Encamname
Meclisa Partiya
me di 6-7ê Çiriya Paşîn ya 2010an de li Enqereyê
civînek pêkanî, mijarên di rojevê de niqaş kir û
di cîh de dît ku ev encamnameya li jêr ji raya giştî
re bê eşkerekirin.
Ji aliyê Meclisa
Partiya me ve hat destnîşankirin ku Komcivîna partiya
me ya Asayî ya 4an bi serkeftî pêk hatiye. Tê zanîn ku
kongreya me bû hedefa gef û êrişên aliyên nijadperest
û şoven. Van aliyên şoven bi ser kongreya me
re li hember nirxên neteweyî yên gelê kurd kampanyayeke
êrişane û reşkirinê dan destpêkirin. Meclisa
Partiya me, bi vê mebestê van aliyên şoven şermezar
dike. Hat tespîtkirin ku aliyên şoven bi van êrişan
dixwazin pêşî li nêzîgahiya gelê kurd û tirk bigirin.
Meclisa Partiya
me, ew êrişa li Teksîma Îstenbolê şermezar dike
û em di wê baweriyê de ne ku wek berê jî hatibû dîtin,
van çalekiyên bi vî rengî ku wexta behsa aşitiyê
tê kirin pêk tên, ji aliyê hêzên tarî û şerxwaz ve
tên kirin.
Di civîna meclisê
de giringiya hilbijartinên ku dê di sala 2011an de pêk
bên, hat diyarkirin û midaxeleya partiya me ya di vê pêvajoyê
de wek sengerek hat destnîşankirin. Meclisa me diyar
kir ku ew ê bi biryarî beşdarê hilbijartinan bibin
û ji Lijneya Serokatiyê re pêşniyar kir ku ji nuha
ve dest bi amadekariyên hilbijartinê bên kirin.
Meclisa me carek
din giringiya yekîtiya neteweyî anî ziman û wek berê jî
dihat kirin, dê di vê pêvajoyê de jî xebatên xwe yên di
vî derbarî de bidomîne.
Di civînê de
carek din bal hat kişandin li ser giringiya niqaşên
derbarê makezagoneke nû de û giringiya wê ji bo demokratîkbûnê.
Herweha, hat destnîşankirin ku ji bo gelê kurd û
tirk bi hev re di nav aşîtiyê de bijîn, pêwistî bi
makezagonek ku li ser esasê wekheviya gelê kurd û tirk
bê amadekirin, heye.
Meclisa Partiya
me, carek din mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya bi
zimanê kurdî daxwaz kir û ji hikumetê hat xwestin ku dev
ji helwesta xwe ya red û înkarê berde û bi helwesteke
rasteqîn û hevdem pêşwazî li vê daxwazê bike.
Di civîna Meclisa
Partiya me de bal hat kişandin li ser biryara bêçalaktiyê
ya PKKê ku heta hilbijartinên giştî hatiye dirêjkirin.
Hat diyarkirin ku bi vê biryarê, ji bo nirixandina daxwazên
Gelê Kurd û demokratîkbûnê rewşeke erênî pêk hatiye
û firsendeke giring hatiye bidestxistin. Divê rayedarên
dewlet û hikumetê vê firsendê baş binirxînin û di
vê çarçoveyê de pêngavên erênî bên avêtin.
Ji aliyê Meclisa
Partiya me ve hat daxwazkirin ku divê ew yasa û qanûnên
antîdemokratîk ku siyasetmedarên kurd yên ji doza KCKê
jê tên darezandin, bên guhertin. Herweha, divê bê zanîn
ku mafê xweparastina bi zimanê kurdî, mafekî mirovî ye.
Di heman civîna
Meclisa Partiyê de Lijneya Serokatiyê jî hat hilbijartin.
08.11.2010
Meclisa Partiyê ya Partiya Maf û Azadiyan
|