psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Bûyar, ku gerekê ser bifikirin

Eskerê BOYÎK

                 Ez bawar nakim ku  ji deshiletdara kes vê gotara min bixûne. 
                 Dema wan jî nîne  nivîsarê wa re serê xwe bêşînin.
                 Lê çi bikim, dilê min  temûl nekir û min nivîsî.

                                       

***

Bûyarên niha li Kurdistana Başûr dibin, çîrokeke gelêrî tîne bîra mirov.

Evdekî pirr zalim, bêwîjdan, neheq hebûye, esil weke van dagerkirên Kurdistanê. Zulm û ecêbên xezeb anîye serê xulam- xizmetkarên xwe, heta heywanên xweye barbir jî halê xezeb de, birçî, lêdayî, şev-roj di bin barê giran de, pişta wan kul bûyî xweyî kirîye.    

Rojekê ji rojan, haşa guhdirêj û deve  êdî ji zulma wî teyax nakin, dizîva sozê xwe dikine yek, şevekî kap û benê xwe diqetînin, direvin. Pirr diçin hindik, de çîroke li nav daristanê, cîkî xewle, mêrgeke bedewe xweş dibînin. Çêra hêşîn davêje çokê wan, kulîlkên bînxweş, kanîyên avzelal, esil buhuşt…

Xêra Xwedê. Hema li wura jî dimînin. Ji çava dûr, kêf-kêfa wan, duxun-veduxun, pişta wan pen dibe.  

Çiqas dem derbas dibe, nizanim.

Rojekê jî li rex wê mêrgê karvanek datîne.

Kêfa guhdirêjê guhsist ji karvan re tê, zulm û zora xweyê zalim ji bîra dike û dike zîrrîn.

Deve ditirse, gudirejê re dibêje:

-Guhdirêjê bira kerbe, wê bi me bihisin, bên me bigrin bibin.

-Çi dibe, bira bibe,- guhdirêj  cawa devê dide,- ji min re çi, karwan e, karwan yê devan e, bivin jî wê te bivin.  Dema zîrîna min hatîye, gerekê bizîrim,- û dike zîrre-zîrr.

Xwedîyê karwên li wan dihisin. Tên, herda ji digrin, dibin. Dinhêrîn herd jî kirî, xwerî, kêf kêfa wan e, tînin barê giran li pişta herda jî dikin û dajon.

Gudirêj, ku êdî hînî emirê rehet bûbû, ji barê giran û rêya dirêj teyax nake, nîvê rê xwe davêje erdê û lingê xwe dirêj dike. Dikin-nakin ranabe.

De karvan e, xwe hîvîya guhdirêjê nasekinin. Tînin laşê guhdirêjê, tev barê wê davêjine li ser pişta devê barkirî.

Deve diqehire, nifira hevaltîya xwe û guhdirêjê bêaqil dike… Lê çi bike, karvan dimeşe ew jî pêra. Wextekî rastî pirake bilind tên. Dema li ser pirayê re derbas dibîn,  ji hêrsê  deve dide lotika, pişta xwe hildiqoşîne. Ziqe-ziq hundurê kerê tê, dike hêwarze:

-Birayê deve, tu bidi xatirê xwedê, ez mirim, nede lotika, hestûyê min gişk şkestin.

-Wî çaxî dema zîrrîna te hatibû, niha jî dema lotika min e,- devê bi hêrs dibêje û zerp pişta xwe hilqoşîne.

Laşê guhdirêjê  ji ser pişta devê dişiqire û jorda, ji wê bilindaya  dikeve li ser kevirê bin pirê pen dibe. Laşê hûrxweşbûyî  dibe xurê teyrên laşxwer…

Gelê Kurd bi dewrana ji destê dagerkirên zalim tim li nav zulm û xezebê de bûye. 

Îro, çi ku duh xelkê Kurd re xewn bû, pareke Kurdistanê, pareke kurda re bûye rastî …

Icar jî dema zîrîn û lotika me kurdan hatîye…

***

Bûyarên li başûr de dest didin mirov dikin nava tirs û fikarê.

Dibe, çi ku bi xûna şihîda, bi helebça, gorên komkujîyê, hêsîr û axîna dayîka hatîye destanîn, dîsa li ber lêya bêtifaqîyê, dutîretîyê, berjewendîyên şexsî, şerê ji bo deshilatdaryê û zengînbûnê, yanê jî li ber xweyîntî  û xiyaneta  reş here.

