Karesata
Helebçeyê Li Nurnbergê hat bibîranîn
KOMKAR û Kurdên Nurnbergê, di 16 Adarê, di navbera saet
14.00-17.00 de karesata Helebçeyê li Nurnbergê bi bîranîn.
Di çalakiya ku li ber dêra „Lorenz Kirsche“ de hat li
dar xistin, daxuyaniya KOMKAR.eu´yê bi zimanê Elmanî hat
belav kirin û wêneyên şehîdên Helebçeyê hat raxistin.
Çalakî bala gelek Elman û biyaniyan dikşand ser
xwe.
|