Hemîd
Derwîş: Rola Turkî di Sûriya de keysperesti ye
Serkirdeyê Kurdî sûrî
yê Ebdul Hemîd Derwîş dûpat kir, ku desthilata Sûrî
şaşiyeke mezin dike, bi helbijartina wê ji riya
çarserkirina emnî re ta îro, berê welat dide ber bi qûnaxeke
tirsinak ve, lê tevî vê yekê jî em çek di ruyê desthilatê
de hilnagirin.
Ebdul Hemîd Derwîş,
Sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya,
ko yek ji kevintirîn partiyên Kurdi ye li Sûriya ye, û
cîgirê serokê “Daxwiyana Şam” ye, dibêje: “Şerê
navxweyî tiştekî tirsnak e û wêranker e û miletê
sûrî miletekî têgihiştî û ronakbîr e, qet nakeve
vê davka tirsnak de.”
Di hevdîtina xwe de li
gel Rojnama ”Şerq El-Ewset”, Ebdul Hemîd Derwîş
li ser gelek pirsên giring disekine, ko girêdayî ne bi
rûdawên îro ve li Sûrî, ji wan pirsan ew hokar û sedemên
qelsbûn û lawazbûna rola Kurdî, û dîtina Kurdan ji pêşeroja
Sûriya re..
Va ye naveroka vê hevdîtinê:
Şêrzad Şêxanî
Ji destpêka serhildana Sûrî ve, gazin ji Kurdan têne kirin ko helwîsta wan derbarê
van buyeran qels û ne zelal e û hin Kurdan gunehbar jî
dikin ko naxwazin li dijî desthilatê bisekinin, sedemên
vê qelsbûna rola Kurdî di vê serhildanê de, çi ne?
Ev nerîn gelek şaş
e, dema Kurd têne gunehbarkirin ko helwîsta wan cuda ye
ji helwîsta hawelatiyên din yên Sûrî, ji ber ko Kurd aniha
û berê jî ji tûjtirîn xelkê Sûrî bûn ko xebat dikirin
ji bo azadî û dîmoqratiyê, çimkî Kurd ji hawelatiyên din
bêtir zerer dîtine ji vê rêjîma şofînî û tek partî,
û êşa wan dûqat bû, ji aliyekî ve wek hawelatiyên
Sûrî û wek Kurd ji aliyekî din ve. Pêwîst e em zanibin
ko Kurd di navçeyên xwe de li gele birayên xwe yên Ereb
û Siryanî dijîn, û rewşeke wanî taybet û hestiyar
heye, û tirseke wanî mezin hebû di destpêka buyeran de,
ko careke din werin gunehbarkirin bi tawana parçekirinê
û netewperestiyê û tawanên din yên weke vê ..
Di dema buyeran de ko li bajarên Kurdî di 2004 an de rûdabûn, we soz ji rêjîmê
sitandibû bi dana nasnama Sûrî bo Kurdên bê nasname, lê
li ser erdê tiştek ji vê daxwaza serekî pêknehat.
Hûn ji vê rêjîma aniha tu hêviyan dikin ko mafê we yê
netewî yê din bide we?
Buyerên 2004 an, ko li
bajarên Kurdî rûdabûn, ew bi xwe pîlanek bû ji aliyê desthilatê
ve hatibû vêxistin, û wan buyeran birîna Kurdan kûrtir
kir û êşa wan zêdetir kir û rêjîm ew buyer kirin
behane ji bo destê xwe li dor situyê Kurdan tengtir bike
û siyaseta zordestî û regezperestiyê li dijî Kurdan xurtir
bike. Û derkirina biryara 49 ji bo dana nasnamê bo Kurdan,
piştî serhildana Sûrî hat û di rewşeke ne yasayî
de bû ji aliyê rêjîma desthilatdar ve û ez bawer nakim,
ko ev desthilata îro ti mafên netewî bide miletê Kurd.
