Çend roja li nav Êzdîyên Sovêta berê
Eskerê BOYÎK
Dewya salên heyştêyî jîyan li cihanê tev li hev
bû. Terezûyê, ku ewlekarîya cihanê û gelan bi qencî û
neqencîyê xwe va li ser mezîlekê digirt, wekehevîya xwe
unda kir. Giranîya ku li ser alîkî hebû hilweşîya
û terezû nişkêva alîkî da welgerîya. Dewleta sovêtê
û sîstêma sosîalîstîyê hedimîn. Berjewandîyên dewletên
deshilatdar û girûpên civakî û olîye mafîyoz cihan bi
acî nû va dane ber xwe. Dewlet û gel hev ketin. Bûyarên
pirr girîng li cihanê pêk hatin. Hinekara baş bû,
hinekara bû keresat.
Pirsa gelê Kurd derket meydanê. Berê, ku kesî nedixwest
qedrê hevalbendên xwe (dagerkirên Kurdistanê) bikevin
û pirsgirêkên Kurdan bivînin, têderxistin ku li ser rêya
berjewandiyên wan gelê Kurdî pirmîlyon sekinîye û bêy
wî gelî ra hesav rûnên, nikarin pilanên xweye rojhilata
navîn bînin sêrî. Destê xwe avîtin pirsgirêka Kurd.
Neyarên kurdan, yên eşkere û veşartî jî weke
mara serê xwe bilind kirin. Çi destê wan hat kirin û niha
jî dikin, ku him meydana şîyasîya cihanê, him di
nava Kurda da astengîya û tevlihevîya çêkin, qewata gel
ji hev biqetînin, ku Kurd nikaribin bigihîjin meremê xwe.
Eyane, ku bi dewr û zemana, pirsa civaka Êzdîyan di nav
gelê Kurd da pirsa here dijwer û bi êş bûye u iro
ji dimine. Xûna evdên bê sûc û gune ji wê pirsgirêkê diniqite.
Eger hevekî bi rastî û bi çavê vekirî mirov dîroka Kurdan
û bûyaran binihêre, texmînkirin dijwer nîne kû timê jî
ji bo berjewandyên der, kara xelkê, ji bo deshilatdarî,
bîr-bawaryê xelkê Kurd ketine qirka hev, hev qir kirine,
tifaq û yekîtîya xwe kavil kirine û li bin destê wan da
mane…Iro jî dîsa di hindava êzdîyan da ew kilam tê stran.
Ji wî wedeyî girtî ji, eva bîst-bîstpênc salin jîyana
civaka Êzdîyan ya nerehet ketye li nav pêlên wê pêvajoyê.
Tê bêjî erdhejekê hin hundur û hin jî derva va ew civak
kirine nav pirsgirêkên hebûn-nebûnê. Bawarkî li tu cîya
halê êzdîyan ji cîyê din çêtir nîne.
Êzdî destê neyarê kurdan û kurdan bi xwe da ji bo kurdbûna
xwe bûne perê hûr.
Pirsgirêka sereke jî ewe ku ne kurdê musulman, ne jî
kurdên êzdî naxwezin bingeh û rastîya vê pirsgirêkê bizanbin
û li nava vê „erdheja“ dewranê da rêke çareserîyê avakin.
Dewya salê heyştêyî (sedsala borî) li Ermenistanê
pirsgrêkek jî li pirsgirêkên êzdîyan zêde bû. Di nav
mercên 70 salê jîyana welatê sovêtê da, di nava wê civakê
tu pirsgirêkeke wî teherî nîbû. Menî û sebebê wê pirsgirêkê
jî tunebûn. Weletê sovêtê da dewletê rê nedida tu gelî
yan sazîyê ku ji gelê din ra pirsgirêka çêke. Lê hilşandina
weletê sovêtê ra, dema desthilatdarîya wê komarê kete
destê partîya nijarperest û hinek wa gotî „rojhilatzan“
„kurdzanên „ ermenî, ku êzdîya ji kurda biqetînin, di
nava kurdên êzdî û musulman da pirobilêman çêkin têza
wa gotî „Êzdî kurd nînin „ derxistin meydanê. Dewleta
nû bi xurtî piştgirîya wê têzê kir. Wana di nava
êzdiyên wê komarê da jî xwera hevkar dîtin. Komele wanra
ava kirin. Serokê wan kirine prîzîdêntê „Êzdîyên temamya
cihanê“, (nizanim bi çi mafî û moralî) navê profêsorê
xwedênsîyê danê, rojneme û radîyo wanra vekirin, zimanê
„êzdîkî“ ji kurmancî başqe kirin, heta elfebake cuda
jî êzdîyên xwera danîn. Pirsa êzdî kurd nînin heta gîhandine
sazîyên navnetewî.
