Bi vê meşê Kurd ê
herine ku?
Eskerê Boyîk
Kurdistan weletekî mezin, pirr mîlyon û pirr
pirsgirêk e. Dagerkirên wê jî yek nîne. Welat kirine çar
parça. Şikir ji xwedê, li perçekî bi alîkarîya xêrxwezan
êdî rêya çareserîyê hatîye dîtin û gel wê rêde dimeşe.
Hersê perçên din bi pirsgrêkan dagirtî ne. Ziman, çand,
nav, nasneme, mafê kurdewarî bi zorê, bi dewletî, bi leşkerî,
bi çek-sîlihên here xezeb li gel hatine qedexekirin. Li
her perçekî gelê deshilatdar, hukumdar bi ziman, çand,
perwerde, bazirganî û cûrê xweyî zordarîyê û asîmlasîyonê
jîyana gelê kurd kirine doje û bê wîjdan rêva dibin. Jîyana
wusaye bi salan gelê kurd bi xeyset, perwerde, candê ve
jî perçe kirîye. Qedera gelê kurd îro jî di nava astengî,
kelem, dijwerî, bi gilîkî di nav devê gurên harbûyî re
derbas dibe.
Li ser rêya azadîya welêt û gel ne ku tenê dagerkir lê
wusa jî hêzên navxweyî yên paşverû û kevneperest
sekinîne.
Ev komplêksa dijwerîyan li ser rêya azadîya gel bûne
astengiyên çendqet û şerkarîya ji bo çareserîyê dijwertir
dikin.
Gerekê wusa jî bi hurmet bê şêkirandin, ku ji van
hemû astengîyan gelê Kurd neşkestîye, gel îrojî ji
berê bi hêztir li ser pîya ne û ji bo çareserîya pirsgirêkên
azadîya xwe şerkarîya layîq dimeşîne, tu mecalî
wê oxirê de nahêvişîne.
Vê şerkarîya bi heq de mafê kesî tûne gazina li
gel bike.
Armanca gelê Kurd îro yeke çareserîkê maqûl ji bo Azadîya
xwe û welatê xwe.
Gerekê rind bê zanîn armanc yeke lê rêyên gîhîştina
wê armancê hezarin.
Eva fikira min tiştekî nû nîne, zaroka di pêçekê
de jî wê rastîyê zane.
Weletekî wek Kurdistanê giran, pirpirsgirêk, pirreng
û pirdeng, nabe ku gel tev bi bîr û bawarîyê xwe, xwestin
û fikirandina xwe yekrû bin. Ji bo wê jî şerkarî
ji bo vê armancê nikare tenê cûrekî û tenê bi destê hêzekê
bê mîaserkirin. Şerkarîya ji bo çareserîyê jî gerekê
pirçûre, pireng û pirdeng be.
Eger her hêz (kes,) serkarîya xwe bi şîrhelalî, bi
zanebûn, hevalên xwe re biqedir, tifaq-amin, ji bo kara
gihîştina aemanca çareserîyê bimeşîne, serketin
wê zû bê.
Gel di armanca xwe de kare serkeve, dema ew rêyên çareserrîyê,
ew hêzên ji bo wê armancê şer dikin bi tifaq, bê
qelpî, bihevre bimeşin, ji hevra alîkar bin.
A, ev rastîya sade cem me kurda nîne. Ev mêxanîzma çareserîyê
nav hêzên kurda naxebite.
Ewe sebeb ku vê şerkarya dem dirêj de, gelê me bedelên
mezin dide lê nikare bigihîje serketin ê. Gavekî pêşde
diçe, du gava paşda.
Hêz û şexsyetên me kurdan, di şerkarîya berbi
wê armancê, bêtir ji hevre nava konflîkt û dutîretîyê
danin. Heyîtîya hev temûl nakin. Astengîya ji hev re çê
dikin. Wek neyara li hev dinhêrin.
Ji bo wê jî gel çiqas berbi azadîyê diçe, azadî ewqas
jê direve.
Hêza qewata gel jî parçe-parçe kirine. Gîhandine wê derecê
ku parekî gel li yê din kirine neyar. Heta di derbaskirina
cejnan, çalakîyan, meşên protêstoyê de jî gel parçe-parçe
kirine.
Van roja cejina NEVROZÊ ye.
Newroz ji bo temamîya gelê Kurd bûye sîmvola serhidanê,
berxwedanê, azadîyê. Maleke kurdan nîne, ew li kîjan qulçê
cihanê be, bi kîjan bawarîyê be newrozê wek eyda xwe ya
netewî, ya here pîroz nebîne. Çawa li welêt usa jî li
weletên Ewropayê û cihanê kurd bi hezaran çalakî, şev,
şayî û mêrasîmên newrozê yên cûrbicûr derbas dikin.
