Şeroyê Biro – şahê dengbêjê
radîoya Yêrêvanê 1900-1985
Eslerê BOYÎK
Nivşê me li ber dengê dengbêj -sazbendên
radîoya kurdî ya Yêrêvanê mezin bûn, bi kilam û ewazên
wan, wê mîzîka delal perwerde bûn. Me şirnaya kilam
û ewazên kurdî ji dengê wan tem kir: Şamilê Beko,
Şeroyê Biro, Egîtê Cîmo, Egîtê Têcir, Reşîtê
Baso, Xelîlê Evdile, Memoyê Silo, Zadîna Şekir, Karapêtê
Xaço… Nav pirrin, karin geleka bidine rêzê. Ji wan her
yek bi xisûsîya deng, ewaz û kilamên xwe ketine nava
rohê me. Wan derê dengbêjîya kurdîye resen li ber me vekir
û bûn nimûnê ji bo qîmetkirina deng û dengbêjên nû.
Em nav û emekê dengbêjên xweye din kêm
nakin, sîyê navêjin li ser hunera wan, lê rastî ewe, ku
di nava wê chana dengbêjîya delal de şahê dengbêjên
radîoya Yêtêvanê, xweyê tacê zêrîn Şeroyê Biro ye.
Şeroyê Biro sala 1900 î li qeza Surmelîyê, Kurdistana
Bakûr di maleke kurdên êzdî de hatîye diniyayê. Wê demê
ew dever dikete bin deshilatdarîya Rûyîyayê. Biçûktayê
de li gundekî rûsên melekan de hînî zimanê rûsî dibe,
li wura jî ew dibistana dêra wan ya dusale xilaz dike.
Zanebûna zimanê rûsî karibû gelek dergê
jîyanê ber wî vebûna. Lê xwestin, xewn û xiyalê wî dengbêjî
bû, sazbendî. Dengbêjîya wî xwedê dayî bû. Teyê bigota
temamîya bedewî, deng û rengê suruşta çîya- banî,
zozanê welatê Serhedê, xulîna cew û kanîya, dengê qaz-quling
û werdeka, hewa hênik e mêrg-çîmana gişk di nava
ruhê wî de civiyabûn û bedewî, tem-şîrnaya xwe dabûn
dengê wî, ku li bal degme dengbêjan heye...
Zarotîyê de dê-bavê xwe wunda dike. Sêwîtî
û mecalên jîyanêye ne ewqas baş wî naşkênîn.
Panzde salî jî tunebûye heremê de wek dengbêjekî hizkirî
nav û dengê wî bela dibe, di gel dengbêj- sazbendên naskirî
dewet, kêf û şaya de distirê. Ji wan fêrî sirr û
sêrên dengbêjîya welatê Serhedê dibe.
Şeroyê Biro di serkanîyê de hînî kilamên Evdalê
Zeynikê bûbû û bêqisûr distiran. Nivîskarê hizkirî Ahmet
Arez, di pirtûka xwe ya derheqa Evdalê Zeynikê de dinivîse,
ku gava wî ji nebyê Evdêl pirsîye, gelo kîjan dengbêjê
kurd kilamê kalkê wî rind distirê, nebîyê Evdêl gotîye:
“Dengbêjê radîoya Yêrêvanê Şeroyê Biro “.
Gor lêkolînê Ahmet Araz, sala Evdalê Zeynikê
(1900 ) çûye rema Xwedê. Hema di wê salê, li wê heremê
Şeroyê Biro ji dayik bûye. Wusane, dengbêjên Şero
ji wan fêrî kilamê Evdêl bûye, piranî peyhatî û şagirtên
dengbêj-şayîrê Serhedêyî mezin bûne, wana Evdal dîtine,
di dema wî de kilamên wî sitirane. Dibe ji wan geleka
dengê wî jî bihîstine, şagirtê wî bûne. Şeroyê,
xweyê şureta dengbêjîyê di serkanîyê de av ji kanîya
dengbêjîya weletê Serhedê vexwerîye.
Sala 1917 a li Rûsîyayê şorişa Bolşêvîka
ser dikeve. Împêratorî hildişe. Leşkerên rûsan
ji heremê dikşin, diçin. Hêzên tirkan dikevin heremê.
Dutîretî dikeve nava êlên kurdan. Malbeta wan jî, bi hezara
malbetên êzdîyên êla Hesinya re tevayî ji zulma hatina
eskerên Roma reş û alayên hemîdîyan mecbûr dibin
cî-waren xwe bihêlin, birevine Ermenistana îroyîn. Ji
pey gelek telî telî-tengîyan û gerê re li gundê Tilikî
vala, li navçeya Telînê bineçî dibin...
