KOMKAR PÊSANGEHA
PIRTÛKÊN KURDÎ VEDIKE
KOLN-Yekitîya Komelên Kurdistan KOMKAR
biryar kiriye ku hersal li bajarekî Almanyayê
pêşengeha pirtûkên kurdî
veke. Ji komîta birêvabirina giştî
ya KOMKARê Beko Topgider di nameyeke vexwendinê
de ya ku ji weşanxeneyên kurdî re şandiye,
weha nivîsiye: "Em dixwazin pirekê
di navbera weşanxaneyên Kurdî û
xwendevanên Kurd de li Elmanya çêkin.
Ji bona vê yekê jî, emê
hersal li bajarekî vî welatî "Pêşangeha
Pirtûkên Kurdî" pêkbînin.
" Pêşangeha Pirtûkên Kurdî
ya yekê wê li bajarê Kolnê
bi navê Cegerwîn" bê vekirin.
Ango ew ji bona sedsaliya helbestvanê Kurd
Cegerxwîn hatiye terxan kirin û îsal
di 6-8ê meha Hezîranê de çêdibe.
Di pêşangehê da berhemên weşanxaneyên
Kurdî û berhemên weşanxaneyên
din, yên ku li ser dîrok, çand
û edebîyata Kurdî û kurdzanîyê
pirtûk çap kirine, kaset û CD
ya Kurdî wê bêne nişandan û
firotin".
KOMKARê bi gelek weşanxaneyan re têkilî
daniye û ew vexwendine pêşangeha 6-8
hezîranê.
29.04.03
|