Qewatek, hêzek, zanyarek derneket dijî wê kirina wan
e neyartîyê ya dijî êzdîyatîyê.
Çend meriv zûtirê bûn kom. Hinekê dilsax jî ketine tora
wan. Evana bi alîkarîya qewata dewletê pirsgirêk kûr kirin.
Kurdê musulman zû ji Êrmenistanê kişyan çûn, Êzdî
di nava wê gêjgerîngê da ketine qirka hev. Bira, pismam,
dost û heval rabûne dijî hev. Ew girr heta niha jî dikşîne.
Rewşenbîrîya kurd ya wura ( ji sedî nod bi eslê
xwe êzdî) û payê êzdîyayî pirê dijî wê têza sexte derketin.
Wana rind didît, ku bin wê têzê da meremê qilêr hene.
Ew ne ji bo kara êzdîyane. Hewar-gazîya rewşenbîran
bû, lê kesî dengê wan nedibihîst, rast nexwestin bibihîn
ne rêvabirya Êzdiyan, ne jî bi tomerî hêz û zanyarên
Kurdan. Hêza rewşenbîran jî têrê nedikir ku pêşîya
wê malwêranîyê bigrin.
Mala êzdîyên Ermenistanê xirab bû. Wek qeta moryê ben
lê qetyayî, bê tifaq li cihanê bela bûn. Ew cand û zaniyarîya
delal ku dema sovêtê, bi alîkarîya xêrxwezên ermenî gihîştibûnê
dest pîya çû, kes xweyî lê derneket…
Payê rewşenbîrayî pirê jî ketine ber wê bahozê û
Ermenistan pişt xweva hîştin.
Min jî, tevî hezara, bi mecbûrî, her tişt hîşt
û pişta xwe da cî û ware xweyî hizkirî, keda bi sala.
Malbeta me ji hev bela bû, derê mala me hate dadan, em
bira, ku gişk bi xwendina bilind bûn ji hev bela
bûn, bi hezara km ji hev dûr ketin.
***
Welatê sovêtê bi aqara erdê xwe pir mezin bû. Ji serîkî
heta sere din bi deha hezara km bû, Bi seda gelên bi hesavê
xwe zêde û kêm navêda dijîtin. Evdên sovêtê rêke tomerîye
dijwer bi hevra derbas bûbûn, giranî û tengasîyê jîyanê,
herba hemdinyaêye duda tev derbas kiribûn, welat bi hevra,
bi xûdan û keda xwe ava kiribûn, hewake dostanîyê di nav
wanda çê bûbû… Raste hinek pirsgrêk di pirsên miletîyê
da hebûn, lê ew pirs bingehê da, rind, bi dewletî, bi
destûrî hatibûn danîn. Bi texmîna min Sovêt yek ji wan
welatê cihanê bû ku ewqas gel bi hevra, bi aşîtî,
xêrxwezî, wek neferê malekê dijîtin û pirsgrêkên mezin
çê nedibûn.
Saya wê sîyasîya miletîyêye qenc bû, ku kêmnetewên wek
me kurdan jî karibûn ji tunebûnê rabin, bibin xweyê maf,
çand û kûltûra delal.
Hilweşîna sovêtê ra hêzên miletçî, mafîyoz, tarî
welêt da serî hildan. Derba here xeter tiradîsîyayên tifaq
û cînartîya mileta ket, neyartî û dijminatîyê serî hildan.
Welatê sovêtê bû 15 dewletên serbixwe.
