Helbesta kurdî di edebyeta
kurdên sovêtê de
Eskerê BOYÎK
Destpêka sedsala borî, li welatê sovêtêyî nu demezirandî
de, saya bi dêmokiratî nêzîkbûna pirsa miletîyê, çawa
ji bo gelek netewên kêmjimar
usa jî ji bo pareke gelê kurd mecalên pêşdaçûyîna
perwerde, çand û kûltûra netewî vebûn. Ev, ew para kurda
bûn, ku ji zulm û zora împratorîya Osmanîyê, qir-bira
komkujiyên salên 1915-1920 î, ji cî û ware kal-bavên xwe
şihitî bûn, revyabûn xerîbîyê û bi çûrekî xilas
bûbûn. Civak hale eşîretîyê, koçerîyê û nîvkoçerîyê
de bû. Derheqa xwendin-nivîsarê de gilî
nikaribû hebûya. Şêr, rev-bezê,
xelayî û nexweşîyan qira xelkê anîbûn. Sêwîxane
tije zarokê kurda bûn. Civak
li nav pirsgirêkên jîyanêye dijwer de bû.
Di vî hale civakî û aborîyî giran de dewleta nû avabûyî
(rewşa wê jî pir dijwar bû) qerar û qanûnine nû qebûl
kirin. Nava demeke kin de dest
bi kampanîya dijî nexwendîtîyê bû, elfebên netewî hatin
demezirandin, gundên kurda de dibistan bi zimanê dê hatin
vekirin, xwendexanê hazirkirina kadirên xwexatîyê vebûn,
weşena pirtûkan bi zimanê dê dest pê kir, şaxê
koma nivîskarên Kurd li rex yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê
vebû. Weşena rojnema RÎYA TEZE û ocaxên perwerde
û çandêye netewîye din bûn bingeh ji bo
pêşdahatina edebyeta netewîyê navêda usa jî helbestvanîyê.
Wê demê kadirên kurdan
pir kêm bûn, despêkê de bawarkî tune bûn.
Di vî hale dijwer de rewşenbîrên ermenî bi xêrxwezî
berbirî wî karî bûn û alîkarîya mezin dan ku bingeha edebyeta
kurdî di wî welatî de bê danîn. Payê wan rewşenbîran
tevî civakên kurdan jîya bûn, ziman, xeyset, erf û edetên
kurdan zanibûn.
Efrandarên kurd e ewlin hîmlî gênc bûn, yên sêwîxana de mezin bûbûn, dibistananên
sêwîxana de perwarde bûbûn.
Ji nivîskarên kurdên sovêtêye ewlinin Emînê Evdal, Hecîyê
Cindî, Casimê Celîl, Etarê Şero, Ahmedê Mîrazî, Wezîtê
Nadirî helbest nivîsîne û weşandine, ji pey wan re
Qaçaxê Mirad, Usivê Beko û hineke din tên.
Lêkolîna helbestên kurdî yên
wê demêye weşendî nîşan dide, ku payê wan efrandinaye
pirê di ware ziman qewl û qanûnên helbestvanîyê de dikulin,
gelekî sade û pirozayîkin. An
pesin in, hukumdarîya komûnîsta, dewra sovêtê, pêşîkar
û serokên wê sazîmanê digihînin esman, an jî nelet û û
nifir in derheqa dewrana derbasbûyî de… Her
tiştê dewrana çûyî reş e, dewrana sovêtîyê ronayîye,
evdên feqîr-belengaz hemêz dike, jêra bextewarîyê tine
û ji zulma dewra çûyî xilaz dike. Li ser edebyeta
wê demê hukumê ziman û helbesta ermenî berbiçeve. Cem
Etarê Şero kêmaya xwendevanîyê xwe nîşan dide
û wî dikşîne berbi zargotina gelêrî, xazma dengbêjîyê,
lê nikarê dengbêjîyê efrandarya xwera bikin hîm û xebera
xweye xwexwetyê bêje. Ji efrandinên
Ahmedê Mîrazî û Wezîrê Nadirî bîna edebyeta kurdaye kilasîk
tê, lê kamilbûn hê nîne. (Heyf,
Wezîrê Nadirî zû çû ser dilovanîya xwe û pêra negîhand
xebera xweye helbestvanîyêye esil bêje).
Li cem Qaçaxê Mirad
û Ûsivê Beko pirîskên helbestvanîyê têne xanê.
