Mamosta û niviskar
Rizalîyê Reşîd
(1929-1998)
Eskerê BOYÎK
Bîranîn…
Meriv çiqas emirda mezin dibe, bîranîn jî zêde û mezin
dibin. Carna ez xwe ji bîranîna xilaz nakim. Heval-hogir,
evdên ku bi salan em di jîyanê da bi hevra rê çûne dikevne
bîra min. Wek kûrma agir bûyarên qenc û xirab hişyar
dibin, min dikin nava xwe û berbi rojên bûhûrî dibin.
Rojên çûyî şûnda nayên, bûyarê derbasbûyî, nikarî
vegerînî, nikarî hinek tiştan raskî, hinek tiştên
nîvcî mayî tamkî, ji hinek xeletyên kirî xwe xilazkî …
Rizalîyê Reşîd bîranîna min da tim wek evdekî pirr
rem, milahîm, xeribdost û hevalhiz dimîne. Ew bi rastî
jî mamoste bû, dersdarekî esil bi berbirbûn, xeyset, zanebûn,
rabûn-rûniştandin, xwe va. Teyê bigota ew ji bo mamistatîyê
hatibû dinê.
Temamîya jîyana xwe ya xebatê û efrandarîyê gundê xwe
da derbas kir, bêtirî pêncî salî dersdar û rêvabirê dibistana
gundê xwe xebitî. Gundya, yê emrê wî da jî jêra digotin
dersdar.
Evdekî civakî bû. Şîn û şayê gund û êlê da
timê nava civakê da hazir, alîkar û rêzan bû.
Navê gundê wan Kurekend bû. Paşê bi hewildana wî
û hinek welatperwerê meye din bi biryara dewletê navê
gund guherîn, kirin Fêrîk. (Navê şorisger- nivîskarê
kurdî hêja, ku salên şorişa oktyabirê û şerê
bajarvanîyê li Sîbîra Rûssyayê kerekî pirr mezin kir û
şihîd ket).
Ezbawar nakin ku li nava rewşenbîrê meye kurd yên
Ermenistanêye û ne ku tenê li nav wan, le di nava naskiryê
wî da, yek hebûya ku derheqa Rizalî da hevkî sar bifikirya.
Ez û Tosin ê birayê wî heval bûn. Navbera malbeta me
û birayê wî Rostem jî xweş bû.
Rêya min time mala wan e şên û xweş diket.
Maleke kurdaye mêvanhiz, bi rabûn-rûniştandin, bîr
û bawarîyê miletîyê ye qedîm…
Bûyarek heye qet ji bîra min naçe û dema dikeve bîra
min, keserele kûr jî ese pey ra tê.
Min derheqa gundên Kurdan yên Ermenistanê da dinivîsîn
û rojnema RÎYA TEZE da diweşand. Sala 1990 bû yan
1991 ê, pak nayê bîra min, ez çûme gundê Kûrekende (Fêrîk).
Sibê zû gîhîştime gund, rast çûme mala Rizalî. Me
teştîya xwe xwer û em herd derketin nava gund. Me
pîremêr dîtin derheqa dîroka gond, dîroka pêşya da
ji wan pirsî, çûne klûbê, dibistana ku wî berpirsyarî
dikir, çûne bal sedrê kolxozê, em li nav xebatçîya li
bax û bostana geryan…
Berêvarê, ji kewşen em vegeryan nava gund. Li nav
gund bûsa Fêrîk-Êçmîadzînê sekinî bû.
-De başe, me karê xwe xilaz kir, bûsa min jî sekinîye…
-Ça, tu dixwezî vegerî?- Rizalî ecêbmayî li min nihêrî,-
malê hazirî dîtine, nefer, lawik, hîvîya mene… Îşev
emê ji xwe ra mijûl bin. Gilî-gotin…
Xeysetê xirab, min da zora xwe, menîyê ne cî anî, dewyê
min ew hemêz kir û hilkişyame bûsê…
Rizalî nizanbû çi bigota.
-Careke din, ez û Tosinê tev bên, emê dirêj bimînin…
Carke din êdî çê nebû.