Di dîrokê merivayêda, degmene bûyarên wa, ku bê xûn û
pevçûn gelên welatêkî ji hev başqe bibin û serxwebûnê
dest bînin.
Ji bêdewletîyê xirabtir tişt nîne. Dema dewleta
Sovêtê hildişîya anarxîyayê, bêqanûnîye, mafîya diz
û qaçaxan, merivkujan civak dane ber xwe û eşkere
dest bi kuştin, talan, zordestîyê, dizyê, xiraviyê
bû. Dewsa qewl û qirarê dewletê qewl û qanûnên zorba,
diz û qaçaxa, mafîya gura girt. Kê kê kuşt, kê bi
zorê çiqas karibû zevt kir.
Bankên dewletê, fabrîkên bi bahê mîlyar dolara, kanên
medena, pêtrolê, daristan, milk û sewalên malhebûnên gundîtîyê,
têxnîka, temamiya hebûna dewletê, ku bi destûra sovêtê
hebûna civakî bû, ango ya temamîya evdên sovêtê, bû xurê
girûpên hukumdarên mafîyoz, zorba û talançîya, diz û qaçaxan.
Di nav van girûpan da ji bo deshilatdarîyê û zevtkirina
hebûnê dest bi şerekî, nenormal, neelamkirî bû. Zîyan
gihîşte evdên xebatçî, helal yên bi keda xwe, xebat
û xûdana xwe dijîtin. Nava wan sala bawarkî ewqas evd
hatin qirê, çiqas herba navbera Sovêtê û Alman da nehatibûn
kuştin… Li ser kelefên sovêtê û li ser meytên evdên
karkir û xweyî emek ra di demeke kin da merivên xweyî
mîlyar hatine kivşê.
Bêweletî bêdewletîyê jî wêrandir e.
Di nava sala da usa hatibû stendin, ku miletên weletê
sovêtê tev li hev bûbûn û bi hevra dijîtin. Hilweşîna
Sovêtê ra her milet berbi welatê xwe çû.
Kêmnetewên wek kurdan, xazma kurdên êzdî ra xirab lê
hat. Gelên bê pişt û welat ketine devê bahoza rev
û beza dewrêye malwêran. Civaka Kurdên êzdî ku him di
werê netewî û him jî bi olî va bê welat, bê cî, pişt
û bêxweyî bû, nava agirê hebûn-nebûnê da ma. Welatek yan
gelekî xêrxwez tunebû ku xwe lê bigirtana.
Dema sovêtê ji sedî nodpêncên Kurdên êzdî li komarên
Ermenistanê û Gurcistanê dijîtin. Hukumdar, miletçî
û mafîyoz vê civakê hatine xezevê. Navendên wan e kûltûrî
çandî, ku dema sovêtê hatibûn demezirandin hêza xwe unda
kirin. Êzdî rûyê egerên cuda-cuda, bawarkî li temamya
wan dewletan û usa jî cihanê bela bûn. Kêra ku li hev
hat, kêra çawa li hev hat.
Niha payê pirê kurdên êzdî yên sovêta berê li Komara
Rûsîyayê, Ermenistanê, Gurcistanê û Ukranîyayê dijîn.
Ji wan bûyarên malwêran devedevî bîst- bîstpênc salî
derbas bûne. Bist-bîst pênc sal e civak di nav rev û bezê
dane. Hê hê jî ev civak di axrîya xweda guman nîne. Nizanin
dewîya wan wê çawabe. Kuda herin? We ku sitarekê ji xwera
bibînin? Paşê wê birevine ku?
Û, ji pey ewqas sal ra, îsal, di meha gulanê da ez çûme
walatê Rûsîyayê bajarê Yaroslavlê dîtina mirovên xwe.
Van bîst sale dewyê civakeke êzdîyaye gewre koçberî wî
bajarî û der-dorê bajêr bûye… Ji minra mecal çê dibû ku
rewşa wê pêra Kurdan, xazma hale Êzdîyan ra nêzîkva
bibime mas.
