Daxuyaniya kempîna berevanîkirin ji
girtiyên siyasî ên netewên Îranê
Kempîna Berevanîkar ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê
ku hejmarek ji çalakên sivîl û mafên mirov ji neteweyên
cur bi cur ên Îranê ve hatiye damezrandin, daxuyaniyek
bo raya giştî û çapemeniyê belav kir.
Daxuyanî bi vî awayî ye;
Xelkê azadîxwaz yên Îranê!
Kor û civat û saziyên berevankar ên mafên mirov!
Mêjdem e Îran welatê dîktatorlêdayî yê me, derbasbûyek
dûr û dirêj a pir ji arîşe û pirsgirêkên navbera
şaristaniyet û hovîtî, azadî û serberedayîtî, wekhevxwazî
û pawanxwazî de kiriye xureka riya pirr ji ewraz û nişîv
a dîroka xwe.
Îran welateke tijî ji cur bi curiya rengan, dab û nerîtan,
baweran, ziman, ol, reçelek û xelkên cur bi cur, ku ev
sedeme jî bestênek bûye bo bihevrejiyan û têkiliyên aşitîxwazane
yên netewan û çandên cuda bi dirêjiya dîroka vî welatî
de.
Bi fermînasîna vê pirrçandîtî û pirnetewîbûnê û pêberdakirina
canê piloralîzma siyasî û çandî a mudern bi cismê wî welatê
pirrnetewî, dikare bibe hêvênê giştgîrkirina demokrasiyê
di deverê de ku dîktatorî û kevneparêziya zal, di vê deverê
de li hember geşekirin û demokrasiyê de sekiniye.
Komara Îslamî vê pirrçandiyê ne tenê bi derfetek guncaw
bo xurtkirina demokrasî û geşekirinê nizane, belkî
bi gefek hertimî bo ser man û parastina desthilata reha
û pawanxwaziya xwe dide zanîn û bi piştgirêdan bi
tometên weke şerkirin ligel xwedê, kopalbidestiya
biyaniyan, cudaxwazî û ..., bikaranîna îşkenceyên
sedsalên navîn, cezayê girtinên demdirêj û lidarvekirinê
bi ser çalakên riya azadî û wekheviya mirovî de disepîne,
heya ku rê nede derbek ji desthilata Welî Feqîh û serberedayiya
melayan bikeve.
Di weha rewşek de, li cihê ku guh bo daxwazên çalakên
siyasî ên netewên Îranê di warên siyasî, sivîl, çandî
“zimanî û olî” û mafên mirovan de bigrin, weke tawanbarên
zikmak û hêjayî cezayên çendqat ji wan tê nihêrtin. Di
heyamê wan 32 salane de, salane sedan kes ji çalakên siyasî,
çandî, sivîl ên wan netewan bo navendên ewlehî ên rejîmê
hatine gazîkirin û ketine ber lêpirsîn û îşkenceyên
cismî û derûnî, ku baskirin ji wan êş û azaran û
îşkenceyên ku hevdem ligel sepandina cezayên giran
ên weke lisêdaredan, hepsîkirina nerewa, cezayên civakî
û abûrî bi dijî wan çalakan birêve diçe, beşek zaf
ji nûçeyên bûyerên Îrana bin desthilata rejîma serberedayî
a Komara Îslamî bo xwe terxan kiriye.
Hemû kesê/î re eşkere ye ku pêkhateya desthilata
siyasî a hakim û pêwendiya wê bi dezgehên dozgeriyê ên
nexweser û yasayên paremayî û pir ji cudahî ên Komara
Îslamî, çavkanî û hêlûna cudahiyan dij bi hemû xelkê Îranê
bi taybetî neteweyên Îranê ye ku her weke jinên Îranê
di bin sitema çendqatî de ne. Li gor vê çendê, em endamên
kempîna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê,
di pêxema berevanîkirin ji mafên girtiyên siyasî ên netewan
û piştevanî ji daxwazên rewa ên wan di Îranê de,
li gor bendên carnameya cîhanî a mafê mirovan, xwazyarê
hiloşandina hemû pêkhate û yasayên ciyawazîxwaz ên
Komara Îslamî a Îranê û azadiya bê şert û merc a
hemû girtiyên siyasî û hiloşandina cezayên lisêdaredana
wan in. Em daxwazê ji hemû azadbîran, çalakên mafê mirov,
kor û civakên navnetewî dikin bo berevanîkirin ji mafên
mirovî ên girtiyên siyasî ên netewan di girtîgehên bixof
ên Komara Îslamî de, piştevanê me bin.
Kempîna Berevanî ji Girtiyên siyasî ên Netewên Îranê,
serbarê şermezarkirina lisêdaredana çalakên siyasî,
çandî û sivîl ên netewên Îranê, bala hemûyan ji bo aliyê
metirsiyekê dikşîne ku niha gefê ji canê beşek
zaf ji çalakên siyasî û sivîl di girtîgehên Komara Îslamî
de dixwe, daxwazê ji hemû xebatkarên riya azadiyê û alîgirên
mafên mirovan di seranserê cîhanê de dike ku bi xurtkirina
hewlên xwe, pêşî ji vê siyaseta rejîma Tehranê bigrin
ku dixwaze welatê Îranê bike mezintirîn girtîgeha siyasî
a cîhanê bo netewên cur bi cur ên akinciyên wî welatî.
Armancên kempînê
Kempîna berevanî ji girtiyên siyasî ên netewên Îranê,
hewlek e di pêxema ramalîn û nehiştina çemkên dijîmirovî
weke: Girtiyên siyasî û tawanên siyasî di nav yasa û sîstemên
yasayî ên Îranê û gihîştina bi rewşekê ku têde
givaş û dûrxistina takekesan ji ber bîr û bawerên
siyasî, olî û pêdagirî li ser zimanê zikmakî nemîne û
tu kes bi wê hêcetê ve di mehkemeyan de li ser kursiya
tawanbariyê nehê danîn. Damezrênerên vê kempînê pêkhatine
ji hejmarek ji çalakên sivîl û mafên mirov ji neteweyên
cur bi cur ên Îranê; û çalakiyên wan pêkhatine ji:
- Hewildan bo komkirin û eşkerekirina navên hemû
girtiyên siyasî di bêdadgehên Komara Îslamî de
- Hewildan bo eşkerebûna rewşa girtiyên siyasî
ên netewên Îranê û siyasetên Komara Îslamî di wê pêwendiyê
de
- Gihandina zaniyariyan bi kor û civatên navnetewî ên
çalak di warê mafên mirov de û crêxistinên berevankar
ên mafên girtiyên siyasî
- Hewildan bo xurtkirina givaşên navnetewî li dijî
rejîma Komara Îslamî a Îranê, bi armanca serbestberdana
hemû girtiyên siyasî û vegerandina keramet û mafên pêpeskirî
ên wan.
Kempîna Berevanîkar ji Girtiyên Siyasî ên Netewên
Îranê
www.kampein.blogspot.com
|