HAK-PAR;
“Em daxwaz û xebatên xwe bi biryar û bê westan bidomînin”
Navenda Nûçeyan
Şaxa Îstanbolê ya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê
bi mebesta astengkirina çalakiya wan ya “Ji Holê Rakirina
Astengiyên Li Ber Perwerdeya Zimanê Dayîkê” ji aliyê hêzên
ewlekariya Îstanbolê daxuyaniyek bo raya giştî û
çapemeniyê da û diyar kirin ku ew ê daxwaz û xebatên xwe
bi biryar û bê westan bidomînin.
Daxuyaniya şaxa Îstanbolê ya HAK-PARê bi vî awayî
ye;
JI RAYA GIŞTÎ RE
Partiya me HAK-PAR, BDP û KADEP bi tevî rêxistinên civakî
yên demokratîk, ji bo, Ji Holê Rakirina Astengiyên Li
Ber Perwerdeya Zimanê Dayîkê, bi sê nivîsarên cihê yên
ku bi zimanê me yê dayîkê, bi kurdî (tekstan) hatine nivîsîn,
ku wê ji Parlamentoya Turkiyê, Yekitiya Ewrûpa, Milletên
Yekbûyî û UNESCOyê re bên şandin ve çalakiya komkirina
îmzeyan da dest pê kirin.
Şaxê Stenbolê ya Partiya Maf û Azadiyan, li ser
biryara navenda partiyê di 18ê Sibata 2011an de, li meydana
Bakirkoyê çalakiya komkirina îmzeyan da dest pê kirin.
Serkariya Ewlekariyê ya navçeya Bakirkoyê li ber standa
çalakiyê bû asteng û Seroka Şaxê Stenbolê û endamê
meclîsa partiyê demek kin girtin bin çav. Bi berdewamî,
bi binasiya dijderketina qanûnan standa me berhevkirin.
Lê ji seroka şaxê re gotin ku, heke serî li walîtiyê
bidin û bi pêkanîna ewlakariya standê ve car din dikarin
çalakiya xwe bidomînîn. Li ser vê Seroka Şaxê Stenbolê
serî li walîtiyê da.
Ev çalakiya me ya komkirina îmzeyan, ji aliyê walîtiya
Stenbolê ve wek sûc hat nirxandin. Walîtî bi nivîsa jimar
11/5248 ve, bi kurdîbûna çalakiya komkirina îmzayan wek
sedem nîşan dide û xala 81/C ya zagona partiyan ku
dibêje, partiyên siyasî ji bilî zimanê tirkî, zimanekî
din nikarin bi kar bînin, ji xwe re dike bingeh. Walîtiyê
bi vê zagona antîdemoqratîk ve hewl daye ku li ber çalakiya
me bibe asteng.
Wek ku hûn jî baş dizanin, bi riya weşanên
kurdî yên televîzyonên wek TRT6 û Dunya TVyê ku weşanên
xwe li ser esasên zagona RTUKê dikin, astengiyên li ber
weşana bi kurdî ji holê rabûne. Li gorî me bi karanîna
zimanê dayîkê, divê axaftin, xwendin û nivîsîn di heman
astê de werin nirxandin. Bi tevî vê, em dixwazin ku astengiyên
zagonî û psîkolojîk yên li hember hînkerî û perwerdeya
Kurdî bên rakirin û zagon di vî warî de ji nû ve bên danîn.
Birêz Serokwezîr di gera xwe ya li Almanyayê de, ji rêvebirên
Alman û Tirkan re, di axaftina xwe de wisa gotibû: ‘Nasnameya
xwe û zimanê xwe ji bîr nekin. Asîmile nebin. Asîmîlasyon
sûcekî mirovatiyê ye. Li hemberî polîtîqayên asîmîlasyonê
li ber xwe bidin...’ Serokwezîr tiştê ku ji bo Tirkên
li Almanyayê wek maf dibîne, ji bo Kurdên li ser erdnîgariya
xwe wek maf nanirxîne. Ev helwestên ji bo demdirêjkirina
statukoyê û domandina polîtîqayên asîmîlasyon û înkarê
yên ku ev 80 sal in didomin, di testa baweriyê de bi serneketin.
Em wek HAK-PARê bi raya giştî û çapemeniyê didin
zanîn ku, ji bo ji holê rakirina astengiyên li ber perwerdeya
zimanê dayîkê, em ê daxwaz û xebatên xwe bi biryar û bê
westan bidomînin. 24 Sibat 2011
Gonul Dabakoglu
Seroka Şaxê Stenbolê ya
Partiya Maf û Azadiyan
|