***
Yaroslavl bajarekî Ûrisêtêyî kevnar e. Ew qeraxê çemekî
cihanêyî mezin Bolgayê ye, ji bajarê Moskvayê di alîyê
bakûr rojava weke 250-300 km dûr dikeve. Bajar bedew e,
bi dêr û çêkirnê arxîtêktorî û heykelên kevn û nû va dagirtîye.
Sala par, yanê 2010 an 1000 salya bajêr bi heytehol hatîye
derbaskirin. Efsenake rûsa ya gelêrî da tê gotin ku hîmê
wî bajarî dor sala 1010 an ji alîyê kinyazê rûs Yarosilavlê
Aqilmend va hatîye danîn. Navê bajêr jî ji navê wî tê.
Hesavê binelîyê wê bi serjimara 2010 ê salê 606,9 hezar
evd e. Bajêr da gelek gel û civak dijîn. Binelîyê bingehîn
rûs in. Navenda qeza Yaroslavlê ye.
Weke 30 km dûrî Yaroslavlê bajarê Tûtayêvê ye. Bajar
biçûk e. Dikeve nava qeza Yaroslavlê, tê bêjî perçek ji
Yaroslavlê ye. Hesavê binelyê wê devedevî 42 hezar e.
Ji belgeyên dirokî tê xanê ku ew bajar di sedsala XIII
a hatîye avakirin.
Êzdî hîmlî vê govekê da kom bûne.
Wê demsalê suruşta herd bajar jî pir xweş
bû, Avayî, kûce û baxçê seyranê li nav şînkayê,
kulîlkên rengîn da pêçayî bûn. Li nav herd bajara jî çemê
Bolga gewre bi hemdê xwe dikişîya. Mêriv hewas dikir
qeraxê wê rune: pira, keştîyê ser û çêkirinên dorê
mêzeke.
Bajarê Yaroslavlê
Ji min ra salix dan, ku hesavê kurdên êzdî li herd bajara
da devedevî 15 hezar e. Hîmlî yên Ermenistanê ne. Niha
jî koçberîya êzdiyan ji Ermenistanê û Gurcistanê bi xurtî
berdewam e.
Bi qirarê Rûsîyayê, bajarvanên weletê din, ku bi menîyên
cuda wedelû tên sefera wî welatî gerekê bi fermî cîyê
mayîna xwe bidin nîşandan. Bi wî meremî ez û xweyê
malê li kîderê ezê bimama çûne çîyê polîsên ku pirsên
koçber û hatin-çûyîna evda va mijûl dibin. Wur gelekî
qerebakix bû. Gelek koçberên nûhatî li wur runiştî
bûn. Nav wan da êzdî pirr bûn. Min texmîn kir ku li Ûrisêtê
astengîyên ber koçberan pirrin û bîrokiratî ji xurte…
Dema min dînamîka hesavên binelîyê herdu bajaran
û qeza Yarosilavlê ya di van 20 salê dewyê nêhêrî hate
xanê, ku hesav bi şikilekî eşkere berbi kêmbûnê
diçe. Hesavê binelîyên Yaroslavlê 1992 an 637 hezar bûye,
2006 an peyayî 604 bûye yanê 33 hezara kêm bûye. 2008-2010
bi kîsî hesavê koçberan hevkî zêde bûye: gihîştîye
608 hezarî.
Li Tûtayêvê jî dînamîka berbi
kêmbûnê diçe.
Bi hesavê 2008 a serê 1000
merivê deverê, hesavê mirîyê salê 1,5 carî ji zarokên
nûbûyî pirtire (15,1 û 9,9) .
Tomerî bi aqara qeza Yaroslavlê
himberî sala 1989 a 2010 an 163,0 hezar meriv kêm bûye.
Ji 1,469 hezarî gihîştîye 1,306 hezerî. Ev reqem
nîşan didin ku pêwîstîya qezayê koçbera heye. Gund
xalî bûne.
Lê çawa ez pê hesiyam, kes
bi çavê xêrê koçberîya êzdîyaye mecbûrî nanihêre, ku bikaribin
sitarekê û xebatê xwera destxin, binecî bin malbetên êzdîyan
dikevin devê bi hezara astengî û dijweryên cûrbicûr.
