ŞANDEYA
HAK-PAR’Ê BI MELE BEXTIYAR Û POLÎT BUROYA YNK RE CİVİYA
Şandeya partiya HAK-PAR ji bo hevdîtine li gel
YNK û beşdariya Kongra PDK, 4’ê Çileya Pêşîn
a 2010 an derbasê Kurdistana Başur bû. Şandeya
partiyê di bin serokatiya serokê giştî Bayram Bozyel,
cîgirên serokê giştî Îbrahim Kureken, Mehmet Vural
û ji Fehmî Demir pêk te.
İroj (05.12.2010) seet 10.30 an de, şandeya
HAK-PARê li Silemaniyê bi Mele Bextiyar û Polît Buraya
YNK re civiya. Di hevdîtina revebirên herdû partiyan de,
nemaze li ser rewşa Herêma Kurdistan û derbarên guhartinên
li Tirkiye hat nirxandin. Bo tesîra bizava kurd li pêvajoya
guhartinan, rola yekdengî û hevkariya hêzên kurd hat nikaşkirin.
Bi hêviya berdewamiya tekiliyen herdû partiyan civîn xilas
bû. Li Herêma Kurdistana Başur hevdîtinên şandeya
Partiya me wê bidomin.
Çavkanî: Buroya Çapemenî ya HAK-PARê
|