Pêþangeha
Pirtûkan ya Navnetewî li Firankfurt ê Xilas
bû
Îsal ji we ku her sal Fûara navnetewî
ya pirtûka li bajêrê Firankfurtê vebû
û ji 110 welatan li ser hev 6375 weşanxane
beşdar bûn. Di nava hevtîyekê da 256
hezar kesan seradan kirine. Ji alîyê komîta kargêre
Fûarê da diyar kirin ku îsal ji sala par
kêmtir xelkê seredana Fûarê kirine. Par 259
hezar kesan seradan kiribûn. Hewceye bê gotin
ku ev Fûara pirtûka li bazara pirtûkxana
cihanê da yek ji mezintirîn Fûarên
pirtûkane.
Ji aliyê Kurdan ve Weşanxana Deng, Roja Nû,
Riya Azadî jî beşdar bûn, hetanî
niha çiqas pirtûkên ku ji nava wan weşanana
derkevtine bi Kurdî, Tirkî, Almanî li wêderê hatibûn
raxistin.
Di nava hefteyekê da gelek gengeşî
û dan û sitandin di nava mêhvanên ku seredana
cihê prtûkên Kurdî dikirin çêbû.
|