Koçberya Êzdîyan ji ya milet
û civakên din cudaye. Miletê xweyî welat, dewlet koçber
dibin bi hîvyên vegerê, vegera welatê xwe. Ermenî, azerî,
ûzbêk û miletê din jî koçberî Rûsîyayê dibin lê ew ji
bo xebatê, aboryê xwe diçin. Payê wanî pirê diçin û paşê
vedigerin. Ew ji axa weletê xwe, cî û merivaya xwe nayêne
birînê, milk û malê xwe narfoşin, merivaya wan, welatê
wen hîvya wan e. Çûyîn-hatina wan li walatê wan heye.
Ya Êzdîyan cudaye. Êzdî bixwezin jî êdî nikarin vegerin.
Kes hîvya wan nîne. Derî dû wan tê dadan…
***
Hê ji despêka salên nodî
min derheqa êzdîyên Yaroslavlê bihîstîbû. Demeke gelekî
dijwer bû. Dewleta Sovêtê hilşiya bû, Xelk ketibûn
halê giran. Anarxîya û bêxweyîtîye ew welatê gewre dabû
ber xwe. Kesî nizanbû wê axrîyê çawabe. Dewlet tune bû.
Navendên meye kûltûrî-çandî, xazma rojnema RÎYA TEZE ketîbûn
halê dijwer. Macal tunebûn ku rojneme bihata weşendin.
Di vî halê giran da me bihîst ku du xortê êzdî, bira:
Barîs û Mêlsîk yên li bajarê Yaroslavlê xwendibûn
û li wur jî kar dikirin siponsirîya *weşena RÎYA
TEZE hildane ser xwe.
Rojekê jî gotin, ku ew li
Yêrêvanê ne, li mala bavê xwe da hinek rewşenbîrên
me teglîfî rasthatinê dikin (Çiqas tê bîra min mala bavê
wan li Yêrêvanê bû). Hevala min ra jî gotin. Mixabin,
ji min ra li hev nehat tevî wê rasthatinê bibim.
Wê deme, çawa tê bîra min,
çend malên wan êdî Yaroslavlê da nişteçi bûbûn. Ji
hilşandina welêt hê 20-30 sal berê, ji komarên Kavkazê,
zilaman komên xebatê digîhandin hev, diçûne kûraya Rûsîyayê
xebatê. Komarên Kavkazê da xebat kêm bû, lê gelek warên
Rûsîyayê da jî kêmaîya xebatçîya hebû. Wanra digotîn „Xopançî“.
Li nav xopançîya kurden êzdî jî pir bûn. Despêka biharê
diçûn, payîza dereng vedigeryan. Paşê hinek ji wan,
hê dema sovêtê malêva cîguhestî Rûsyayê bûn, zarokên xwe
zanîngehê rûsîyaêda dan xwendinê. Herd xort jî hema ji
wan malbetan bûn.
Ji wê rojê gelek sal derbas
bûne.
Îsal meha gulanê ez çûme
bajarê Yaroslavlê. Birayê min, malê va cîguhestî wî bajarî
bûbû. Devedevî bîst sala bû me hev nedîtibû. Birayê minî
din, xûşka min neferê xwe va ku bajarên Rûsîyayê
din dijîtîn gişk hatin, em kom bûn. Me derê mala
bavê xwe ji pişt xwe va dadabû û bela bûbûn. Merivê
meye nêzîk, heval, nas û dost jî hatin. Zarokên wê demêye
biçûk zewicî bûn, zarê wan hebûn, pore me teva sipî bûbûn,
ji hisreta sala û bîranîna meryê meye çûbûne rehma Xwedê
hêsr û kesera em difetisandin. Girî û ken tev li hev bûbû.
Zarokê me bi têlêfonê hev nas dikin, kûçê da hev bivinin
dibe hev nas nekin Nebî dijwer hev nas bikin…
Qedera evdên êzdî ji dijweryan
dijwertire…
Bi dewrana qedera xezeb
ev civak daye ber xwe şivkut dike, hêlînê wan hildişîne,
keda wan dike xurê xelkê, diherimîne, yêr bi yêr digerîne…
Wê wa heta kengê here, heta
ku here…
Ne welete, ne pişte,
ne rêberîye.