Gilyê dîrokzanê nemir rehmetî Şekroyê Xudo, ku hevpeyvîneke xwe ya sala 1994 de gotibû dikeve bîra min: „ Û eger diniya îroyîn de hêzêd dêmokiratîk û fikirqenc alîkariya tevgera vî perçê Kurdistanê (Başûr) dikin, lê qewatêd paşverû, îlahî heçar dewletêd ku Kurdistan perçe kirin e, her teherî dixwezin pexlemiyîê di başûr xin, şuxulê wê tev li hevkin…Telebext re hinek , partîyayên Kurda  di van pirsa de ne li ser bilindayê ne… Îro gilîkî eşkere heye, ku gotî bibe gaharê guhê her kurdekî: kar û şerkarîya Kurdistana başûr, kar û şerkarîya her kurdekî ye, eger ew xwe Kurd hesab dike. Bi gilîkî îro roja bavo-bavoyê ye. Kê piştovanîyê Kurdistana başûr dike ew patrîoêt û miletperwar e. Kî na, extiyarya wî tune dewa wî navê şeref  bike. Eger em vê şansa dîrokî nedine xebatê, nivşên pey me re tên wê me rûreş bikin u we rast bikin“.

Xweş û bi welatparêzyeke germ hatiye gotin, lê usa jî dîrokzan li wê peyama xwe zêde dike, ku tevaya miletê kurd beşdarî di serketina kurdan Başûrê Kurdistanê de kiriye. Ji hukumata Kurdistanê tê xwestin, ku di tevaya Kurdistanê û çand, dîrok û zimanê kurdî xweyî derkeve. “Ew dikarin bêjin, ku ew beşek ji îraqê ne, lê gerekê  berpirsiyariya wan ji bo tevaya gelê Kurd û Kurdistanê hebe”.

Bi texmîna min, îro her kurdekî welatparêz  gerekê  destanînên Kurdistana Başûr xweyî derkeve. Piştgirya hukumatê û parlamêntoyê bike, nenihêrin kêne, kîjan hizin li ber deshilatdarîyê… Ji bo deshilatdar demêra diçin welat dimîne. Gelê Kurd re, ewledê kurdan re,  pêşîrojê re ne ku deshilatdar lê weletê aza pêwîste…

Deshilatdar jî  gerekê bifikirin, welat û gel pêvajoke pir dijwer re, nav dorpêça neyara û xêrnexweza re derbas dibe, eger gel deshilatdarîya xwe daye destê wan, mafê wan nîne pêlî mafê gel bikin.

***
Pêşîya da hatîye gotin: “Cîyê agir tunebe, dû dernakeve”. Usane menî hene, ku xelk rabûne pîya. Deshilatdarên Başûr gerekê rind bifikirin. Derseke tel ji van bûyaran hildin. Sebebê tevrabûnê tenê di hêzên dervaye neyar va girê nedin. Gunê xwe, xeletîyên xwe nerevin, veneşêrin. Gerekê sebeb û menîya tevrabûna van bûyaran di nav karê xwe de, karê heval, bira-pismamê xwe de, der û dorê xwe de jî bigerin û çareseryê bibînin. Guhertinên ku têne xwestin pêk bînin. Barê Kurdistanê barekî girane. Kê nikare wî barî bi şîrhelalî, paqij pêşde bibe, gerekê wî barî li ser pişta wî daynin. Berjewendîyên netewî nekin qurbana berjewandîyên eşîretî, hizbî.  Dema Xelkê dît  ku dengê wan hate bihîstin, guhertin hatine kirin, sûcdar hatin cezakirin, rastîyê alt kir, wî çaxî ewê bi temamîya hêza xwe xweyî Kurdistana xwe û destanîna derên û pişta deshiletdaryê bigrin

***

Dibêjin agirê ku Rojhilata navîn girtîye, alava wê avîtîye Başûr jî…Ez nizanim ew alav çima nagihîje Kurdistanên Bakûr, Rojhilat, Rojava jî… ku bi dewrana xelkê kurd hîvîya wî agirê xweş bûye, davêje Başûr, kîderê pirsa kurd berbi çareseriyê diçe…   

Çîye, em kurd gerekê tim paşopê tev bigerin?

Em timê gorî berjewendîyên xelkê, dijî xwe kar bikin?

***
Gotineke pêşîya heye, dibêje: “Dema nêçîra min tê, haşa g… tejîya min tê”.

Vê dewyê deng û besên ji Herema Kurdistanê û Îreqê digihîjine me, alozîke pirr bi qezîya dora bajarê Kîrkûkê û bi tomerî navbera kurda û hêzên Îreqêyê miletçî û paşverû de, çê bûye… Vî halê çêbûyî de tek tifaq û yekîtîya netewî  li dor deshilatdarîya bi hêz e paqij, tevgera milethiz e dûrî berjewandîyên şexsî kare serketinê bîne.

28.02.2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011