Agirê Newrozê Bi Hişmendiya Neteweyî
û Bi Nasnameya Me Ya Dîrokî Geştir Dibe
Gelê me yê welatparêz,
Gelê kurd, îsal jî li sê parçeyên welatê xwe ji azadiya
xwe ya neteweyî bêpar pêşwazî li Cejna Newrozê dike.
Gelê me, îsal jî ji mafên xwe yê rewa bêpar û bi polîtîkayên
red û înkarê re rû bi rû ye.
Li seranserê dinyayê çu miletek, bi qasî neteweya kurd
wek remza azadiya neteweyî, berxwedanê û hevkariyê xwedîtî
li Newrozê nekiriye. Çu gelek bi qasî kurdan bi hestên
cejna neteweyî, bi coşî û hêcan ew hembêz nekiriye.
Herweha, çu miletek bi qasî miletê kurd di rêya xwedîlêderketina
wê de bedêlên giran nedaye û ji bona Newrozê êş û
azarên mezin nekişandiye.
Jin û Xortên Hêja,
Gelê me di sedsala borî de gelek derd û azarên mezin
dîtin; bi kuştin, qetlîam û jenosîdên nemirovane
re dûçar ma. Divê neyê jibîrkirin ku ji ber zext, zilm
û zordariya rejimên dagirker, bûst bi bûst axa Kurdistanê
bi xwîna gelê me ku ji bo azadiya xwe dane rijandin, hatiye
avdan.
Piştî hovîtî û tarîtiya sedsala borî, di despêka
vê sedsalê de parçeyeke welatê me li birayên me yên li
Başûrê Kurdistanê azadiya xwe ya neteweyî bidest
xist û roj bi roj wan deskeftiyên xwe bi hesteke neteweyî
xurtir dike û dikemilîne.
Li parçeyên din jî pêvajoyek erênî dest pê kiriye û
azadîya neteweyî nêzîktir bûye. Gelê me, êdî ji bilî naskirina
mafên xwe çu rêyeke din qebûl nake û êdî bawerî bi belên
xapînok nayne. Lewra, êdî ew statukoya ku gelê me di nav
çerxên xwe de diharandin, digihûre û gelê me gav bi gav
ber bi azadiyê ve nêzîk dibe. Şik û guman têde tune
ku dê gelê me yê parçeya bakur jî, di çaryeka vê sedsalê
de statuyeke neteweyî bi dest bixe.
Berovajiya sedsala bîstan ku ji bo gelê me tê wateya
êş, azar, kuştin, nefîkirin, qetlîam, dê sedsala
bîstû yekan bibe sedsala kurdan ya azadî, ronahî û aşîtiyê.
Em di wê yeqîniyê de ne ku dê gelê me di vê sedsalê de
bi ser bikeve.
Gelê Kurd Yê Berxwedêr,
Çu neteweyek nikare îdîa bike û bibêje ku wan bi qasî
Gelê Kurd di rêya azadiya xwe ya neteweyî de bedêl daye.
Êdî çu neteweyek nikare guhê xwe ji gazî û qîrîna gelê
me re bigire. Dinya û herêma Rojhilata Navîn ber bi wê
radeyê ve hatiye ku êdî bindestî û bêstatubûna neteweya
kurd nayê qebûlkirin. Êdî herkes dizane, bê ku kurd li
hemû parçeyên welatê xwe statuyek neteweyî bidest bixin,
alozî ji herêmê kêm nabin û li Rojhilata Navîn aramî pêk
nayê. Azadiya gelê me li herêmê bûye mifteyê aşîtî
û aramiyê.
Dinya digihure, tesîr û pertava guhertinê roj bi roj
zêdetir dibe. Rejimên zordest û xwînxwar yek bi yek hildiweşin,
berxwedan û tekoşîna demokrasî û azadiyê çu bend
û çeperan nas nake. Ev bayê guhertin û azadiyê, herweha
hêz û taqetek mezin dide tekoşîna gelê me jî. Daxwaza
azadiyê ya gelê me li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê roj bi
roj bihêztir dibe û pêl dide, berxwedana her parçeyek
hêz û moral dide parçeyên din.
Bêguman, Gelê Kurd dê di 2624 saliya Cejna Newrozê de
pêngavek din ber bi azadiyê ve nêzîk bibe. Coşa Newroza
îsalîn dê agirê Newroza sala bê geştir bike.
Newroz Pîroz Be.
Bijî Newroz
Bijî Tekoşîna Azadiya Gelê Me
Partiya Maf û Azadiyan
|