***
Di van sale dewî hesavekî mezin malbetên kurdên
êzdî koçberî Yaroslavlê û dora wê bûne. Koçberîya ji welatekî
welatê nû bi xwera hezara dijwerî û pirsgrêkên civakî,
aborî, ci-warbûnê, astengyên cûrbicûr koçbera ra tine.
Cîyê nû dema alîkarîya dewletê yan sazîyekê tune pir
dijwer e. Ji bo cîyê nû jîyan koçber ra ji sifrê dest
pê dibe.
Koçberên
êzdî ra ne ku alîkar nînin lê astengyên qanûnî û byûrokratîk
wek sûr li ber wan disekinin. Ew wergirtina standina heqê
rûniştandinê, cîwarbûnê, peydakirina kar, cîkirina
zarokan dibistana û îdarên berî dibistana da û gelekên
din in.
Fermanên kokbirîyê, rev û bezê, koçberya mecbûrî ya bi
dewrana, evdê êzdî hîn kirîye, ku gumana xwe nede ser
kesî, tek ew bi xebat û hunurê xwe kare li cîyê nû xwe
û malbeta xwe ji halê giran derxe. Evdê êzdî xebatçî ne,
xîret. Karin şev-roj bixebitin, çi kar jî hebe bikin
tek cave wan û zarokê wan li desta nîbe. Zanyarekî ermenîyayî
mezin, ku gelekî dinyayê geryabû û rind haj jîyana Kurdên
êzdî hebû digot: “ Parsek di nav hemû gel
û civaka da hene lê nav êzdîya da na. Evdê Êzdî wê xebata
here reş bike, birçî û tezî bimîne lê tucar pars
neke”.
Êzdîyên
Yaroslavlê hîmlî çêkirina rêya, tama, bazirganîyê va mijûlin.
Meriv hene xweyê fabrîke, fîrmayên çêkirinê, markêtê bazirganîyê,
rêstorantên mezin in, hinek jî hewcê nanê rojê ne. Hineka
qesir û vîlayê wek yê “şa-padşa” çê kirine,
xweyê erebe, dem-dezgê vê demêye here modern in, hinek
jî neh-deh neferava odeke biçûke bê mecalên komûnal da
bi cûrekî yole dicin.
Rûsîya
weletekî gewre, dewlemend, mecalên kar û jîyanêne baş
û berfire lê hene. Merivê xebatçî, bi xîret birçî namîne.
Gelê Rûş jî reme. Miletçîtî wur kême. Êzdîyên sovêta
berê jî zimanê rûsî, xeysetê wî gelî, qewl û qanûnên wê
dewletê zanin, mecal-îmkanê her devereke sovêta berê ra
nasin. Eger pêşewitî hebûna karibûna pirsgirêkên
êzdîyaye dîrokî, helaqetîyên êlên êzdîyan û împêratorîya
Rûsa jî derxistana ber dewleta nû, dibe gelek pirsgrekên
koçberên êzdî çareser bûna .
Sedsala
19 an û destpêka sedsalîya 20 an êlên êzdîyan koçberî
dewleta Rûs bûne, orêntasîya rûsa hildane, dijî hêzên
Osmanîyê alîkarî dane leşkerên rûs, împêratorîya
Rûsa jî dewleta xwe da cîyê rûniştandinê daye wan,
usane ew binelîyê Rûsîyayê kevn têne hesavê, Rûsîya jî
gerekê li wan bibe xweyî.