Lêkolîna berhemên helbestvanên wan salan nîşan didin,
ku ew dixwezin xwera rêkê vekin,
gotina xweye xwexwetîyê bêjin lê tê bêjî şureta efrandarîyê
têrê nake, fikirên sîyasî helbestê dixeniqînin û wan dikşîne
goveka zargotinê. Ji bo wê helbestvanên jorgotî paşê
destê xwe avîtine destanên gelêrî…
Dewsa têxnîka çêkirina helbestê, kêşesazyê û tiştên
din ji zargotina gelêrî hildin, hinbin dikevin nava naveroka
destanan û wa gotî veçêkirna wan, wan dikin mecal ku fikirên
xweye sîyasî bêjin, dewra çûyî nuxsankin, li nav qelş
û qetên destanan de ronaya sosîyalîzmê bivînin. Di nav
wan de jî dixalifin, rêya xwe tev li hev dikin û hêza
wan nagihîjê nave derên. Destanên bi destê wan veçêkirî
qelsin, seqet in û ji qîmêtê xweyî gelêrî pir nimz in.
Navbirîya salên 1937-1955 a, ku kete navbera pêşdaçûyîna
çand û kûltûra kurdî li welatê sivêtê xazma Ermenistanê,
zîyaneke giran gîhand e wê pêvajoyê. Lê çî jî hebe, wan
salan ji bo pêşîroja edebyeta kurdî bingehek hate
danîn.
Ji nivê salên 50'î dîsa rojên xweş seva pêşdaçûyîna
çand û kûltûra kurdê Sovyêtê hatin. Dîsa dest bi weşana
rojnama Rîya Teze, axaftinên radyoya Yerêvanê bi zimanê
kurdî bûn, xwendinxana dersdar hazirkirinê vebû, Beşa
Nivîskarên Kurd li rex Yekîrîya nivîskarên Ermenistanê
karê xweyî efrandariyê gumrih pêşda bir, di Akadêmya
Ermenistanê Zaniyariyê, İnstîtûta Rohilatzanîyê da
para kurdzanîyê vebû, pirtûkên kurdî hatine weşendin
û hwd...
Vê carê meydana
karkirinê vala nî bû, kadrên kurdaye anegor hebûn.
Salên xweye
efrandaryê de bûn Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ahmedê Mîrazî,
Casimê Celîl. Her usa jî hatin gihiştine wan Qaçaxê
Mirad, Usivê Beko, Elîyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê
Esed, Xalîl Mûradov û hinekên din, yên ku karên dewletê,
cuda-cuda da dixebitîn. Erebê Şemo ji piştî
vegera ji sirgûnîyê karên xwye efrandariyê xurttir kir.nivîsarên
xweye salê sîyî carke din li ber çava re derbaz kir. Payê
vane pirê di rêya nivîsara vekirî de çûn.
Zanyar Emînê Evdal di tev
xebatên xweye kurdzanîyê, zargotinê, gelek helbest û destan
weşandin. Hêjayî bîranînê ye destana wîye “Gulîzer”.
Ev destana di radyoya Yêrêvanê para axavtinên kurdî de
kirin radîyokompozîsîya û alyê guhdara ve bi hizkirin
hate qebûlkirin.
Helbestvan Casimê
Celîl gelek berevokên helbest û destana weşend. Salên
cuda-cuda berevokên wîye “Elegez”, “Beyt-serhatîyên kurdan
yê evîntîyê”, “Kanya dê”, “Ocaxa min”, “Kilamên çîya”,
“Oda curda”, “Kurdê Bengî” çap bûne.
Xudanê çend
berevokên helbestan in Qaçaxê Mirad û Usivê Beko. Di tevî
nivîsê xweye vekirî xudanê çend berevokê helbesta ne
Elîyê Ebdîlrehman.
Li ser vê govekê û bingehê
dengê edebyeta esîl ji pêy salê 60'î ra hate bihîstin:
Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Usiv,
Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî, Rîzalyê, Eskerê Boyîk,
Tosnê Reşît, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Barîyê
Bala...
Ji van hineka
bi şureta afrandarîyêye mezin, hineka bi xebathizî
û zanebûnê pirr rîya xwe vekirin û ji alyê xwendevana
da hatine naskirin û qimetkirin.
Mîkaîlê Reşîd yek ji
helbestvanên kurdên
Soveta berê yên
herî navdar
û xweyê berhemên giranbiha bû. Ewî zanînê xweye edebyetê yek ji navendên
zanîngeha edebyeta cihanê, înstîtûta edebyetê ya ser nave
Maksîm Gorkî li bajarê Moskivayê hilda bû.
Ew pêshengê nûjentiya helbesta kurdî
ya kurdên soveet
ê bû. Wî
gelek cure
û stîlên
helbesta nûjen ya cîhanî anî nava helbesta kurdî. Di helbestên xwe da texnîka helbestvanîya nûjen carna bi zanîstî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûre- naverokeke nûye xweşik dihat hûnandun.
