Fikira min derheqa axrîya
rojnema RÎYA TEZE da
Eskerê BOYÎK
80 sal berê, sala 1930
î, bi biryara hukumdarîya weletê sovêtê li paytextê komara
Ermenistan Yêrêvanê dest bi weşena rojnema bi zimanê
kurdî (kurmancî) RÎYA TEZE bû. Rojneme bi elfeba kurdî
girafîka latînî, ( ya ewlin) hate weşendin.
Ew elfeba dîsa li wur sala 1928 a bi dewletî hatibû çêkirin,
hazirkirin û qebûlkirin. (Elfeba Îsahak Marogûlov û Erebê
Şemo).
Dema li heçar perçê Kurdistanê her alîya va kurdeyatî
qedexe bû, heyîtî nav û nasnema kurdan, bi destê dagerkirên
Kurdistanê dinîyayê da dihat qedexekirin, tunekirin weşena
rojnemeke bi zimanê kurdî, aw jî bi dewletî, di emrê
gelê kurd da bûyateke dîrokî û sîyasîye pirr gring bû.
Kurdên Ermenistanê bi weşedina rojnema RÎYA TEZE,
bi hesavê hezara hejmara pirtûkên cûricîr, di gundên
kurda da vekirina dibistanên kurdî, bi radîoya Yêrêvanê
axaftinên zimanê kurdî, kurdîtî zêndî xweyî dikirin, çandeke
kurdewarîye delal diefrandin, ji bo gelê kurd bûbûn hivya
heyîtîye û xwehisîyanê.
RÎYA TEZE li dora xwe temamîya rewşenbîrên kurd
yên weletê sovêtê civandibû û bûbû navendeke pêşdabirina
ziman, dîrok, rojnemegirî, çand û kûltûra kurdewarîyê.
Navê ronakbirên kurde usan
mezin RÎYA TEZE va girêdayîne, ku ne ku tenê kubarîya
kurdên weletê sovêtê ne, lê temamîya gelê kurd ra nav
û hurmeta mezin anîne: Erebê Şemo, Hecîyê Cindî,
Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Şekroyê
Xudo, Casimê Celîl, Ahmedê Mîrazî, Cerdoyê Gênco, Şikoyê
Hesen, Mîkayêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Nado Maxmûdov,
Xelîl Mûradov, Ûsivê Beko, Mîroyê Esed, Qaçaxê Mirad,
Elîyê Evdilrehman, mêrxwesê welatê sovêtê Şemend
Syabendov, prof. nivîskar Sihîdê Îbo, Simoyê Şemo,
Cerdoyê Esed, Rizalîyê Reşîd, Egîtê Şemsî, Egîtê
Xudo, Çerkezê Reş, Ehmedê Gogê, Sima Semend, Tîtalê
Efo, Kurdzanên bi nav û deng: prof. Çerkez Bakayêv, Îvan
Farîzov, pirof. Ordîxan Celîl, doktor Xalit Çetoyêv, prof.
Şerefê Eşir û gelekên din.
Derheqa rojnema RÎYA TEZE
dema xwe da bi şêkirdarî HEWAR a Celaddêt Bedirxan
bi helalî nivîsîye û weşena rojnemê silav kirye.
Serokê gelê
kurd, nemir Barzanîyê Mezin û gelek şiyasetmedar,
nivîskar, zanîyarên kurde binav û deng bûne mêvanê rojnemê.
Arşîva rojnemê da bi seda neme ji mirovên eyan hatine
standin û xweyîkiririn. Kurdzanên mezin M.Laziryêv, M.Hasratyan,
M. Rûdênko, T. Arîstova, O. Jîgûlîna, E. Vasîlyêva, A.Mêntêşaşvîlî,
P. Mûradyan, nivîskarê ermenîyî mezin Hraçîya Koçar, kurdzanên
kurd Z. Yûsûpovna, L. Paşayêvna u geleken din xêrxwez
û piştovanê rojnemê bûne, ji wan geleka bi gotarên
zanîyarî rojnemê da pêşda hatine.
