TIFAQ, KURD Û…
Eskerê BOYÎK
(Nîv laqirdî, nîv rastî…)
Tifaq-qewat e, hêz e, altindarî ye.
Tifaq-dewlemendî, xêr û şayî ye, jîyana bedew
e…
Tifaq – azadî, aşîtî, kar û risq e…
Tifaq-serketin e.
Tifaq- kubarî ye, serbilindî ye, welat e…
Tifaqa ra tev hesav rûdinên, ji tifaqa
ditirsin.
Tev dixwazin tifaqa ra cînartîyê, pismamtîyê
û hevaltîyê bikin, wan ra rê herin, alîyê wan
bisekinin, tev wan karkin, ji wan bişêwirin…
Tev qedirê tifaqa zanin, wan hiz dikin…
Dibêjin: Xwedê jî alîyê tifaqdaran e…
Tifaq alîhevkirin e, li hev xweyî derketin e, hev
temûlkirin e, qedrê hev girtin e, ji hev hizkirin
e…
Tifaq rastî ye, heqî ye, helalî ye, wekehevî ye,
dirêj jîyan e…
Tifaq bi qelpî, sextekarî, xweyîntî, tiştên
ne paqij ra nameşe…
Çi fikira xweş û xemla bedew bêjî li bejna
vê peyva şîrin tê.
Em: Kurd jî pir ji vê peyvê hiz dikin. Ma
kê tifaqê hiz nake?
Êdî tifaqê çêtir tişt heye?
Hela neh-deh sedsal berê Kurdên Êzdî di qewleke
xwe da wa gotine:
Çûme dîwana wî padşayî,
Min lê dîtin xweşî û şayî,
Serê hemuyê tifaq û tebayî…
Ahmedê Xanî ê mezin jî çend sedsal peyra Mem
û Zîn a nemir da wa nivîsiye:
Gerdî hebûya me îttfaqek
Vekra bikira me înqîyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Heyam ji me ra dikir xulamî.
Niha jî axîna her kurdekî tifaq û yekîtî ye.
Mala xwe da dibêjin: tifaq, devra dibêjin:
tifaq.
Helbestvan helbestê tifaqê dinivîsin.
Nivîskar kurteçiroka û romana deheqa tifaqê
da dinivîsin.
Dengbêj kilama davêjin li ser tifaqê..
Radyoya kurdî vedikî tev dibêjin: tifaq.
Rojnema da dinivîsin : tifaq.
Civaka da dibêjin: tifaq.
Têlêvîzyon dibêjin: tifaq.
Nezan dibêjin tifaq, zanyar dibêjin: tifaq.
Oldar dibêjin: tifaq.
Serok dibêjin: tifaq…
Ê, bavo wekî hûn gişk tifaqê dixwezin,
êdî ji bo çi sekinîne, werin bivin yek, tifaqbin,
vî nîrê bindestîyê ji ser ustiyê gelê xwe bavêjin,
welatê xwe azakin… Ma, kê destê we girtiye?
Vira pirsa dijwar ya serokan û mirîdê wan e.
Gelê Kurd berê berê da îrada xwe daye destê mezinan.
Tifaq jî bêtifaqî jî destê wan da ne… Ew çawa bixwezin
gel usa jî rê diçe… Rast- xelet kes napirse.
Berê mezinên gel mîr û hakim, axa
û beg, şêx û seyda bûn, niha jî tev xwe
ra dibêjin: serok…
Serok berê berê da jî di nav me Kurda da pir bûne
(Xwedê wan kêmke û me ji wan xilazke): Hezar êl
û eşîr, qebîl û berek, ol û mesef, ziman û
zarav, welatek li nav çar dewletan da perçekirî…
Û gorî wan hezar mîr û hakim, axa û beg, şêx
û seyda… Naha jî li wan partîya, yekitî, hêz, komel
û nizanim hezar tiştên din zêde bûne… Nav jî
gorî dewranê nû bûne, rengê xwe, cilê xwe guhestine
lê naverok bawerkî maye…
Dewlet tune, text-tac tune, nav qedexe ye lê serok
pir in…
Hemin em mirîd jî, wek berê, ji tirsê, serokên
xwe pir hiz dikin…
Ça min jorê jî got, serokên me tev jî tifaqê
pir dixwezin. Her cîya dibêjin, gazinên xwe
dikin, ji bo bêtifaqîyê hev sûcdar dikin…
Lê tifaqhizîya her serokekî me da surek
heye: Tifaq bin baskê wî da…
Sura bêtifaqîya me: Kurda hema vê nuxtê da ne.
Her yek tifaqê jî, şêr jî, azayê jî dixweze
tek bin baskê xwe da… Ku ew bive padşah
û pêxemberê Kurdistanê… Kurdistan eger di bin baskê
wî da aza nebe, usan e ew Kurdistan kêrî tu tiştî
nayê, ya fêodalan e, ya cesûs û împêralîstan
e, ya paşveûyan e, ya miletçîyên arzan e, gerekê
mirîdê wî bicivin, dagerkirên Kurdistanê ra bivine
yek Kurdistana usan bihedimînin…
Her kes dixweze ew bive padşayê Kurdistanê…
Ê ewqas Kurdistanê ji ku bên ku serok tev azaya
Kurdistanê razî bin…
Mirîd jî gura serokê xwe dimeşin. Hinek mirîdên
dora serokan hene, hela jî serokên xwe xirabtir
in…
Usan e em kurd hê ji bin baskên serokên xwe derneketine,
tifaqa bin baskên serokên xwe da dixwezin…
Naha baskê wan jî bask bûna (Xwedê baskê wan bişkêne)…
Baskine xile-xar e, sexte ye, payê pirê ji alyê
dagerkirên Kurdistanê va çêkirî…
Berê da xeysete : serokên Kurd (payê pirê)
hev temûl nakin, ji hev hiz nakin.
