Kurdên rojavayê Kurdistanê, wefakar
û mêrxas e!
Ehmed Cengîz Çamlibel
Ez yek ji wan hezaran nanxwarên we me, wek kurdek
sade ez bi dil can bi we ra me. We ku her tim wek
xalîçeyên heftreng xwe raxistibûn ber kurdan, win
ku bi çengek însan va bi salan xizmet kurd û Kurdistanê
kir îro jî xwedi li deskeftîyên Kurdistana başûr
dikin. We bi xîretbûn û fedakarbûna xwe carek din
jî nîşan da. Ez jî wek kurdekî xwedîşeref
bi ragihindina partîyên we, ya raya giştî
ra me.
Kê ku dibêje Kurd hin jî razane,
hin jî dixwazin li bin pîyan bimînin, bila bibînin,
yên ku şimîka Baasîyan li Şamê radimûsan
bila bikevine bin erdê xwe veşêrin. kurdên
dilsoz û rast bila dakevine meydanan, li ber derî,
odê bûroyên dewletan da veneqetin. Bila dinyayê
rakine ser pîyan. Bibin yekdeng, yekqelem. Roj roja
xîret û namûsê ye, roj roja xwedî derketina deskeftîyên
Kurdistana başûr û piştgirîya kurdên rojavayê
e. Roj, roja gilî gazinên kevn nîne. Divê em ber
bi hev gavan bavêjin. Divê em bibin dilek, ruhek,
canek, bibin kurdek rasteqîn.
De rabin kurdino!
Çerxa felekê her tim bo me çewt nazvire, bes divê
em xwe hazir û amede bikin. Gor min bi van raperînên
demoqratîk û reva va emê hin hindik zirar bibînin.
Qasê şerêçekdarî nebe jî emê şehîd bidin.
Lê belê dikarin piştgirî û alîkarîya mezin
ya navnetewî bestînin. Hin Sixûr û xernexwazên kurdan
jî wê bixwazin rîya çewt û şaş nîşanê
me bikin, wê pravakator bixwazin avê berdine ser
cewê neyaran. Divê kurdên rojava, hay ji xwe hebe.
Bira û xwîşkên din jî bi hemû hêzên xwe va
li meydanê bin, wana tenê nehêlin. De rabin Kurdino!
Di bûyera Sînema Amûde da me wana tenê hîşt,
dijmin jî dengê wana fetisandin, lê îro dewran dewrana
berê nîne, qetilkarî xwînmêjîya xwe usa hêsan nikarin
veşêrin. Dewr dewra înternetê ye, dezgehên
ragihandinê pêşta çûne û em zû dibhîsin û dibînin,
her usa ruhîyeta netewe bûyînê jî di nav me da kamil
bûye.
De rabin kurdino roj roja xebatê ye!
Lê divê hin tiştan jî ez
bêjim, bila di dilê min da wek kulek nemîne. Pêwist
e hun ji bîrnekin ku duhê bi hezaran xort keçên
we bi dek û fêlan qaşo bo kurd û Kurdistanê
şandine ber emrê Kemalîstan, ji alîyê din eynî
wextî da meth û sena Baasîyan dikirin. We wek muhacir
dihesibandin li ser axê bav û kalan. Ew bê bavana,
ew qelemê ber bayê Kemalîst û Baasîyan ji we pir
deng nedikir. Îro konê xwe birine ber baxça Tirkan
vegirtine û bê fedî, hinek behsa we dikin, behsa
dîktatorîya Baasîyan dikin. Nahêlin birayê we yên
bakurê Kurdistanê rabin ser pîyan, him xwe rizgar
bikin, him jî alîkarîya we bikin. Şiyar be
Kurdistana bakur! Morîya xewe ji guhê xwe derxîne,
dakeve kolan û meydanan.
Bangek min ji dezgehên ragîhandinên kurdan ra
heye. Rewş û dan û standin çiqas nazik be jî,
dikarin wek deng û behs, nota rojnemevanek van qetliaman
bigîhine raya giştî. Pewist nîne bibine teref,
lê wek radyo û televîzyonên alemê dikarin behsa
bûyerek, qewimandinek da agahdarî bidin. Çawa ku
ewana jxwe ji geleê kurd û destkeftîyên kurdan bi
giştî canê xwe feda dikin, xwe davejine ser
sêla sor, lazim e ku dezgehên ragihandinên kurdan
jî, xwedî li birayên xwe li yên kurd li rojavaya
kurdistanê derkevin û kirinên Baasîyan bighînine
raya giştî. Bi wî karî va em dikarin him deskeftîyên
xwe biparêzin him jî piştgirîya birayên xwe
yên rojava bikin.
Carek din jî dîyar dibe ku di warê ragîhandinê
da kêmasîyên me gelek in. Pêvîstîya kurdan bi dezgehek
ragîhandinê ya netewî heye!
Ey Kurdên ku ji vê rewşê nerehet in, ey kurdên
ku Kurdistanê welatê xwe dihesibînin, ey Kurdên
ku xên jî xwe firoşan , ey kurdên ku dilê wan
her tim ji bo niştiman dişewite, rabin,
destên xwe bidine hev, ji bo girtîyên Kurdistana
rojava, ji bo qetliama Qamişlo, Amudê, ji bo
parastina deskeftîyên Kurdistana başûr, ji
bo pêşî lêgirtina xwefiroşên Kurdistana
bakur, bibin bira bibin xwişk, bibin şêrê
hemçax.
De rabin kurdino roj roja xebatê ye!
|