Encumena
Siyasî ya Kurdî li Suriya serdana PSK kir
Îro Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena Siyasî
ya Kurdî li Suriya ku ji 9 partiyên siyasî yên Kurd pêktê,
serdana nivîsîngeha Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Îro Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena Siyasî ya
Kurdî li Suriya ku ji Dr. Mehmûd Erebo, Nûrî Birîmo û
Behçet Beşîr pêkhatibûn, serdana nivîsîngeha Partiya
Sosyalîst a Kurdistan-PSK kirin û ji aliyê Sekreterê Giştî
yê PSK Mesûd Tek ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena
Siyasî ya Kurdî li Suriya behsa armanca damezrandina encumenê
kirin û diyar kirin ku daxwaza Encumena Siyasî ya Kurdî
li Suriya ew e ku mafê Kurdan bêne naskirin, zimanê Kurdî
di her asta hikûmî de bête bikaranîn û Kurdên Suriyê li
gor hecmên xwe di nav desthilata Suriyê de cih bigrin.
Herweha hate diyar kirin ku yek ji erkê wan ew e ku pêwendiyên
xwe bi partiyên siyasî yên parçeyên din ve xurt bikin.
Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst
a Kurdistan-PSK Mesûd Tek jî kêfxweşiya xwe bi vê
serdanê anî ziman û aşkere kir ku yekîtî û nêzîkbûna
partiyên siyasî yên Kurdî dilê hemû Kurdan xweş dike
û bawer kir ku ev gav bibe sengerek û qonaxên pêştir.
Mesûd Tek herweha behsa xwepêşandanên li Bakurê
Kurdistanê jî kir û diyar kir ku ew xwepêşandan mafêkî
rewa yên gel Kurd e û ew jî piştgiriya bêîtiatiya
sivîl dikin ku mercê ku ji tund û tijiyê dûr be.
Di hevdîtinê de herweha gotûbêj li ser xwepêşandanên
Suriyê jî hate kirin. Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena
Siyasî ya Kurdî li Suriya aşkere kirin ku ew niha
tenê çaverê dikin û ew amadene ku piştgiriya xwe
li van xwepêşandanan bikin.
Hevdîtinê ku qasî seetek domkir, herdu alî jî xwestin
ku hevdîtinên bi vî rengî di navbera wan de berdewam be.
|