Helbestavanê
”Kulîlkên Çiya”
ESKERÊ BOYÎK BÛ HEFTÊ SALÎ
Eskerê Boyîk, çawa ku hûn xwendevanên hêja jî dizanin,
yek ji helbestvan û rewşenbîrên kurd ên Ermenîstanê
yê hezkirî ye, nuha ketiye 70 saliya xwe. Van rojana 70
saliya mamosta Boyîk malperên kurda dixemilîne. Pîrozkirina
salvegera kesan an jî rojbûna wan di çanda me kurdan da
tiştekî nû ye. Lê ez dibêm qey ev kevneşopîyeke
baş e ku ji çanda Rojavayê derbasî nav çanda me
kurdan jî bûye. Rojên weha dibin hêcet ku em careke din
hêjayîyên xwe bi awayekî kollektiv bi bîra xwe tînin.
Nuha em şa`ir û nivîskarekî xwe yê hêja Boyîk bi
dilxweşî bi bîr tînin û hezkirina xwe jê ra dîyar
dikin.
Em kurdên Kurdistana Bakur, kekê Eskerê Boyîk ji roja
derketina pirtûka wî ya helbestan ya bi navê ”Kulîlkên
Çiya” şûnda (sala 1979-an, Neşirxana Riya Azadî)
nas dikin û heta îro wî û berhemên wî dişopînin.
Ew berhem ji alî Keke Kemal Burkay va bi tîpên Latînî
û bi wergera zimanê tirkî va hatibû belav kirin. Ne tenê
em kurd, xwendevanên zimanê tirkî jî bi berhemeke kurdên
Sovyetê re bûbûn nas... Him jî bi însiyatîfa şaîr
û rêberekî eyan yê milletê kurd...
Pîrozkirina rojbûna helbestvan, nivîskar û dramatologê
hêja Dr. Eskerê Boyîk, ji bo me xebatkarên Roja Nû xasima
şanaziyeke mezin e. Ji ber ku gelek ji berhemên Boyîk,
cara pêşin di nav Weşanên Roja Nû da ronahî
dîtine. Loma dostî û hevkariyeke me ya taybet heye. Ji
berhemên wî; Mem û Zîn (şano); Du`a Serê Sibê; Kulîlkên
Birîndar; Govenda Herfan di nav Weşanên Roja Nû da
derketin. Em bi vî karî, xwe gelek serbilind û serfiraz
dibînin. Îro em ji kekê Esker ra nikarin kulîlkên çiyayên
Elegezê, yan jî Sîpanê Xelatê bişînin. Lê em dikarin
çarîneke helbestvanekî jê ra bişînin (bi hêviya
ku wek diyarî qebûl bike û bi dilê wî be...):
Zarotî bi çavên zelal wek kanîyan e
Ciwanî bi kar û evîn wek pilingan e
Çi heyşdeh salî bî, çi heyştê salî
Jîyan wek sêvek sor e, dil ciwan e
(Kemal Burkay)
Kekê Esker;
Bila temenê te bi seheteke baş, bi moralekî bilind
û kaltiyeke bi kalîte û xweş derbas bibe! Dirêj û
dirêj!...
Haluk
Berpirsê giştî yê Weşanên Roja Nû
2011.08.28, Stockholm
|