Filmê
“Baxçê bihiştê” yê Mano Xelîl diçe Berlînalê
Filmê dokudrama bi nave “Baxçê
bihiştê” Unser Garten Eden” ji derhênan Mano Xelîl
başdarî 61mîn festîvala Filmên navnetewî a Berlinalê
2011 dibe.
Filmê «bexçên bihiştê»
di beşê “Culinary Cinema-Kulinarisches Kino” de tê
şani dan. Filmên ku ji bo vê beşê tên helbijartin,
divê çend mercên balkêş di wan de heben. Film divê
hunerî serkeftî be, dwemîn divê ku film li ser jiyana
mirovatî-bi hevre jiyan biaxive, sêyemîn pêwendiyek
di navbera Însane û zêvîyê
de hebe, û a her balkêş ewe, divê xwarin cihekî girîng
di film de bibîne.
Festîvala
navnetewî a sinema a Berlin di vî beşî derdora 10
filman hildibjêre. Piştî ku film li Sînema a Martin-Gropius-Baus
tê temaşe kirin, piştre temaşevan diçin
konê festîvalê ku li wir ew xarina ku di film de hatibu
şanî dan tê pêşkêsşkirin.
Wek ku tê zanîn festivala
Filmên Berlînê yek ji mezintirîn festivalên cîhana sînema
weke Cannes û Venedigê ye.
Ev sal Berlin 61`emin sala
xwe li dar dixe. Festîval ji roja 10ê heta 20 Subatê li
dar dikeve. Seroka helbijartinên Juri ya vê salê leystikvana
bi nav û den Îsabêla Rosselînî e.
Filmê Mano Xelil 17 heftiyan
li şanoyên Swîsra «Elmana» hatibu temaşekirin
û niha jî roja 19.1.2011 derbasî sînema li hemu beşê
Swîsra «Fransî» weke Genêv, Lausanne û Neuchatel, Fribourg
dibe.
Ev film beri du mehan xelata
filman a paytexta Swîsra a bajarê Bêrn standibu. Ev film
dikeve nav beşê filmên Dokudrama de. Çîrokên 5 malbatên
biyanî ne ku li Swîsrê bi cih bune. Malbatek Algîrî û
swîsrî, malbatek polonî, ìtalî, kroatî û kurd in.
http://www.berlinale.de/en/presse/pressemitteilungen/alle/Alle-Detail_8852.html
|