Bi riya daxwiyaniyên ko hatine belav kirin ji aliyê hin serkirdeyên Kurdî ve
li Sûrî, diyar dibe ko daxwazên netewî yên miletê Kurd
hatine bilind kirin, ta ko digihe astê fîdraliyê. Tu bawer
dike ko ev maf were pêkanîn di bin siya vê rêjîma îro
de? Yan jî bi nerîna te dibe ko ev daxwaz were cîbicî
kirin piştê serkeftina şoreşa Sûrî?
Xebata Kurdan di çarçewê
çareserkirineke dîmoqratî dadperwerî de ye ji bo pirsa
Kurdî li Sûriya, û şêweyên vê çareserkirinê wê bi
riya li hevkirinê be di navbera Kurd û Ereban de. Lê ew
daxwiyaniyên ko kesek yan aliyek belav dike, ew tenê nerîna
wî alî yan wê partiyê bi xwe ye. Û di vê derbarê de ez
bi xwe ne geşbînim ko ev rêjîma îro dikare tu çarê
bibîne ji pirsa Kurdî re, her wiha jî ez bi geşbînî
û dûrî guman û tirsê li pêşerojê dinêrim û dibînim
ko Sûriya piştî serkeftina serhildanê wê welatê hemî
hawelatiyên xwe be, yê Ereb û Kurd û Aşûriyan e û
wê dûr be ji zulim û zordestiya netewî..
Pêwendiyên we di Sûriya
de qels û lawaz in li gel opozisyona Erebî û bi tenê li
gel “Daxwiyana Şam” hene, ko hûn cîgirê serokê wê
ne.. Ji ber vê yekê , çawa opozisyona Kurdî wê karibe
rola xwe ya giring bilîze di destnîşankirina pêşeroja
Sûriya de , eger di destpêkê de rêkeftin ne kiribe li
gel opozisyona Erebî?
Ev nerîn ne duriste, û dûre ji rastiyê, yê me pêwendiyên baş hene li gel
hemî pêkhatiyên opozisyonê, di nav de jî » Daxwiyana Şam
«, ko ciyê şanaziya mine cîgirê serokê wê me, û ew
bi xwe jî mezintirîn çarçew bû ji opozisiyonê re di dema
xwe de..
Di dema dawî de çend kongir hatin damezrandin, û pişt guhxistina rola Kurdî
di wan kongiran de hate pirotisto kirin, gelo sedemên
vê piştguhxistİnê çi bûn?
Belê çend kongir hatin
li darxistin li derve û di hina ji wan de rola Kurd qels
bû, ez nabêjim tunebû. bi her hal yê me em pişta
xwe bi opozisyona hundir girêdidin, ji ber ko ew e bingeh,
tevî ko em rêzê li karê opozisyona derv jî di girin.
Kurd gelekî ditirsin ji geşbûna rola Îxwan El-Musilmîn di pêşerojê
de, û ev rol piştgîriyek eşkere dibîne ji aliyê
Turkiya ve, bi nîşana ko hin ji wan kongiran li welatê
Turkiya hatine li darxistin, ev tirs ji rola “Îxwanan”
çi ye?
Bere ez eşkere bibêjim,
ko ez bi xwe ji rola Îxwan El-Musilmîn natirsim û her
wiha ne ji rewtên Îslamî yên aştîxwaz yên din jî,
nexasim ko rêxistinên “Îxwanan” û yên olî yên dinê li
navçeyên Kurdî hîç tunene û dibînim ko ev tirs ji rola
“ Îxwanan” divê me ne ajoyê ber bi dûrxistina wan ji jiyana
siyasî, yan jî derî li ber çewsandina wan veke, bi vî
rengî yan bi rengê dinê.
Gelek bangewaz hebûn ji bo li darxistina kongireyekî niştimanî bo hêzên
Kurdî li Sûriya, ew daxwaz gihiştin kîjan qûnaxê?
