PIRSA
KURD LI PARLAMENTA SWÊDÊ
Þoreþ Zîrek /
Swêd
Nûnerê Partîya Cep Ulla Hofman li ser pirsa vegerandina
penaberên (mihacir) Kurd ji Başûrê Kurdistanê
ji wezîrê Karûbarê Bîyanîyan Maja- Inger Kingvall
di 2001-10-5 de pirsî.
Hofman di pirsa xwe da dibêje ”Hukumeta Swêdê plan
dike ku penaberên Kurd ên ji Bakurê Iraqê şûnva
vegerîne, ji ber ku bawer dikin rewaşa li heremê
stabîle bûye. Lêbelê ew aramî (stabîlte) ya heyî
bi saya parastina DYA (USA) ye ku bi balafirên
xwe wê herema Bakûrê Iraqê Kurdan diparêze.Ew roja
ku DYA xwe ji heremê vekişîne, hêzên Saddam
Huseyîn wê dîsan êrişî wê heremê bikin. Ew
bîrûbawerî ku li ba hukumetê heye li ser ewletîya
vê heremê li ser bingehên agahdarîyên kevn hatîye
avakirin. Niha komikên fundementalîst bi têkûzi
xebat dikin ku li Bakûrê Iraqê desthêlatîya xwe
zêde bikin. Di 25 îlonê de komek terorist bi navê
Jund Al Islam êrişî Helebçê kirin. Wan 40 kesên
swîl û esker êxsîr girtin. Eskerên Hukumeta Kurd
hewldan ku girtîyan azad bikin,lê wan piştre
dîtin ku hemû ew kesên dîlgirtî hatine kuştin.
Li gor agahdarîyan Jun Al Islam komek terorist e
û li Afganîstanê eskerî perwerde bûne û ji kesên
pirrgelî ye.
Ew bûyerên ku niha li Cîhanê û li vê heremê rûbar
dibin, wûsa xûya ye li wê heremê ne aştî
û ne jî ewleyî heye. Bêguman li heremê geft
li ser Hukumeta Kurd didome. Komika fundemental
a terorist di bin navê îdeolojîya îslamî, di vê
bûyerê de bawerî nîne ku Kurdên li cîhana roavayê
jîyane û bi bîrûwarîya wan deran girtine, bibexşîn
e.” Hofman piştî raberkirina raya xwe li ser
rewşê pirsa xwe ji wezîr dike: ”Ez dixazim
ji wezîr pirs bikim:
Ma gelo tedbîrên hukumetê ên dûrdirêj hene
ji bo parastina û ewletîya kurdên li Bakurê Iraq
ên pêşerojê ?
Wek pê agahdarin ku hukumet Swêdê dixwaze 4000 penahandeyên
Kurd ji Basûrê
Kurdistanê vegerîne. Ew pirs di çapemenï û medya
Swêdê de gelek hat
nivîsîn û peyvîn.Cend partîyên Swêdî, rexistên swîl
û Federasîoyan Komelên
Kurdistanê li ser vê pirsê nerazîbûna xwe bi xurtî
di medya de dan xûyanîkirin.
Bi taybetî serokê Federasîyona Komelên Kurdistanê
Keya îzol di radîyoya Swêdê
de beyan kir ku: Ew penaberên Kurd hatine Swêdê
ji ber neçarî û xetera li
heremê heye derketineji welatê xwe.Rewsa li Başûrê
Kurdistanê di bin geft û êrişên dewletên neyar
da ye. Ji ber vê yekê Kurd ji welatên xwe koçber
dibin. Îro ne dewleta
Tirkîyê ne jî dewleta Swêdê nikarin ewletîyekê bidin
ku ew penaberên Kurd
bi selametî vegerin welatê xwe.Dewleta Swêdê gereke
maf û heqên wan
4000 Kurdî qebûl bike.
Wezîra
Karûbarê Bîyanîyan Maja-Inger Kingvall di bersiva
vê pirsê de dibêje ”hukumeta Swêdê zûda wek raya
Komîseryata Penaberan ya Miletên Yekbûyî (UNHCR) dixwaze penaberan vegerîne, lê heke merciyên resmî dîyar
bikin ku ewlekari ne hewce ye, hingê em ê penaberan
vegerînin. Divê ez vê jî bêjim: heta niha me mafê
mayînê daye gelek kurdên bakûra Iraqê ku li Swêdê
bimînin ji ber ku şertên vegerandinê dest nedane.
Ev yek berdewam dike, lê li gelek welatên Awropayê
yan daxwaza wan red kirine yan ji tenê ser demeke
kurt hîştine ew bimînin. Û tê zanîn ku gelek
kesên penaber li ser demeke kurt an jî dirêj diçin
Iraqê û tên. Ev tiştana wê li ser tewrê merciyên
swêdî tesîrê bikin. Bêguman ew şertên nû yên
ku vê dema dawî peyda bûne wê li ber çavan be û
hukumeta Swêd gav bi gav teqib dike.”
|