Fîlmê
“WENDA” li Komeleya ÇIRAyê danaşîn
Dengê Azad/Amed
Danaşîn û xwendina fîlmê “WENDA” ku ji aliyê sê
derhênerê kurd ve hatibû kişandin, li Komeleya ÇIRA
Diyarbekirê hat kirin. Her sê derhênerê filmê piştî
danaşîna fîlmê bersiva pirsên derbarê fîlmê û sînemaya
kurd de dan.
Çalakiya ku ji aliyê Komisyona Sînemayê ya Komeleya ÇIRAyê
ve di 19ê Çilaya Pêşîn de hat li darxistin de li
ser navê komisyonê, Bahar Dundar axaftineke kurt kir.
Dundar diyar kir ku wan wek komisyon hetanî niha du kurtefîlm
kişandine û her weha xebatên wan ên li ser sînemayê
berdewam in. Piştî axaftina Bahar Dundarê danaşîna
fîlmê WENDA destpê kir.
Fîlmê ku ji aliyê derhênerên kurd Abdullah Yaşa,
Alî Kemal Çinar û M. Saît Korkut ve hatibû kişandin;
ji sê fîlmên bi navê “DURAK”, “MAZGANA” û “SIKIŞMA”
pê tê. Fîlm di heman demê de yekem ceribandina fîlmê metrajdirêj
yê her sê derhêneran e. Her çiqas fîlm ji sê fîlmên cûda
pêk hatibe jî temaya “Wenda” tekûziyek di nav her sê fîlman
de peyda kiriye.
Piştî danaşîna fîlmê derhênerên fîlmê Abdullah
Yaşa, Alî Kemal Çinar û M. Saît Korkut derbarê fîlmê
de malûmatên xwe parve kirin. Alî Kemal Çinar diyar kir
ku ji ber bêderfetiyên madî û teknîkî hin kêmasiyê fîlmê
hene. Lê li gel van kêmasiyan fîlm, berhemeke serkeftî
ye.
Gengeşî zêdetir li ser bikaranîna du zimanî, tevkariya
fîlmê ji sînemaya kurdî re û li ser sînemaya kurdî hat
kirin. Abdullah Yaşa got ku ger mirov li gor hemû
pîvanên sînemayê şirovebike, ev fîlm bi temamî ne
fîlmeke kurdî ye. Lê di nav her dû sînemayan de dikare
wezîfeya derbasangiyê bibîne.
Mêvan û beşdarên çalakiyê li ser nelihevhatina mekan
û demê rexne girtin. Li ser rexneyên bi vî rengî M. Saît
Korkut weha axifî; “Her çiqas her sê çîrok salên 1990î
tînin bîra mirov, me bi zanebûn di demên fîlman de ne
zelaliyek çêkir. Lewre ev çîrokên ku qewimîne dibe ku
îro jî biqewimin.”
|