Hûn li ser vî kongirî çi dibînin? Gelo derfet heye ko
ev kongir bi serkeftin were li darxistin di bin siya wan
nakokiyên ko hene li ser astê cada Kurdî?
Hin kar têne kirin ji
aliyê partiyên Kurdî ve, ji bo li darxistina kongirekî
niştimanî Kurdî li Sûriya. Van karan qûnaxên berbiçav
derbas kirine di vî warî de û hêvî dikim ko em bi serkeftin
vî kongirî pêkbînin, tevî ko astengî û kelemên berbiçav
di pêşiya vî karî de hene.
Yê we pêşeroja Sûriya çawa dibînin, di dema ko rêjîma sûrî riyên ewlekariyê
hilbijartiye li şûna riyên siyasî ve, hin jêderên
opozisyonê çend sînaryo destnîşan kirine bo rewşa
Sûriya li ser bingeha berdewamiya vê qeyran îro, ji wan
sînaryo ya Lîbî, yanî bi dest hilgirtina çek di ruyê desthilatê
de? Gelo yê we li gel vê sînaryoyê ne?
Hilbijartina rêjîma desthilatdar
li Sûriya ji riya emnî re şaşiyeke xwekujii
ye, qet ev helwîst tu kêşan çareser nake , lê belê
welat ber bi pêşerojeke reş û tarî dibe .. Ez
ne li gel wan kesa me ko doza rahiştin çek dikin
li dijî desthilatê, ev eger kesek hebe vê doze bike li
gor ko hûn dibêjin.
Hate gotin ko tirs heye ji şerê navxweyî, û çend nîşan jî hebûn di
vî warî de, yek ji wan jî êrîşên hozên Erebî yên
li navçeyên Kurdî rûniştine, ko daxwiyaniyên li dijî
xwepêşandanên cemawerî belav kirin li bajarên Kurdî,
gelo ev tirs hîn maye? Û hûn bawer dikin ko di pêşerojê
de ti şer di navbera hoz û eşîrên Kurdî û Erebî
û xiristiyanî de vêkeve?
Şerê navxwe tiştekî
metirsîdar û xwekuj e û miletê Sûrî miletekî têgihiştî
û ronakbîr e, qet nakeve vê davika tirsnak de. Û Kurd
li Sûriya beşek in ji vî miletî û têkiliyên wan xurt
in li gel birayên wan yên Ereb û xiristiyanî li Sûriya
û qet derfetê nadin ko şerê navxweyî serî hilde di
nav Kurd û birayên wan yên din de.
“Daxwiyana Şam”, ko di destpêka damezirandina xwe de bi xurtî derkete meydanê
, va ye îro bûye çarçewkî vala di dema ko buyerên germ
li Sûriya birêve diçin, yê we bawer dikin ko ev çarçew
karibe xwe sax bike, da ko rolekê di pêşe roja Sûriya
de bilîze?
Ez ji we venaşêrim
ko “Daxwiyana Şam” gelek ji hêza xwe winda kiriye
ji dema ko hatiye damezrandin, û ev jî ji ber zilim û
zora ko ji aliyê desthilatê ve hatiye bi karanîn dijî
serkirde û endamên “Daxwiyana Şam”. Lê tevî wê jî
ev çarçew hîna jî roleke wê mezin heye di nav civaka Sûrî
de, û bê guman wê roleke berz di pêşerojê de jî bilîze.
Şoreşgêrên Lîbiya “Encûmenek Katî)”pêkanîn di destpêka buyeran de
li wir, ko ciyê piştgîriyê bû ji aliyê zorîna dewletên
cîhanê ve, evê yekê Peymana “Nato” jî ajot ko alîkariya
şoreşgêran bike û rêjîma Qezafî biruxîne, bi
baweriya te ti pêwistî heye ko encûmenekî katî were çêkirin
bo revebirina şoreşa Sûrî jî?
