HAK-PAR
a Şaxa Amedê Helepçe bi bîranî
Dengê Agiri
HAK-PAR a Şaxa Amedê di 15 ê adarê di seet 12 de
li ber AZC Plaza li ser tevkuştina Helepçe yê daxuyaniya
çapemenî da.
Cîgirê serokê HAK-PAR ê umît Tektaş jî beşdarê
daxuyaniyê bû. Daxuyaniyê Roger Çağer xwend. Metna
ku hat xwendin li jêr e.
16 ê Adarê 2011 salvegera 23. ya tevkuştina helepçe
yê
Helepçe 16 km
li dûrî sînorê Kurdistana rojhilatê ye. Serjimara wî
70 hezar e. Her çiqas şer di navbera Irak û îranê
be jî ê rastî şer bi heman hêza xwe li ser axa kurdistanê
ya di nav sînorên irak û îranê diqewimî. Ê ku xisara mezin
dît gelê kurd û welatê wan kurdistan bû.
Di tevkuştina helepçeyê de zarok, jin, pîr bi tevahî
5 hezar kesên bêparêz jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar
kesên sivîl bi awayekî ku heta dawiya jiyana xwe seqet
bimînin birîndar bûn.
Jenosîda
ku naziyan di şerê cihanê ya 2. anî serê yahûdiyan
Saddam jî ji bo kurda rewa dît. Di encama tevkuştina
helepçeyê de 500 hezar kurd ber bi sînora tirkiyeyê ve
milyonek kurd jî ber bi sînora îranê ve çûn.
Cihan li ber vê tevkuştinê bêdeng ma. Di wê tarîxê
de li ser 50 dugelên welatên îslamî li welatê cîran kuveytê
civînek li dar xistin. Di encama civînê de qala fîlîpîn,
Bosna-hersek, Trakya ya rojava, bûlgarîstan, qala tirkan
( Kenan evren jî beşdarê wê civînê bûbû ) kirin lê
tu ks qala helepçe yê nekir.
Li tirkiyeyê jî welatparêz û demokratên kul i ser helepçe
daxuyanî dan û çalakiyan lidarxistin hatin binçavkirin
û di derheqê wan de doz hatin vekirin. Tvdê dugelên cihanê
qebûl kir ku Saddam li dijî kurdan çekên kîmyevî bikaraniye.
Lê tirkiye di encama mûayenekirina kurdên kul i tirkiye
îltîca kirine da zanîn kul i tu şopa çekên kîmyevî
rast nehatine.
Tenê îsraîl li dijî tevkuştinê bêdeng nema. Li
tel avîvê girseyek pir mezin rêvebiriya Saddam ku faîlê
helepçeyê bûn protesto kir.
Saddam
bi tenê tevkuştina helepçeyê nesekinî. Di dawiya
wî de enfal(ganîmet), enfal1, enfal2, enfal3, enfal4,
enfal5, enfal6, enfal7 û enfala dawî 8 hatin. Bi tevahî
182 hezar kurdên sivîl û bêparêz ê ku emrê wan di navbera
13 û 60 î de bûn ji malên xwe hatin girtin û ber bi dawiyek
tarî ve hatin kişandin. Wan bi saxî xistin bin axê.
Gorênkomî yên ku piştî Saddam derketin holê encama
tevkuştina enfalê bûn.
Di dala 1945 an de wextê şerê cihanê ya duyemîn
de bi bombeyên atomê ku emerîka avêt hîroşîma û nagazakîyê
ancax ewqas kes mirin.
Peyvek konfuçyûs heye. Dibê: “ger tu bi derba ewilî
nemirî netirse tê ji berê pir pir zêdetir bihêzbî û têkoşîna
jiyanê bidî.”
Gelê kurd ne derbek bi hezaran derb xwariye û nemiriye
ewê nemire jî .
Piştî daxuyaniyê ciwanên HAK-PAR ê sloganên “Bijî
Kurdistan” “Şehîd namirin” û “Her Tişt Ji Bo
Azadiya Kurdistan” avêtin û marşa “Hernepêş”
xwendin.
|