Heyeta
Hevbeş a HDKÎ û PSK Serdana Laleşa Nuranî Kirin
Heyeta hevbeş a Hizba Demokrata Kurdistana Îran
(HDKÎ) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) serdana Bîngeha
Laleş li Dihok û Perestgeha Laleşa Nuranî kirin.
Dema Nû/Dihok
Heyeta hevbeş a HDKÎ û PSK, ku Endamê Polît Buroya
HDKÎ Rustem Cîhangîrî û Sekreterê Giştî yê PSK Mesud
Tek serokatiya wê dikirin, di 7’ê Nîsana sala 2011’an
da serdana Bîngeha Laleş li Dihokê kirin. Serokê
Bîngeha Laleş Şêx Şemo û birêvabirên Bîngehê,
pêşwaziya heyeta hevbeş kirin. Şêx Şemo
zanyarî li ser damezrandin û pêkhatina Bingehê Laleş
û kar û xebata wê pêşkeşê heyeta hevbeş
kir. Heyeta PSK û HDKÎ jî piştgiriya xwe li kar û
xebata Bîngeh û dezgehên Kurdên Êzidî kirin.
Heyeta hevbeş di roja 8’ê Nîsana sala 2011’an da
jî serdana Perestgeha Laleşa Nuranî kirin. Serokê
civata Ruhanî ya Êzîdiyan Baba Şêx, Serdesteyê Laleş
Feqir Hecî, Kurê Mîre Êzîdiyan Kamuran Xêrî, Rawejkarê
Serokkomara Iraqê Bo Kar û Barên Êzîdiyan Îdo Baba Şêx
û Rêvabirê Nivisîngeha Kar û Barên Êzidî Li Hewlêr Ezîz
Şemo peşwazî heyeta hevbeş kirin.
Baba Şêx û Kamuran Xêrî behsa bîr û bawerî û dîroka
Êzidî û rewşa wan yên dema rejîma BAAS û niha kirin.
Heyeta hevbeş jî piştgiriya xwe li daxwaza rewa
yên Kurdên Êzidî nişan dan.
|