Cihan jî êdî newroza kurdan hisyaye.
Partîyên kurdan bi pîrozkirina Newrozê jî gelê kurd perçe
kirine û eger destê wan bê wê nehêlîn xêncî wan tu hêzeke
din wê eydê derbas bike.
Ji cûrê rêklama, ji nave hunermendan, kurdê herî xişîm
jî tê derdixe êvarîya Newrozê ya kîjan hêzê ye, wê li
wura çi bê gotin, çi silogan bên avîtin, çi al bê bilindkirin
û hivd…
Vê dewyê çapemenîya kurdî de daxwiyaniya Rewşenbîrên
Kurd hate ragihandin. Kîderê tehdîda TAK-ê a li ser ronakbîrên
kurd hat protesto kirin.
Berê min tirê TAK wek „hizbûlah“ dezgehekî dewleta kor
e, yanê jî organîzasîyoneke Ergenekonê yanê MîT ê ya,
ku dijî tevgera gelê kurd hatîye demezirandin. Paşê,
dema hevkî meselê ra bûme nas, ecêvmayî pê hisyam TAK-Tevgera
Azadîya Kurdistanê ye û ew „Tevgera azadîya Kurdistanê“,
dewsa şerkaryê dijî neyarên kurd û kurdistanê bike
welatparêzên kurd yên wek nivîskar û sîyasetmedarê bi
nav û deng Kemal Bûrkay, kubarîya dengbêjya gelê Kurd
Şivan Perwer û hinek rewşenbîr û nivîskarên
welatparêz tehdît dike…
Seva çi?
Meriv dema van sosretîya dibîne, ji kurdîtîya xwe jî
poşman dibe.…
Gelo Şivan Perwer li dilê Kurdistanê-Amedê bi mîlyona
Kurda re bistirê û wana rake ser pîya wê xirab be? Sîyasetmedarekî
wek Kemal Bûrkayi bi tercûbe, ku temamîya jîyana xwe hebsa
û xerîbyê dederbas kirîye, sehet-qewata xwe dîyarî şerkarî
û rewşenbîrya gelê xwe kirîye, ku tucar ber kesî
serî netewandîye û rastîya xwe bi mêranî gotîye welêt
de wê bêtîr kêrî şerkarîya gelê xwe neyê?
Dema li Îmralîyê rayedar û şexsyetên dewletê serokê
PKK birêz Ebdûlla Ocelan re hevditina pêk tînîn, şexsyet
û hunermendên Kurd rastî serokên Tirkîyayê tên çira gumanê
dilê mirov dê vê dikeve. Mirovê kurd difikire: „çareserî
nêzîke, aramî û aşîtîyê bê…“
Gelo navbera Şivan Perwer, Kemal Bûrkay û rayedarên
dewletê de dîalog çê bibe, wê ew dîalogê çi xirabîyê tevgera
kurd re bîne?
Her welatparêzek, her hêzeke kurd bi cûrê xwe şerkarya
ji bo çareseryê dimeşîne, mafê kesî nîne wan bide
kerkirin. Dewsa qedir bidine hev, amintîya xwe ji hev
bînin, alîkarya hev bikin, hev ji xêrnexweza biparêzin
ji hevra dibin asteng, hev reş û biçûk dikin, sîyê
davêjin ser emekên hêja …
Zûtirekê Tirkîyayê de bijartinên pêk bên. Hinek dezgehên
„kurdan“ tê bêjî bi zanebûn agirê dutîretîyê, bêtifaqîyê
di nava gelê Kurd de gurtir dikin.
Ji pêvajoya hazirîya bijartinan tê zanîn, ku hinek hêzên
Kurd hazirin her partîyake Tirk re (nav wanda yên heyîtîya
kurda înkar jî dikin) bikevin nava hevkarîyê, tek ne kurda
re.
Bi vê meşê Kurde herine kû?
Dewyê ez bangî hemû serokên hêza, şexsiyet û ronakbirên
Kurd yên xwe welatparêz dibînin dikim, pişta hev
bisekinin, alîkarîya hev bikin, emekê hev bişêkirînin,
amintîya xwe li hev bînin, eger wan nakin jî, li ber xelkê
hev reş, biçûk û bêhurmet nekin, neyartîya hev nekin.
Dem hatîye, gerekê rewşenbîrya kurd li ber van nerindîyan
bêdeng nemînin, gilîyê xwe yê bê teref bêjin.
12.03.2011
|