Bask wan li hev dikevin, (gelek cara bi alîkarîya
neyaran ) dişkên, xelqê feqîr navda tê qirê,
perîşan û malwêran dibe, TIFAQA GEL JÎ NAV
DA TÊ KUŞTIN, YEKÎTÎ JÎ. Dagerkir jî simêla
badidin, bin pozê xwe da li ser laşê tifaqa
me, ya li erdê ketî dikenin, hebsên xwe tije dikin
û derî li ser AZAYÊ dadidin…
Mirîdên serokan jî nafikirin : « Çima
wa bû, çima pişta wan li erdê ket, sûcê kê
ye? » Serda ji bo serokên xwe eyda û salvegera,
mîhrîcana çê dikin, govenda digrin, distirên, direqisin,
xwe dişewitînin, diqûrin: BIJÎ ha BIJÎ !..
BIJÎ TIFAQ û YEKÎTÎ !( lê tevî kê, nizanin?)
Pesnê BIRATÎYA xwe û dagerkeran, DÊMOKIRASYA xiyalî
didin! Ku rojên bên, wê WEŞÊ femke, welatê
xweyî yekpar da wan ra buhuşta wekehevîyê
çêke û serokê wan jî bike serokê tev serokan…
Payê serokên kurdaye pirê, berê berê da, tê bêjî
dermanê bêtifaqîyê ne…
AHMEDÊ XANÎ ê mezin hê dema xwe da ew antagonîzma
navbera serokên Kurdan û tifaqê da texmîn kiribû
û bi keder digot:
Ger hebûya me padşahek
Layîq bidya xwedî kulahek
Taîin bibûya ji bo wî textek
Zahîr vedibû ji bo me bextek
Ev nivîs û fikrên min nivîsîn tişten nû nînin,
her kurdek vê rastîya tehl zane…
Telebextara em: Kurd û tifaq hê jî ji hev direvin.
Yekî xudan xêr tune, di van hersê perçê Kurdistanê
da jî (berê ewlin Bakûr da), çawa Başûr da
kir, bi zorê destê serokên Kurdan bigre bi têlê
tifaqê hişk bi hev va girêde…
Xwesteka dawîyê…
Her tişt bi dewrana ra tên guhestin… Kurd
jî kurden berê nînin… Xelkên sade jî êdî xeletîyan
zû dibînin û serokan temûl nakin… Edî gelek kor-
kor pey serokan naçin… Niha ji bo azaya welatê xwe
gelek welatparêz rabûne û gelek jî êdî, li heçar
perçê Kurdistanê da, li ber çerxa qedera welat û
gelê xwe sekinîne…
Ez ji wan hêvî dikim nehêlin wan ra bêjin serok.
Navekî dinê bira xwekin… Ev peyv êdî herimiye, nayê
bihîstin… Ew û tifaq bi hev ra nameşin. Kê
ra dibêjin serok, rastî jî dibe serok: qure, xwerazî,
hukum û pesin, navên mezine werimandî hiz dikin,
êdî serokatîya civakekê, partîyekê jî têr nabin,
kesî li dor xwe temûl nakin… Dibin dîktator, lo
pêxember…
Yên usan ji bo hukumê xwe tucar tifaqa gel naxwezin,
gel hiz nakin… Ew tek xwe, meznaya xwe, aqilê xwe
hiz dikin. Cîyê ku ew hene êdî welat, milet çira
nin … Dibin bela serê xelkê.
Ez nerehet im seva hinek navên hizkirî, ku ew jî
bi rastî nebin serok. Çimkî, mirîdên wan jî dest
pê kirine, destanînan ku bi şerkarîya gelê
Kurd, ya bi dewrana, dîroka bi xûnê nivîsî, xûna
şihîdan hatiye destxistin, teva navê serokên
xwe va girêdidin. Kilama davêjne ser serokên xwe,
helbesta derheqa wan da dinivîsin, heykelê wan çê
dikin… Wenêyên wan dewsa navê Kurd û Kurdistanê
li ser ala pîrozê rengîn dimilmilînin. Dibêjin:
Bijî Serok! Silavê min Serok ra… Saya serê Serok…
Ez ji bo vê alîkarîyê ji Serokê xwe… Serok nîbya
ev gund yan rê çê nedibû, Serok nîbya kur ji min
ra … Serok nîbya tav dernediket… Serok nibya… Serok
nîbya…
Nizam ew welatparêz jî wan siloganên mirîdên xwe,
yên valayê erzan dibihên… Eger dibihên û wan xweş
tê, kêfa wan tê, usan e ew jî bûne serok…
Birano zanibin, payê wan pesinan yên pirê ji dilê
paqij û xêrxwaz dernayên.
Bawerkin, emekê dayî deya naçe.
Yên dikevin pey navên mezin, rûmetê, dixwezin bi
zorê wan dest bînin, dîrokê da rastî valaya bêrûmet
tên…
Yên dikevin pey kar, guh nadne nav-dengan, nav-deng
dikevne pey wan…
Dîrok her tiştî rast dike…
Me ji xwe xêr nedît…
Belkî dîrok û dewran me xilazkin…
|