Her car, dema ew roj dikeve bîra min, pirsekê didime
xwe.
-Çima, çima nesekinîyî? Çima te dilê wî cwamêrê xêrxwez
şkênand?
***
Rizalîyê Reşîd sala 1929 a, 16 dêkabirê li bajarê
Tilbîsê, komara Gurcistanê hatye dinê. Malbeta wan kurdên
êzdî ne, ji eşîra Şerqîya. Sala 1918 a ji ber
êrîşa leşkerê Tirkan, cî û warê xwe (Herema
Qersê, gundê Sûsizê) dihêlin direvine Ermenistana îroyîn.
Berê bal qewmê xwe gundê Korbilaxê nehiya Axbaranê da
cî dibin, paşê diçine gundê Çobanmaza wê nehyê. Eskerên
tirkan û alayên Hemîdiyan tên digihîjine wura jî. Êrîşkarê
Osmanî kalkê helbestvan tevî hinek zilamên kurdên êzdî
yên wê heremê digrin divine gundê cînar yê ermenya: Tanegermesê
(niha Hîgavan). Wana jî bi gelek ermenya ra dikine hundur
gomekê, agir berî gomê didin û dişewitînin. Giranya
xweyîkirina malbetê dikeve li ser milê bavê wî: Reşidê
gênc. Halê xelkê wê heremê, xazma yên mihaciran pirr xirab
dibe. Bi zehmetî diçin digihîjine bajarê Tilbîsê.
Bavê wî Reşîdê Osman zane û jêhatî bûye. Bajêr da
paletîyê dike, rewşenbîrên kurd yên wî bajarî ra
dibe nas, xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsarê dike. Emekê
remetyê Reşîd ne ku tenê di xwendin, pêşdaçûyîna
lawên* wî da mezin bû, lê usa jî ji bo lawê pismamê wî
Qanatê Kurdo pirr e. Wan salê giran Qanat jî dê-bavê xwe
unda dike sêwî dimîne. Reşîd Qanat jî xweyî derdikeve.
Ew Qanat xweyî dike. Saya wî bû, ku Qanatê biçûk, di jîyanê
da rîya xwe dît û gelê xwe ra bû ronakbîr û zaniyarekî
mezin.
Bere-bere halê malbeta Reşid xweş dibe. Dizewice.
Zarok dibin. Lê berê wî tim berbi Ermenistanê civaka
qewm-pismama bûye.
Nivîskar bîranînên xwe da dinivîse: „Sala 1936 a bavê
min ez, birê minî ji min biçûktir: Rostem û dîya min va
anîne Ermenistanê, li gundê Fêrîk (wê demê Kûrekend) nehiya
Êçmîadzînê cem apê min Ahmê û pîrka min- Xezala Ûso hîştin
û dîsa vegeriya Tilbîsê li ser karê xwe“.
Wê demê di gundên kurdan dibisan vekiribûn, perwerde,
xwendin bi temamî bi zimanê dê dihat pêkanîn. Kûrekend
jî gundekî kurdên êzdî bû. Du sala mekteba gund ya kurdî
da dixûne. Ji peyra dibistanên kurdî tên dadan, dewsê
xwendin dibe bi zimanê ermenî. Heta dersxana VII li
dibistana gundê xwe û gundê ermenya yê cînar Haytaxê dixûne.
Paşê sala 1946 a xwendinxana bajarê Êçmîadzînê ya
dersdarhazirkirnê da xwendina xwe berdewan dike.
Ji pey dewî anîna xwendexanê ra, sala 1951 ê înstîtûta
bajarê Yêrêvanê ya pêdagogîyê ( dersdarhazirkirnê ) da
tê qebûlbûn û sala 1956 a fakûltêta wêye dîrokê xilaz
dike, dibe dersdarê dîrokê.
Ji pey xwendinê ra temamiya jîyana xwe dibistana gundê
xwe va girê dide. Sala 1956 a da wak dersdarê zimanê kurdî
dixebite, lê 1962 da rêvabiriyê dibistana gundê xwe dike.
