin û desthilatxwaziya wan
di ber çavan re derbas bikin, emê bibînin, ku şeş
hêzên dijî Seddam ava bûne:
1) Nasyonalîstên Ereb, yên dijî hukumeta niha
ne, lê raman û bêferiya Beesiyan dipejirînin. Ne
dûr e, ku ew kêfxweş dibin, ku demografiya
Kerkûkê tê guhastin;
2) Hêzên Tirkmanan, di nav kîjanan de sê komên
curbicur hene: a) xizmetkarên Komara Tirkiyayê,
yên Mûsil û Kerkûk wek bajarên Tirkan mêze dikin
û heta ji Asûriyan jî dibêjin “Hûn Tirk in”; b)
Tirkmanên Îslamîst, yên xwe wek Îraqî dibînin û
Kerkûk çawa bajarekî hevbeş yê Misilmanên Tirkman
û Kurd destnîşan dikin; c) çendik-çend grûpên
xêrxwaz, yên nas dikin, ku Kurdistan welatek e,
lê statûyeke taybetî ji bona Kerkûkê dixwazin;
3) Şiîyên Îslamîst, yên tevaya Îraqê wek
welatekî Mislimanên pirnejad temaşe dikin.
Ew hebûna Kurdistanê red nakin, lê sînorên Kurdistanê
ji bona wan ne girîng in: Serî ew e, ku Îraq ji
keda Misilmantiyê pêşda biçe;
4) Hêzên Aşûrî-Kildaniyan, di nav kîjanan
de du îdeolojî çê bûne. Hindek ji wan, dostên Beesiyan
û Sunniyan, erebandina Kerkûkê normal dibinin, lê
gava em basa Kurdistanê dikin, yekcar bêzar dibin.
Li himber wan, Aşûrî-Kildaniyên Kurdistanê,
yên di naveroka Parlamana Kurdistana Başûr
de mafên xwe diparêzin, pêşeroja Kerkûkê mîna
me mêze dikin;
5) Komên Lîberal, yên bi xwe parçekirî ne: Gelek
ji wana (ne hemû) ji prensîpa Federasyona Îraq-Kurdistanê
re vekirî ne û bi dilronî Kerkûkê wek navendeke
Kurdistanê binav dikin;
6) Fermandarên reviyayî, çekdar û berdevikên artêşa
Îraqê: Ew xwe bêdeng dikin, lê xuya ye, ku erebandina
Kerkûkê bi dilê wan e.
Di dawiyê de Dr. Nûrî Talebanî got: “Çareserî
tenê ev e, ku rêxistinên Kurdan bi hev re stratejiya
neteweyî bimeşînin. Roja Kurd bûne yek, herkes
wê rêza me bigire û amade be, di mesela Kerkûkê
de peymanek digel me biqedîne”.
Bi dû Dr. Nûrî Talebanî re, Hemeceza Salih peyama
xwe pêşkêşî guhdaran kir. Hemeceza Salih
bi riya xebitandina wêne û materiyalên berbiçav
pirsên endazyarî, stratejî û aborî şirove kirin.
Bingeha axavtina wî hem serboriya wî ya şexsî,
hem jî daxuyaniyên bi înglîzî bûn. Hemeceza Salih
basa hewlekariya xurekê (Food Security), hewlekariya
avê (Water Security), girîngiya tûrîzmê û pêdviya
siparaniya eskerî (Defense Strategy) kir. Ligor
wî, li Îraqê 419 cihên niftê hene û %50 li Kerkûkê
ne. Herweha, Hemeceza Salih bala hêzên Kurdistanê
bi giştî û civaka Êzdiyan bi taybetî kişande
vê xalê, ku gelek cihên niftê, yên nexebitandî,
li herêma Şengalê hene. Em hêvîdar in, ku partiyên
Kurdan û komên Êzdiyan dev ji çavtengiya dînî berdin
û berjewendiya pirsgirêka Şengalê mîna berjewendiya
Kerkûkê bikin rojeva siyaseta navneteweyî.
Sêmînardarê paşin, Ceza Çengiyanî mijara
“Rolî Sermayeyî Kurd (Petrol) le têrorî rejîmekanî
Îraq da” bi heralî vekir. Ligor analîza wî ya balkêş:
1) Nifta Kurdistanê bûbû yek ji dijwartirîn sedemên
destpêka Şerê Cîhanê Yekem; 2) Nift bûbû bingeha
avakirina Dewleta Îraqê ji aliyê Brîtaniya Mezin
ve; 3) Di bûyerên revandina Abdullah Ocalan de pirsa
bixudankirina nifta Azerbeycanê risteke neyênî lîstbû.
Herweha Ceza Çengiyanî diyar kir, ku ew ne digel
wan Kurdperweran e, yên dibêjin: Hûn tenê ji bona
xatirê niftê basa Kerkûkê dikin. Bersiva Ceza Çengiyanî
ji wan kesan re ev e: “Rêza mirovan ji samanên sirûştî
tê. Mirov pêwîst e, xwarina çak bixwe, cilên rind
û pak li xwe ke, ava şîrin vexwe û di jiyana
modern de bi huner û teknolojiyê ve mijûl bibe.
Ji ber vê yekê, bila Kurd jî şerm nekin û bibêjin:
Mafê me dîrokî heye, ku em bibine xwediyên dewlemendiya
xwe ya binerd. Bila rêza her jin û mêrekî Kurd ji
rêza Tirk, Ereb û Ewropiyan kêmtir nebe”.
|