GAZÎYEK JI GEL
RE
Ber bi cejna xwe ya netewî, cejna NEWROZê, em
tevî pîrozbarîyên xwe yên hêvîtijeve çend hêvî û
daxwazan ji gelê xwe yê bîrewer dikin.
Rewşa sîyasî ya dinê her dem di nav guhertinan
de ye, her weha rewşa Kurdistanê jî bi gelek
alîve her roj di nav guhertinan de ye. Van guhertinan
bandorên girîng him erênî û him jî nehênî li ser
gelê me dihêle.
Yek ji guherandinên girîng ku bi bez bandora xwe
li ser kesan û civakan dihêle rê û rêçikên agadarîyane.
Ev bi xwe jî; him firsendan li ber gelê me amade
dike, lê ji ber ku em kurd di vî warî de jî gelek
li paşin him jî metirsîyên mezin li ser gelê
me pêktîne. Ev jî xwe bi giranî li ser ziman
û çanda kurdî nîşan dide. Ji alîyek ev firsenda
xebitandin û nêzikbûnîya zimanê me amade dike lê
ji alîyê din jî zzimanê me yê şêrîn ber bi
hundabûnê dibe. Her diçe Kurdî ji alîyê gelek kursdan
ve nayê xebitandin. Ev talûke ye, talûkeyek mezine!!
Kurdino.
Em ji we yeke yeko hêvî dikin ku; hun bi zarokên
xwe re bi kurdî bipeyivin. Vî zimanê meyî şêrîn
ji nav mala xwe dernexin, zarokên xwe jê bêpar nehêlin.
Kesên ku ji ber çi egerî dibe bira bibe ku ‘kurdî
nizane’ bi gavek zûtir hinek zor bide xwe zimanê
xwe hîn bibe. Jîyandina neteweyek bêziman gelek
û gelek dijwar e. Em ji we hêvî dikin
Her neteweyek cejnên wanên netewî hene. Her weha
her netewek rojên wanên hêşan jî hene. Ev jî
yek ji hîmên hebûn û domandinên hestên netewîne.
Newroz girîngtirîn û mezintirîn cejna me ya netewî
ye.
Em dîsa ji we yeke yek hêvî û daxwaz dikin ku
hun xwedî li hebûna xwe û netewa xwe derkevin.
Kurdî bipeyivin, bixwînin, hînbin û hînbikin!!
Roja cejna me ya netewî, roja NEWROZÊ, pêwistek
ku; tu kurdek nexebite, neçe dibistanan. Pêwiste
her kurdek li gor rewşa xwe û karinîya xwe
aagirê NEWROZÊ pêxe, ya pêxistî geştir bike,
cejna xwe ya netewî pîroz bike!!!
Dîsaa pêwiste ku her kurdek HELEBÇE û helebçeyan
ji bîr neke û li rêya pêşîya Helebçeyên nû
bigire. Ev bi xwedî li hest û helwestên netewîve
girêdayî ye!!
Platforma Kurdên Ewrupayê - PLATFORM
PNK Bakur - IKE (Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf)
- DEMKURD
FKKS Box: 5013, 131 05 S-Nacka, tel:
08-6446622, fax: 08-6502120,
e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org
|