Devedevî nîv sedsalê jîyana xwe da perwerdekirina zarokê
gundê xwe. Gelek şagirtên wî, bûne merivên eyan.
Sala 1998 a Rizalîyê Reşîd çû ser dilovaniya xwe.
***
Rizalîyê Reşîd dinivîse: „ Sala 1958 a, meha Adarê
birayê minî biçûk Tosinê Reşîd* helbestek nivîsîbû
u anî da min go: bixûne. Nayê fikira min çi helbest bû,
min xwend û gotê: „Wekî ez bixwezim, ezê te rindtir binivîsim.
Min hema wê êvarê helbestek nivîsî û hingê da dest bi
nivîsara helbesta kir“.
„ Gerekê bêjim salê di xwendinxanê da hîn dibûm (1946-1950)
min bi zimanê ermenî helbest dinivîsîn. Paşê min
terk da û herçê nivîsî bû unda kirin“.
Di wê demê da gotar, helbest û nivîsên wî rûpelên rojnema
RIYA TEZE da têne xanê. Pirtûka wî ewlin ya helbesta „Berbi
tavê” di sala 1964an li Yêrêvanê hat weşendun. ”.
Lê berevoka helbestên wî, ya duda „Xem û xeyal” ji pey
18 sala ra (1982) hatye weşandin. Ev navbiriya dirêj
halê weşendina wejêya kurdên sovêtê ya wê deme tîne
ber çavan. Gerekê bi heqî bê gotin, wê demê weşendina
berhemên nivîskaran, gelek cara ne bi hêjabûna wan le
wa gotî „deshiletdarî“ , „jêhatina“ nivîskaran pêk dihat
…Ya rastî ewe, ku wê demê pirtûka nû weşandin merivekî
wek Rizalî yî rûnerm ra gelekî dijwer bû. Ew di nivîsara
„Serhatya min“ da wê derheqê wa dinivîse: „...weşandina
pirtûka gelekî derengî dikeve û ew yek şeka merîyaye
nivîsarê dişkêne. Rûyê wê yekê da min gelek sala
nivîsandin hîştibû.“ Pirtûka sisya: „Heyr û guman”
ji pey gelek eglekirina ra sana 1989 an berevoka Efrandinên
nivîskarên kurdên Sovêtê BAHAR-8 da wek pirtûk hate weşandin.
Qelema Rizalîyê Reşîd di warê nivîsara vekirî :
xazma kurteçîrokê da jî serketî bû. Hewaskarin bîranînên
wîye derheqa Qanatê Kurdo da. Pirtûka hinek kurteçîrok
û bîranînên wî sala 2008 a li bajarê Bêrlînê di nava weşenên
komela Xoybûn derket.
Xêncî van hesavekî mezin helbest û kurteçîrokên wî rojnema
RIYA TEZE, hejmarên berevokên Efrandinein nivîskarên kurden
Sovêtê BAHAR, kovar û rojnemeyên kurda da li Ewropayê
u welêt çap bûne. Helbestvan mîrateke efrandariyêye neçapkirîye
mezin li pey xwe hîştye. Em bi hêvî ne ku rojekê
berhemên Rizalîyê Reşîd bi giştî bibin malê
xwendevanên kurd.
Ev helbesta Rzalîyê Reşîd tê bêjî ji dilê min derketîyê,
bixûnin wê we jî xweş bê.
Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man.
Hezar, hezar av û tofan
Kişîyan û çûn, kanîyên me man.
Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer,
Weke berfa sîngê Sîpan
Helîyan, dîsa çîyayên me man.
Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lê kirin,
Tofanê şûşt, ew tev birin,
Dîsa navên qedîm ser man.
Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me, xweş Kurdistan .
________________________________________
* Malbeta Reşîdê Osmên di nav Kurdên Sovêtê da
wek malbeteke eyan û rewşenbîr dihate zanin. Reşid
vedigere Ermenistanê, gundê Kûrekendê u salê dirêj sedirtiyê
kolxoza cî dike. Xêncî Rizalî birayê pey wî ra: Rostem
hesabdar bû. Birayê bîçûk Tosinê Reşîd e, nivîskarekî
Kurdî eyan e .
|