Ji pey hilweşîna sovêtê ra kurdên êzdî dewsa ji
xwera yekîtî û tifaqê çêkin, xwe bi rêxistin bikin, alî
hev bikin, bibine yek ku wî halê çêbûyî da çarekê civaka
xwera bibînin, tîş-tîşî bûn, ketine ber bayê
neyar û nexwezan, heta niha jî ser xweda nayên. Derba
here mezin li Ermenistanê yekîtîya vê civakê ket. Pirsgirêka
„Êzdî Kurd nînin“ kirine jer avîtne nava wê civakê. Wê
dema dijwer da bi nemamtî êzdî xapandin. Dewsa êzdî guh
bidin ser pirsên xweparastinê, guhdarîya wan kişandin
ser pirsekeke vala, ku li wî welatî tune bû. Evê pirsgrêkê
bingeha êzdîtîyê çawa wek ol, usa jî wek civak hejand,
nexweşike ji hev temûlnekirinê, xwe înkarkirinê,
perçebûnê, helandinê, qulibandinê kirine nava civakê…
Heta îro jî li ser xurtkirina vê nexweşîyê neyarê
êzdîyan dixebitin, pirsgrêkê xurt û tûj dikin. Ûsa bûye
ku êzdîtî sovêta berê da li ber pîya diçe… Kesekî xêrxwezê
vê civakê nîne, ne nav serokatîya êzdîyan, ne jî li nav
deshilatdarî, partîya, rêxistinên Kurda da, ku bi xemxurî
dest bavêje pirsgirêkên vê civakê. Rêxistin û şexsyetên
ku digihîjin wan jî bo kara xwe û rêxistina xwe bextê
vê civakê ra dilîzîn, civaka bêtifaq hê bêtifaq dikin.
***
Li bajarê Yaroslavlê û dora bajêr civakeke êpêce kurdên
êzdî civyan e. Payê pirê hev nas dikin. Ji gundên êzdîyan
yên Ermenistanê koçberî wur bûne. Bawarkî tev jî dîroka
kal-bava, rê-rizm, erf-edet, zimanê dê, eyd-erefat, rabûn-rûniştandin,
jîyana êzdîtîyê rind zanin. Zimanê rûsî ji wan ra ne xerîbe.
Deshilatdarîya bajêr jî wan nas dike. Wan jî cîyê xwe
li nav deshilatdarîyê da girtîye. Nûnerê wan heta li nav
parlamêntoya qezayê, bjar û bajaroka da hene. Mîşayê
Ehmed Xaltyan endeme parlamêntoya qezayêye. Gelek xweyî
fabrîka, fîrmayên çêkirinê û bazirganîyê ne.
Min berê jî bihîstibû ku komela wan ya Mala Êzdîyan yek
ji komeleyên Kurdên êzdî ye ewlin e li dewleta Rêsyayê.
Minra gotin, ku îsal, despêka biharê komelê 15 saliya
demezirandina xwe derbas kirye. Goristana Êzdîyan başqeye.
Meriv kare bifikire, ku êzdî bi xemxurî hevkî alî hev
bikin, navbera wan da xêrxwezî û tifaq hebe her mecal
hene ku ev civak bikaribe nirx û tiradîsyên xwe, bawarîya
xwe vî welatê xerîb da biparêze.
Çiqas jî dema min kêm bû, min hewil da jîyana wê cvakê
ra bibime nas.
Min dixwest navbera Mala Êzdîyan ya Oldênbûrgê (Almanîya)
û ya wan da hevkarîyê çêkim, di warê rewşenbîrî,
sîyasî, civakî û gelek alyava alîkarîya wan bikin. Mala
Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku bi salê dirêj ez li
nav xebata wê dame, di warê parastina mafên koçberên krdên
êzdî û xebata di nav wan da xweyê tercûbeya salaye girînge.
Mal li Almanîyê hatîye naskirin. Wur dersên ziman, dînî
têne dayîn, eyd-erefat, rojên dengbêj û qewlbêjan, sêmînar,
konfêrans lê têne derbaskirin, kovar û pirtûk têne weşandin,
malpera Mala Êzdîyan yek ji malperên kurdên êzdîye here
naskirîye. Mal bûye merkezeke rewşenbîrî. Min bi
xwera weşenê malê biribû ku bidime wan...
Bi wan fikir û pilanan min xast rastî serokatîya Mala
Êzdiyan ya Yaroslavlê, komîtêya wêuye rêvabir, endem û
aktîvîstê wê bêm, kar û xebatê wan ra bibime nas, eger
mecal hebe sêmînarekê jî ji bo endemê wêye aktiv bidim.
Lê tu tişt gorî xwestina min çê nebû.
Rojekê, ez tevî cwamêrekî li nav bajarê Tûtayêvê digerîyam.
