Em Helebce ji
bîr nakin !
16 Adar 2003 dibe 15. saliya karesatê qetliama
Helebçe. 16 Adar 1988 ê ewrên reş li ser Helepçe
de derbas bûn û hovîtïyek nedîtî dijberî mirovatîyê
hate kirin. Rejîma xwînxwara Iraqê êrişek bi
çekên kîmyavî li ser bajarê Helepçe li Başurê
Kurdistanê kir û wek gelek caran, disan xwîxwarî,
nijadperestî, û hovîtîya xwe aşkera kir. Rûyê
xwe yê pis pêşberî hemû cîhanê kir.
Di encama vê êrişa nemirovane de, ji zêdetir
5000 mirovên sivîl, jin, mêr, zarok, hatin kuştin,
12.000 hezar hatin birîndarkirin û her wesa ev birîndarene
heta dawîya emrê xwe, dê bibine giriftarê nexweşî
û nerehetîyên tendurustî. Hawir û dûr hate jehridan,
dar û teraş, gîya, heywan û bi kurtî hemû organizmên
bi ruh ji vê êrişa hov nesibe girtin. Heta
îro jî gelê Helepçe derd û azara vê êrişê dikeşe.
Zarok bi seqetî têne dunyayê, gelek texlîtên nexweşîya
penceşêrê wek bûye qedera van mirovan û hawir
û dûr mîna xwe nemaye.
Dîyare li gel karesatê Helebçe, ne cara yekemîn
bû ku rejîma xwînxwara Irqê çekên kîmyevî li gund
û mezrayên Kurdistanê dijî gelê kurd yê sivîl bi
kar dianî. Her wesa di sala 1987 ê ji rejîma Saddam,
li ber çavê hemî cîhanê gundên kurdan didane ber
bombên kimyevî. Lê wek tê zanîn cîhan, ker, kor
û bêdeng ma. Hevalbendên Saddam û şirîkên qetliama
Helepçe îdame bi firoştina çekên bîyolojîk
û kimyevî kirin.
Îro gelê kurd li Başurê Kurdistanê û teybeten
gelê Helebçe bi şêweke azad û serbilind li
welatê xwe dijîn. Gelê kurd sazî û rêxistên xwe
bi şêweyeke demokratîk damezrandîne û roj bi
roj van sazî û rêxistinan peşve dibin û têkuz
dike. Lê ev pêşveçûnene wek kelemekê ketîye
çavê dijminên kurdan. Dijminên gele kurd dixwazin
bi hemû şîyan û mecalên xwe ve, van destkevtîyan
ji nav bibin û gelê kurd disan bêxine bin nîrê bindestîyê,
bin qeyd û zincîrê. Bi gelek alîyan ve gelê kurd
dibin êrişeke dijwar de ye.
Bê şik her niha jî tehdîda herî mezin, dîsan
Saddam û rejîma wî ya xwînxware. Di encama şerekê
de ne, dûrî eqile ku rejîma Saddam dîsan çekên kimyevî
û bîyolojîk dê dijî gelê kurd bi karbîne.
Tehdîda duwem rejîma nijadperesta Tirkîyê ye.
Tirkiye nikare tehemula pêşveçûna rêberîyeke
serbixwe û demokratik bike. Bi gelek hecetên xîç
û xav ve dixwaze Başurê Kurdistanê dagîr bike
û van destkevtîyên netewî û demokratîk ji nav bibe
Îro erkê her kurdekî welatparêze ku dengê xwe
bilind bike. Leyîzên dijmin û dar û destên wan li
ser Kurdistanê puç bike. Çi xebat û bizav ji bo
berjewendîyên kurdistanê biçûk neyê dîtin. Gelê
kurd pêwîstî hemû cure alîkarî heye.
Bi rêya xwenîşandan, panel, konferans û civînan
ve divê, em nerazîbûna xwe li ser êriş û tehdîdên
dijminan bînine ziman û daxwaza piştgirîyê
ji gel, sazî, rêxistin, û hukumetên welatên Ewrupa
ku li wan welatên kurd lê dijîn bikîn.
Daxwazîya piştevanîya wan ji bo:
- Parastin û piştivanîya wan dijî êriş
û tehdîdên rejîma Iraq û Tirkiyê
- Ji bo parastin û ragirtina pêvajoya netewî û
demokratîk li Başurê Kurdistan
- Ji bo mafê çarenûsî rêvebirî li Başurê
Kurdistan
- Ji bo alîkarîya hewcarên teknîkî ku kurd bikarin
xwe dijî çekên kimyevî û biyolojîk biparêzên
- Dadigehkirina Saddam û destbixînên hevalbendên
wî di dadigeheke navnetewî de.
- Ji bo ji nav birina çekên kimyevî û biyolojîk
roja 16 Adarê bibe rojeke navneteweyî
Platforma Kurdên Ewrupayê - PLATFORM
PNK Bakur - IKE (Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf)
- DEMKURD
|