FKKS:
Sî saliya xwe pîroz kir
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 14`ê meha
Gulana 2011 de, di gel endamên Komîteya Karger û Komîteya
Giştî yên kevin û yên nû, serokên komeleyên endam,
nûnerên rêxistin û ragihandinê, 30-mîn salvegera Federasyona
Komeleyên Kurdistanê, bi Komîteya Giştî ku ji hemû
endamên kevin û nû, bi konferans û şahîyekê pîroz
kir.
Di konferansê de kesên di damezrandina FKKS`ê de cîh
girtibûn, û kesên di organên Federasyonê de kar kirinê,
serokên kevn û nû, kesên ku ked û mil dane kar û xebatên
FKKS`ê, li ser xebat û serpêhatiyên xwe peyivîn. Hema
hema ji sî salan vir ve kesên ku di organên FKKS`ê de
kar kirine, hatin xelat kirin. Pîroz kirina sî saliya
FKKS`e, bi şahiyek berdewam kir.
Partî û rêxistinên siyasî û civaki yên Kurd jî wek; PDK,YNK,HDK-Îran,
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî, PSK û gelekên din jî
bi axaftin û peyamên pîrozbahiyê beşdarî şahiya
pîrozkirina sî saliya FKKSê bûn.
Ji bo pîrozkirina sî saliya FKKS`ê, Konfederasyona Komeleyên
Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu jî hatibû dawetkirin. Peyama
Serokê KOMKAR.eu yê Kovan Amedî usa bû:
Ji bo sî saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li
Swêdê
Pêşî dixwazim li ser navê Konfederasyon Komeleyên
Kurdistanê li Ewrûpa KOMKAR.eu yê, 30 saliya Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ji dil ve pîroz bikim.
Sî sal di jiyana rêxistinek demokratîk de ne hindike.
Rêzdaran,
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ji avabûna
xwe heta nûha, di warê parastin û pêşvebirina ziman,
çand û folkora Kurdî de, di warê çareserkirin pirsên civakî
yê civata Kurd li Swêdê û her wisa di warê danasîna
pirsa Kurd de, ango di warê çêkirina lobîyê de, xebatekî
giranbuha daye. Em wek KOMKAR.eu, qîmetek mezin didin
kar û xebatên FKKS´ê.
Hêjayan,
Wextekî em rêxistinên penaberan bûn. Rewşa Kurdên
berî sî salan û ya îro ne wek hev e. Rewşa Kurdan
li Ewrûpayê hatiye guhartin. Êdî em ne Kurdên penaberin,
Kurdên Ewrûpayê ne. Loma jî divê rêxistinên me yên demokratîk
li Ewrûpayê li gor demê û pêdivîstiyên demê xwe bigorîne
û dizaynek nû bide kar û xebatên xwe.
Pêşveçûna teknolojiyê di cihana mezin da, têkiliyên
însanan gelek nêzîk kiriye. Ango di warê ragîhandinê
de Cîhan gelek piçûk bûye. Bûyerek li ku derê biqewime,
tu di nava deqeyek de jê agahdar dibî. Ji bo wê bûyerê
kêfxweşî yan jî dijberiya xwe nîşan didî. Her
bûyerên ku çi li Kurdistanê çi jî bi taybet li welatên
Ewrûpayê diqewime, me hemiyan eleqeder dike. Loma
jî di nav Rêxistinên Kurdan li wrûpayê de hevkariyek
û koordînasyonek xurt divê.
KOMKAR-EU, hevkariya nav rêxistinên Kurdan li Ewrûpayê,
pêwîst dibîne. Em rêxistinên demokratîk yên Kurd li Ewrûpayê,
dikarin bi hev ra îmzeyan bavêjin bin gelek xebatên hêja.
Bi hêviya xurtkirina hevkariya navbeyna dem û dezgehên
kurdan de, carek dî sî saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê, pîroz dikin û we hemiyan ji dil ve silav dikim.
Silav û rêz
Kovan Amedî Serokê Giştî
yê KOMKAR.eu
|