Li
Vienayê Hesenkêyf
Wênekêş Hasan Aslan gelek wêneyên balkêş li
Hesenkeyfê kişandine û anîne li Viennayê Çar roj
in ku di pêşangeha wêneyên Hesenkêyfê li Vienayê
nîşan dide. Dema ku ez li wan wênayan mêze dikim,
tê bîra min ku bi kêmayî ji deh hezar salan berê li Hesenkeyfê
jîyan hebûye. Lê belê sazûmana tirk dixwaze ku Hesenkeyfê
di bin avê de bihêlîne.
Wek
tê zanin, nuha li Vienayê di pênc dibistanan de dersê
zimanê kurdî bûye fermî. Ji wan grûban, grûba mamoste
Yusuf Budak 29.04.2011 an de çû seredanîya pêşangeha
wêneyên Hesenkeyfê. Zarokên Kurd bi vê seredanîyê dilşa
bûn û pirsên xwe ji Wênekêş Hasan Aslan kirin, di
heqê Hesenkeyfê de agahi stendin.
Yusuf Budak |