Cîkî, min dîna xwe dayê, bir - bir, kom-kom hejmareke
zêde jin-mêr, zarok diçine malekê. Ji her alî va xuya
bû êzdî ne. Li nav wan hinek nas jî hebûn, ku min ji Yêrêvanê
ew nas dikirin. “Usane diçine Mala êzdîyan, - ez fikirîm,-çalakîya
wan heye”.
-Diçine ku?- min ji cwamêr pirsî,-em jî neçin?
-Ça,- wî ecêvmayî li min nêhêrî,- usane tu jî qulubîyî,
te jî terka êzdîtîyê daye?
- Usane eva... lê min jî tirê diçinê Mala Êzdiyan...
-Xwedê ji ku daye me, ku Mala Êzdiyan jî weke wan rêk
û pêk bixebite, diçine dêra xwe, xwera dêr çê kirine...
Min derheqa wê nexweşîya ku ketiye li nava Êzdîyan
bihîstibû lê bawar nedikir ku hesavê wan ewqas zêde ye.
Çawa li komarên sovêta berê usa jî li Ewropayê misyonêr
ketine nav êzdîyan û ji halê wanî dijwer sûdê werdigrin
bi alîkarîke madî û moralîye biçûk masayî wan diqulibînîn.
-Halê xelkê dijwer e, alîkarî, xêrxwezî nîne. Zanî, vê
xerîbê da evdê bêpişt ra çiqas dijwerî hene... Nezanî
û bêkarîya oldarên me jî alyê din... Misyonêr tên rex
wan disekinin, bi alîkarîke madî û moralîye biçûk, bi
axaftineke xweş xelk dikeve tora wan. Kê kete destê
wan merivê xwe jî bi xwera dikşîne nav wê herîyê...
-Lê Mala Êzdîyan dijî wan tiştekî nake? Civaka vira
çi dibêje?
„ Çend sal berê Mala Êzdiyan pirî hindikî baş bû.
Bêtfaqî û dotîretî kete nava Êzdîyan. Vanra meydan vebû.
Nexweşîke bê derman e,-rêberê min bi keser axavtina
xwe berdewam kir,- na, xema kesî nîne, ne jî dermanê çareserîyê
heye“.
Çend cara ez çûme avayê wanî Mala Êzdîyan. Derî dadayî
bû. Serokê malê yanê Pirîzîdêntê êzdîyan (çawa serokê
Malê nav dikin), ji pey gelek caw û têlêfona ra bi dewî
rasthatin bi min ra li nava bajêr da kivş kir. Kûçekê
da em rasî hev hatin. Ji pey axaftina 20 deqa ra ez gelekî
xemgîn û dilsar ji wî “PRÎZÎDÊNTÎ ” dûr ketim...
Ciqas min xwest guhdarîya wî buguhezim ser piroblêmên
êzdîyên koçber, li wê xweibyê, tifaq û yekîtîyê, alîhevkirinê,
xweyîkirina ziman, erf edet, nasnemê û tiştên mayîn.
Li ser wê malwêranîyê... Bersîva wî fikirek bû, ku “Êzdî
kurd nînin, zimanê wan kurmancî nîne êzdîkîye, wur her
tiştî dikin ku êzdîyan ji navê kurdîtîyê “xilazkin”
û nizanim çî, nizanim çî...”
Ji pey vegera minra “êzdîyên qulibî” gelekî ji min xeyîdî
bûn, ku çima min wanra gotye “ zêrê xwe paxirê xelkê ra
neguherin”, “xûna kal bavê xwe arzan nedin”.
Pirîzîdêntê Êzdîyan û koma wî jî gotibûn: “Eskerê Boyîk
hatibû, dixwest me êzdîyan bike kurd”.
Tê xanê xêrnexwezên êzdiyan, bi alîkarîya êzdîyan, li
nav êzdiyên Rûsîyayê da rind dixebitin.
Lê Êzdî çi dikin ku ber wê nexweşîyê bigrin? Gelo
sebebê wê malwêranîyê çîye? Gelo dewya Ezdîtîyê hatîye...
Di Derheqa wan pirsa gotara min ya bi sirê da.
|