Opozisiyona niştimanî
hêşta parçe û belav e li hundir û yê me em hewil
didin ko rêzên wê bikin yek berî her tiştî. Dema
ko bibe yek wê çaxê ewê bi xwe biryar bide ka wê çi bike
û çi pêwist e were kirin.
Gelo yê we hûn ne li dijî destê derve ne ko dirêjî Sûriya bibe, eger komlgeha
navdewletî li pişt be di vî warî de?
Em ne li gel dest têwerdana
laşkerî ya derve ne, lê belê ev ne mana wêye ko em
fişara siyasî li ser rêjîma desthilatdar jî qebûl
nekin, da ko daxwaziyên miletê sûrî di azadî û dîmoqratiyê
de cîbicî bike.
Turkiya bi eşkere destê xwe dirêjî nav buyerên Sûriya dike, yê we hûn razî
ne bi vê destêwerdanê, nexasim geşbûna rola Kurdî
li Sûriya ciyê metirsiya Turkiya ye?
Rola Turkiya, derbarê
van buyerên ko li Sûriya bi rêve diçin, rolek keysperest
û dûdili ye, ew hewli dide qazancê ji derfetan bike û
berê buyeran bide ber bi bercewendiyên xwe ve.
Di çarçewa rola Herêmî de, tu pêwendî çêbûne di navbera partiyên Kurdî Sûrî
û Serokatiya Herêmê Kurdistan de, û nexasim ko partiya
we girêdayî ye bi pêwendiyên xurt li gel partiyên Kurdî
yên resen di Kurdistana Iraq de, bi taybet pêwendiyên
partiya we li gel YNK bi serokatiya serokê Iraqî Celal
Telebanî?
Rast e, pêwendiyên me
yên xurt hene li gel hemî partiyên Kurdistanî, nexasim
li gel YNK û serokê wê serok Celal Telebanî, lê belê siyaseta
me tê avakirin li ser bingeha rewşa me û li gor taybetmendiyên
me yên netewî li Sûriya .. Û ev jî qet ne li dijî pêwendiyên
me yên baş û birayetî ne li gel partiyên Kurdistanî.
Helwîsta Emerîka destpêkiriye hiştir dibe derbara buyerên Sûrî û bi xurtî
doza barkirina Beşar Esed dike û li gor xwendina
me ji hebûna opozisyonê re, em dibînin ko ta niha hêzên
wê nikarîbûn alternatîfekê pêşkêş bikin. Ma
yê we hûn dibînin ku qeyran bêtir ber bi berdewam bûnê
ve diçe, di bin siya zordestiya rojane de ko desthilat
bi kartîne? çareser çi ye bi dîtina we?
Bi dîtina min, çareserkirina
vê qeyranê ew e, ko rêjîm bersiva daxwaziyên milet bide,
ew jî pêk tê piştî ko opozisyon xwe yek bixe û ji
vê parçebûna ko rêjîm jê qazancê dike, xwe xelas bike,
nexasim îro fişar û zexta siyasî ya rêxistinên mafê
mirov û raya giştî ya navdewletî gihiştiya wî
astê ko êdî bandora xwe daye ser buyerên sûrî bi rengekî
aktîv û xurt û dikeve bercewendiyên xebata milet de ji
bo pêkanîna azadî û dîmoqratiyê ..
Hûn bawer dikin ko wê kodeta leşkerî pêk were ji nav hundirê rêjîm? Û yê
we wê çi helwîsta we bi eger karekî wisa rû bide ?
Bi rastî, egera karekî
wisa ji hundirê rêjîmê heye, ji bo girtina derî li ber
van buyerên ko berdewam in,û li ber vê qeyrana ko welat
têre derbas d be û dibe ko ev kar çareseriyek guncawtir
be bo rewşa Sûriya û bercewendiyên miletê wê.
Şerq El-Ewset
|