Gelek zanîyarên
kurdistanê ku welatê sovêtê da xwendine rojnemê bûne mêvan,
piraktika xwe rojnemê da derbas kirine…
Jiyana rojnemê dîrokeke pirr mezin e, neynika têkoşîna
gelê kurd e.
Ji pey hilweşîna deshiletdarîya sovêtê ra ew malbeta
bi nav û deng, ew rewşenbîriya welatparêz e rengîn
ji hev bela bû, navendên çand û kûltûrayê pelişîn,
bêpşt û bêxwedî ji girtinêra rûbirû man…
Ji sala 1990 î destpêkirî civaka kurdên
Ermenistanê ji hev bela bû. Ya ecêb hate serê xelkê. Xelk
ketin devê anarxîyayê, bêqanûnîyê, mafîya û wa gotî „pêşîkêşên“
firotîye neqenc.
Destên dervaye bêbext bextê civakê ra lîstin,
dutîretî kirine navê. Pirsa êzdî kurd nînin heta gîhandine
sazîyên navnetewî.
Hêza rewşenbîrya kurdên sovêtê têrê
nedikir pêşîya wê lêyê bigre., yan gerekê xwe kerrkirana,
hale çêbûyîra razî bûna yan ji komarê derketana…
Qewatek, hêzek, zanîyarekî kurd û kurdistanî
derneket dijî wê kirina wan û heta îro jî wek zinarê çîyayê
Kurdistanê kerrin.
Civaka, ku ser
erdê welatê xwe nine, gelê wî piştê nesekinîye û
piştgirîyê nake, zû dereng li ber vê qedera dilêş
disekine.
Rojnema RÎYA
TEZE kete hale aborîêyî xirab…Karmend, nivîskar û pêşewitiwê
dorê nemam. Ji kolêktîva rewşenbîrîye mezin man du
meriv. Lê dewya sala borî êdî tek Mirazê Cemal ber derî
bi destê tewar ma…
Van bîst sale
axrîyê pojnenê têkoşîna hebûn-nebûnê daye. Ji bo
rojneme weşana xwe berdewanke bawarkî derê hemû sazî
û dezgehê kurdî hatine kutan. Rojneme di hale: “Cevê li
derîya, xwelî li serîya da” bê qeyde hatîye weşandin.
Gerekê razîbûna
xwe bidine wan yên destê xwe dirêjî rojnemê kirine.
Bi texmîna min
wede hatîye û hela hevkî jî dereg mane gerekê dewî wê
“parsekçîtîyê” bê, gerekê navê RÎYA TEZEY î giran arzankirin
û sivikirinê xilazkin.
Ciqas ez difikirim
û ber li çavan e Ermenistanê da ne bingeha aborî û çandî
maye, ne jî hêzeke rewşenbîrî heye ku weşena
rojnemê berdewan bike, ne jî xwendevanê rojnemê mane.
Sala borî (2010) emrê rojneme bû 80
salî. Bi texmîna min hê tu kovar-rojnemê kurdî negihîştine
wî temenî. Sersalek bi hurmet bû, ku gelê me bi kêfxweşî
gerekê bida kivşê û ew salveger (hobêliyan) ne tenê
wê bibîya bîranîn û qîmetkirina karê rojnemê lê bîranîn
û qîmetkirina kar û barê wan mezinan, navê kîjana me bîr
anî. Wê bibîya qîmetkirna karê temamîya wê para kurda,
ku welatê sovêtê da halê dijwer, û mecalên kêm navê kurdîtîye
ji xwe ra kirin ala xweparastin û welatparêzîyê, heta
îro jî bilind digirin. Lê tu dezgehekî kurdî, ew herema
Kurdistanê be yan der, tu hêzekê, di nav bîstî zêdetir
têlêvîzîyonên kurdî da tu yekê guh neda wê salvegerê.
Rehmetîyê Girîşayê Memê, berî wefeta xwe bi
têlêfonê minra go : “Heta serê sale em vê 80 salîyê derbaskin…Paşê
nizanim çi bikim”.
Paşê eşkere bû, ku qewata wan
tune bûye û kesî ji piştgirîya wan nekirîye ji bo
derbaskirina wê salvegerê.