Hinek helbestên
wî, tevî nûjenîyê, usa ketine qalibê netewîyê, ku bûne sitiranên hizkirî.
Sala 1961'ê
berevokên helbestan, ya Şikoyê Hesen “Qlçîçek”
û ya Fêrîkê Usivê “Çevkanî” çap bûn. Weşandina
van herd berevokên helbestaye ewlin, qewmandin bûn li
nava edebyeta kurdê Sovyêtê de. Herd şayîr jî xwedêdayî
bûn, wextekî kin da bûn hizkirîyê xwendevana.
Şikoyê
Hesen ji rûyê tengasîyên aborî û der dorên neqenc de nikaribû
temamîya qewat û şureta xwe ji bo pêşxistina
edebyeta gelê xwe bida kêranîn. Ji pêy weşandina
du pirtûkên helbest re: “Tembura kurda” û “Meremê dilê
kurd”, çîlûheyşt saliya xwe de çû ber rema Xwedê.
Lê çi jî hişt pirr giranbiha ne.
Berfire ye goveka
efrandarîya Fêrîkê Ûsiv. Wî mîrateke pir mezin û zengîn
ji pey xwe hiştiye. Ev berevokên wîye helbesta hatine
weşandin: “Gula Elegezê”, “Lîrîka”, “Usivê Nebya”,
“Narê”, Hisretdefter”, ( di berevoka “Bihara teze” N 1),
“Dinya Delal” (di berevoka “Bahar” N 6). Fêrîkê Usiv hostê
xebera bedewtîyê bû. Ewî bi helbest û destanên xweye delal
reng û rewşeke nû de cûre û naveroka helbesta kurdî,
bi heqî gotî nûjenîya esil anî nava poêzîya kurdaye pirqurne.
Ji cûrê kilasikê dûr neket, lê bi rê û şopa xwe ew
dewlemend û rengîn kir, bi kurtî gotî qesra xweye bedew
li rex qesrên şayîrê kurdaye nemir çêkir. Destanên
wîye “Usivê Nebya”, “Xewna Mîrmîh”, “Rihana Reşo”,
“Hisret” û yên din ne ku tenê sertacê efrandinê wî ne,
lê usa jî mirov kare wana dayne li rex destanên kilasikên
meye here mezin.
Ew ji derca
gundê xweyî biçûk, bilind bû ber bi pirsgirêkên cihanê
yê here ferz, ji sadetîya jîyana gundîya niqoyî li nav
felsefe û aqilbendîya mirovatîyê ya hera gure û diramatîk
bû, ji çîrok, kilam û destanên odên gelêrîyê yê "hezarsalî"
derbazî pirsgirêkên pêşvaçûyîna destanînên zanîyarîya
vê dewranêye here kûr bû. Dilê şayîrî nazik li ser
her pirsgirêkê dikewgirî, wan li nav kûrma agirê dilê
xwe re, li nav hizkirin û sura afrandarîyêye esil re derbaz
dike, xwendevana re dikeve şêwrê, bersîva pirsgirêkan
dide, wan dike efrandinên bedewetîyêye nemir û dide xwendevanê
xwe.
Helbestvanên
hêja û xweyê rîya xwexatîyê ne Simoyê Şemo, Egîtê
Şemsî, Rizalyê Reşît,.Sihîdê Îbo, Karlênê Çaçanî…
Nivşên
pey wan ra Eskerê Boyîk, Tosinê Reşît, Çerkezê Reş,
Elîxanê Memê, Barîyê Bala xwe ra ronayîke geş, kûrayîke
anegor û bineke xweş anîn.
Li nava kurtenivîseke
wa da mecal nîne wan hemû kar-barên li nava wan 65-70
sala de di werê helbesta kurdî de hatîye kirin bê gotin,
qimetkirin û analîzkirin.
Ew mijara ne
ku miqaleke wa ye, lê bi deha xebatên edebyetzaniyêye
mezin e.
Edebyeta kurdê
Sovêtê bi cûre, naverok û temamîya xwe şaxekî edebyeta
kurdaye teybetî ye. Rast e li xerîbîyê hatiye efrandin,
lê mîna xûn-goşt tim li welatê xwe ve girêdayî bûye.
Pêvajoya pêşdaçûyîna çand û kûltûra kurdî li Ermenistanê gumrih berdewam
kir heta salê 90'î. Rûyê pêşdahatina qewatên miletçîye
şovûnîst, hilweşîna qeydê Sovêtê, avayê çand
û kûltûra kurdaye li wur jî hilweşiya.
28.06.2011
|