JI
ŞAXA WANÊ YA HAK-PAR’ê DERSÊN ZIMANÊ KURDÎ
Nezîkî salekê ye di nav PARTIYA MAF Û AZADIYAN
a şaxa Wanê de perwerdehiya zimanê Kurdî tê dayîn.
Van demên dawî de jî ew kesên ku beşdarî dersa zimanê
Kurdî dibin pir keyfxweş û dilxwazin. Wekî din jî
tevlêbûn roj bi roj zêdetir dibe. Perwerdehiya zimanê
Kurdî ji alîyê xwendekarê zanîngeha Wanê Mamoste
Murat ve tê dayîn. Mamoste Murat mixabin rewşa zimanê
Kurdî baş nabîne û dema ku nêrînên xwe tîne zimên
wisa berdewam dike:
Heyf û mixabin rewşa zimanê Kurdî ne baş e.
Zimanê Kurdî bi salan e di bin mantalîta îttîhat û terakî
de gedexe ye. Ev gedexebûyîn jî nahêle ku zimanê Kurdî
pêşve here û bibe zimanêkî zanistî.
Ji ber vê yekê pêwîst e ku her Kurd li zimanê
xwe xwedî derkeve û di nav jîyana rojane de sedî sed Kurdî
biaxife . Bi teybetî ciwanên Kurd bila li ser vê mijarê
pir hişyar bin. Bila roman û helbestên Kurdî bixwînin,
fîlmên Kurdî temaşe bikin. Dayikên me yên pîroz jî
bila ji zarokên xwe re çîrokên Kurdî bêjin û zarokên xwe
bi Kurdî perwerde bikin.
Gotinek heye ew gotin dibêje : Ger hûn bixwazin welatekî
ava bikin herin zimanê wî welatî ava bikin, ger hûn bixwazin
welatekî xirab bikin herin zimanê wî welatî xirab bikin.
Çiqas gotineke watedar e, qala hebûn û tinebûnê dike.
Ji ber vê yekê pewist e ku em hişyar bin û li nirxên
xwe xwedî derkevin û Kurdî bijîn. Ji ber ku “JÎYAN
BI KURDÎ XWEŞ E!!!”
|