HAK-PAR;
“Nabe ku gelê me karanîna zimanê xwe bêpar bimîne”
Cîgirê
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Îbrahîm
Kureken bi mebesta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniyek
belav kir û diyar kir ku HAK-PARê nikaş û çêkirina
Makezagonek nû, him ji bo pejirandina mafê gele Kurd yên
neteweyî him jî ji bo li her qadî, taybetî jî di qada
fermî de karanîna zimanê kurdî wek derfet û firsendek
nav dike.
Daxuyanî bi vî awayî ye;
NABE
KU GELÊ ME KARANÎNA ZIMANÊ XWE BÊPAR BIMÎNE
Sala
1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna
zimanên li dinê bigre, ji bo zextên li ser zimanên zikmakî
yên hindikahî û gelên bindest bên rakirin û ji bo xurtkirina
zimanên li ber mirinê, 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî
îlan kir.
Hewceyê
gotineye ku, ziman ji şert û zirfên netewbûyînê ye.
Parçeyek girîng ya nasname û şexsiyeta mirovatiyê
ye. Ziman, heman demê de dewlemendiya jiyanê û mirovahiyê
ye. Rûmeta ziman, qedrê ziman, rûmet û qedirnasiya civak
û mirovatiyê ye. Hezar mixabe miletê Kurd li sê parçê
Kurdistanê gelek qadan de,ji mafê xwe yê rewa, karanîna
zimanê zikmakî bêpar e. Şik tune ku zulm û zixta
li ser netewa kurd, di warê ziman de jî bê hempa didome.
Ev siyaseta nijadperest ku li himber miletê kurd tê meşandin,
roj bi roj karanîna zimanê kurd qelstir û zehmetir dike.
Li hinek deveran zimanê me asta birbûyînê de ye.
Li
gel hemû berxwedan û tekoşîna miletê Kurd mixabê
ev siyaseta hovane pêşketiye û karanîna zimanê kurd
paşketiye. Qedexekirin û asîmîlasyona (pişaftin)
sîstematîk di rengek etnosît de (tunekirin û qirkirin)
hat domandin û îroj jî didome.
Divê
her dezgeh û kesayetên kurd zixte bide karanîna zimanê
zikmakî. Divê her derê jiyanê bi kurdî jîn bibe. Hewce
pê heye û gelek girînge ku malbatên Kurd xwe û zarokên
xwe mecbûr bibîne bi karanîna zimanê şêrin. Li her
qada jiyanê bi şiyara “Jiyan Bi Kurdî Xweşe”
biaxife û bête axaftin. Em bizanibin ku berxwedariya karanîna
ziman, berxwedana li himber zilm û zora nijadperest e.
Bilindkirin û mezinkirina asta neteweyî ye.
Wek
partî em çaverêne ku desthilatiya Komara Tirkiyê demek
nêz de ev zilm zora li ser zimanê kurdî heye rakê û xwe
ji şermek mezin xilas bike. Naskirin û qebûlkirina
nasnama kurd bi gav avêtinek bi vî rengî ve rastarast
girêdayî ye. Nabe ku di qurna 21an de miletê kurd ji mafek
xweyê rewa bêpar be.
Zimanê
kurdî ne tenê ji bo dewlemendiya çandî, ji boneya mafek
bingehîn û ji egera nasnama kurd divê di her warîde bi
fermî bête qebulkirin. Ev mafê rewa di zagon u makêzagonê
de bê pesendkirin.
Partiya
me nikaş û çêkirina Makezagonek nû, him ji bo pejirandina
mafê gele Kurd yên neteweyî him jî ji bo li her qadî,
taybetî jî di qada fermî de karanîna zimanê kurdî wek
derfet û firsendek nav dike.
Wek
partî hêvîdarin û berxwedarin ku, sala bê (2012) roja
21ê Sibatê gele Kurd jî, wek gelên cîhanê ew rojê pîroz
bike û gavek din nêzika azadiya xwe bibe. 21.02.2011
Îbrahîm
Kureken
Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya Maf û Azadiyan
|