Ebdul
Hemîd Derwîş û heyata wî ligel Serokê Komkara Erebî
cîvîyan
Dema Nû-Hewlêr
Bi gor nuçeyek, ku dî dîmoqratî.net da belav bûye, dî 22.11.2011’an
de li paytexta Misir Qahîrayê, Heyeta Şanda Encumena
Niştimanî Kurdî li Surîya bi serokatiya Ebdul Hemîd
Derwîş, ligel Nebîl Elerebî Emîndarê Komkara Erebî
civînek çêkîrîn. Hate dîyar kirin ku ew civîn gelekî serkeftî
bûye.
Serokê Şanda
Encumena Niştimanî Kurdî li Suriya Ebdul Hemîd Derwîş,
ew êş û zulim û zora ku li ser Kurd bi dehan sal
hatiye meşandin, ji bo Emîndarê Komkara Erebî bi
zelalî eşkere kir. Şanda Kurd, her wiha yadaşnameyek
(daxwazname) bi navê Encumena Niştimanî Kurdî li
Suriya pêşkêşî Nebîl Erebî kirin.
ji alî xwe ve serokê
Komkara Erebî dilxweşiya xwe bi ditina şanda
Kurdî nîşan da û eşkere kir ku Encumena Niştimanî
Kurdî li Suriya bi xwe navnîşana Miletê Kurd e li
Suriya û beşekî serekî ye ji Oposiyona Surî û dibê
ku beşdar be di hemî diyalog û hevditinên Oposiyona
Surî de.
Şanda Kurdî lı
Qahîra gelek hevdîtin kirine û wê bike li gel Komkara
Erebî û aliyên din yên Oposiyona Erebî mîna Encumena Niştimanî
Erebî û Encumena Ci Be Ci Kirina Niştimanî. Armanc
ji wan hevdîtinan yekxistina rêza opozisyon û xwe amade
kirin e ji bona qonaxa derbasbûyinê.
|