Li Ermenistanê demezirandina qeydê Sovêtê re dewî kawos,
şer û dewa tê, jîyan dîsa dikeve rêya xwe. Nav û
dengê Şeroyê Biro jî wek dengbêjekî dengxweş
û sazbendekî hizkirî li nav olka kurdên êzdî de bela
dibe. Şedê wê demê gilî dikin, ku dema dibihîstin,
dengbêj-sazbendên filan yan bêvan dewatê koma Şeroyê
Biroye, cî li cîyê dewatê de nedima.
Nivîskar Casimê Celîl gelek cara gilî dikir, ku dewîya
salên sîyî çûye nav kurdên nehîya Telînê û koma kilam-
reqasê amade kirîye. Ew kom olîmpiyada rêspûblîka Ermenistanê
de ser dikeve, paşê olîmpîyada bajarê Moskvayê de
bi serketin kilam reqasên kurdî derdixe meydana welêtê
sovêtê. Di nav wê komê de bûne sazbend û dengbêjên wusaye
bi nav û deng, wek Şeroyê Biro, Şamilê Beko,
nave defçîyê komê Memo bûye. Go, Memo xweyê hunureke
defçîtîêye ecêb bû. Nivîskar digot, ku li olîmpîyadayê,
di ware serketina komê de, emekê dengbêjê mezin pirr bûye“.
Heyf, wê demê têxnîka dengnivîsarê, vîdîyo û mecalên wenekêşîyê
yên niha tunebûn, ku ew kilam-reqas, mûzîka bedew ewleda
ra bima.
Sala 1941 ê dest bi herba navbera Almanîya hîtlêrîyê
û welatê sovêtê dibe. Malbeta dengbêj jî dikeve halê giran.
Malê ve destguhestî bajarê Tilbîsê dibe. Ji despêka şêr
heta dewîyê fabrîka lêskerîyê de wek pale kar dike, pêra
jî dewata de dengbêjî û sazbendîyê dike.
Sala 1955 a, vekirina para axavtinê Kurdî di radîoya
Yêrêvanê de rûpelekî geş jîyana dengbêjê mezin de
vedike. Dengbêj jî nizanibû, ku dengê wîyî şîrin
bi radîoya Yêrêvanê temamîya Kurdistanê bela dibe, dikeve
her malekê, dilê her evdekî kurd, dibe dengê herî hizkirîyî
nemir û nav-hurmeta mezin dengbêj re tîne.
Dengbêjê mezin him kilamên nû efrandine,
him ji kilamên gelêrî û yên Evdalê Zeynikê bêqisûr sitira
ne.
Kilamên ku Şeroyê Biro bi radîoya
Yêrêvanê sitirane evin:
1.H’ekîmo /meyê dixe E’gîtê Cimo/
2.R’izgano /meyê dixe E’gîtê Cimo/
3.Met’ê / – “ “ - /
4.Gundê Mistê Kalo /meyê dixe C.Et’em/
5.H’ecî Balo /t’enê/
6.Xozandaxê /t’enê/
7.H’amê Mûsê /t’enê/
Kilamê
bengîtîê:
1.Şevavê /meyê dixe E’gîtê Cimo/
2.Salih’o / – “ “ - /
3.Bedewê / – “ “ - /
4.Emînê /meyê dixe C.Et’em/
5.Zerîê
6.Dezmalê /meyê dixe E’gîtê Cimo/
Kilamên
govendê
1.Hob Leylê /t’ev Asa Avdel/
2.Meyremê /t’ev Asa Avdel/
3.T’eşîya te ji darê /t’ev Asa Avdel/
4.K’eleşo tev Mecîtê Fariz/
5.Domam tev Mecîtê Fariz/
6.Bejnê tev Mecîtê Fariz/
Feyzoyê Riza û Egîtê Cimo Hemîdê Riza
Ewledên malbeta Şeroyê Biro niha li bajarê Tilbîsê
komara Gurcistanê dijîn. Tiradîsîyên dengbêjîya wî lawên
pismamên wî Feyzo û Hemîdê Riza, Emerê Feyzo berdewan
dikin, deng û ewazê wî zêndî dihêlin …
Ew dengê şîrînî xweş, ku dîroka
dengbêjîya kurdî de kare wek dengê Şeroyê Biro bê
navkirin bi dengê wan dengbêjên hê jî zêndî dimîne.
12.04.2011
|