ŞANDEYA HA-PAR’ê SEREDANA
CELAL TELEBANÎ KIR
Çend roj
e di bin serokatiya Serokê partiya me Bayram Bozyel de,
şandeya partiya me li Herêma Kurdistan hevdîtinan
dike. Di çarçova hevdîtinan de, şandeya partiya me
ku ji serokê partiyê Bayram Bozyel, cîgirên serokê partiyê
Reşît Delî, Îbrahîm Kureken, Mehmet Vural û Fehmî
Demir pêk hat, iroj (10.12.2010) Serokkomarê Iraq’e Birêz
Mam Celal Telebanî ziyaret kir.
Di hevdîtine
de Serokê partiya me Bayram Bozyel, pîrizbahî li Mam Celal
Telebanî kir, boneya dubare hilbijartina postê Serokkomariya
Iraq’e. Her weha li ser rewşa Tirkiyê û Herêma Kurdistanê
gûftugo hat kirin. Pêvajoya guhartinê hat nikaşkirin
û ji bo berjewendiyê milletê kurd girîngiya hevkariyê
hat destnîşankirin.
Mam Celal
Telebanî ji bo dîtin û pirozbahiya şandeya me dilxweşiya
xwe anî ziman û pewistiya hevkariya hêzên kurd anî ziman.
Civîna ku qasî seetekî domiya bi heviya hevdîtinek din
bi dilgermî xilas bû.
|