Li
Şaxa Rihayê ya HAK-PAR’ê Semînera Ziman û Wêjeya Kurdî
Partiya
Maf û Azadiyan Şaxa Rihayê di 16.01.2011 roja yekşemê
semînera ziman û wêjeya kurdî da. Li ser 20î kes beşdarî
semînerê bûn. Semînera ku ji du seansa pêk hat, ji aliyê
Burhan Kaya ve hate pêşkêşkirin.
Mamoste
Burhan di seansa yekemîn de li ser zimanê kurdî sekinî.
Mamoste, balkişand ku kurdî wek cografyaya ku tê
bi kar anîn çi qas nêzîkî tirkî û erebî be jî, ji aliyê
taybetmendiyên ziman tu têkiliya wî bivan zimana re tuneye.
Hersê jî di malbatên ziman ê cûda cûda cih digirin. Kurdî,
tenê bi farisî re di malbatek ziman cih digire. Lê dîsa
jî di xalên bingêhîn ê ziman de ji hev diqetin. Piştî
vî mamoste ser zaravayên kurdî axivî. Got ku 5 zaravayê
kurdî hene. Wana kurmancî, soranî, dimilî, goranî û lorî
ne.
Mamoste
di seansa duyemîn de jî li ser wêjaya kurdî sekinî. Balkişand
ser zordariya dugelên din ku li ser kurda kirine. ji ber
vê çi qas metnên nivîskî kêm bin jî wêjeya kurdî dîsa
dewlemendiya xwe parastiye. Di wêjeya kurdî de çend navên
ku mamoste jimart: Baba Tahirê Uryan, Elî Herîrî, Ehmedê
Xanî, Melayê Cizîrî, Mela Ehmedê Batî, Feqiyê Teyran,
Şerefxan, Selîm Suleyman … xeynî vana hîn gellek
navên din hene. Xaleke din ku mamoste balkişand ev
bû ku di wêjeya nivîskî de zaravayên goranî, soranî û
kurmancî hatine bi kar anîn.
|