Wan salê “xwestekîyê” ew rojnema emirdirêj,
ew rojmema xweyê dirokeke giranbiha usa arzan kirin ku
kesî nexwest salvegera wê bide kivşê.
Gazin tu kesî tune.
RÎYA TEZE navê xweyî nemir di diroka çand
û rojnemegirya Kurdî da nivîsîye. Ew bûye parek ji diroka
gelê kurd. Navê wê û navê bi seda rewşenbîrên kurd
e mezin, ça gel dibêje “wek goşt û neynûk bi heva
ne”.
-Ez bangî heval û hogirên xwe dikim, ku niha zêndî ne,
kîjana jîyana xwe wê rojnemê da derbas kirine, dîroka
wê parek ji jîyana wan e, nivîskarê rojnemê bûne, xwendevan,
xêrxwez, alîgirên wê bûne: Emerîkê Serdar, prof. Karlênê
Çaçanî, Babayê Keleş, Ahmedê Hepo, Têmûrê Xelîl,
Egîtê Abasî, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Recevî, prof.Celîlê
Celîl, prof. Kinyazê Îbrahîm, Wezîrê Eşo, dok. Tosinê
Reşîd, , prof. Maksîmê Xemo, Ezîzê Cewo, Elîxanê
Memê, Keremê Seyad, sîyasetmedar Kinyazê Hemîd, Vanîkê
Elîxan, dok. Nûra Cewarî, sazbbendzan Cemîla Casim, Aslîka
Qadir, Mirazê Cemal û dewyê da jî xwe, nav û giranîya
çawa rojnema RÎYA TEZE , usa jî wê arşîva çand û
kûltûra kurdî xweyî derkevin ku dema deshilatdarya sovêtê
da hate danîn. Biranîna ronakbiren meye rehmetî bilind
bigrin.
- Eger dezgehek, sazîk yan deshilatdarîya Kurdan karibe
RÎYA TEZE zêndî bike, alîkarîya weşena rojnemê, organîzekirina
wê, pirsên aborîya weşenê û rêvabiryê ya demdirêj
( ne ji bo çend hejmara, yan demeke kin) hilde ser xwe,
wê cîyê kêfxweşîyê û şêkirdarîya mezin be. Alîkarî
jî gerekê eşkere, rêk û pêk bê kirin, cîyê tarî,
nerazîbûnê û gazina wek berê navda tunebe, şexsyet
gerekê navê da rolê nelîzin, alîkarya bê dayîn gerekê
bê kontrolkirin çika ew alîkarî diçe ji bo weşena
rojnemê yan ?
-Eger ew alîkarî tunebe, berdewankirna weşena RÎYA
TEZE xiyal e u vî halê çêbûyî da eger neyê rewastendin
wê nav û naveroka rojnemê arzan û bêrûmet bibe.
- Ez bawerim, ku em, çiqas jî ji hev dûrin û ewqasî jî
halê jîyana serketî da ninin, lê em di wê hêzê ne, ku
dewsa rojnemê malpereke xurû kurmancîye xurt, ya bi navê
“RÎYATEZE ru; yan RIYATEZE com. karin vekin û bi serketin
wê rêva bibin. Ez bawarim, ewê ji bo kurdên sovêta berê
bibe dibistana ziman û xweparastinê (çawa dema xwe da
RÎYA TEZE bû) û di nav malperên kurdî da navê RÎYA TEZE
bilind bigire.
-Bi wê malperê em dikarin kar û barê rewşenbîrîya
kurdên sovêta berê zêndî bikin, ew nivîsarên nivîskarên
meye rehmetî, ku nikaribûn biweşandana bikine malê
xwendevanê kurd..
-Jîyan usane: rabûn jî heye, ketin jî heye,
hatin jî heye, çûyîn jî heye, bûyîn jî heye mirin jî heye…
Mirina bi rûmet, jîyana bêrûmetîyê hezar carî çêtire.
***
Wê cîyê kêfxweşîyê be, ku di vê derheqê da, pêşewitîyê
RÎYA TEZE ye din jî fikira xwe bêjin.
10 .01.2011
|