Daxoyaniya Partî û hêzên
sîyasî yên Kurdistanî li Elmaniya (hevkarî)
Rûdanên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê bune cihê xemgînî û dilgiraniyê li cem
hemî Dilsoz û niştîmanperwerên Kurd, jiberku li cem
me hemiyan rûhin û aşkiraye ku azadî û serbora başurê
Kurdistanê rûniya hîvî û ûmêdê xistiye nava mal û dil
î deronê her Kurdekî buye tîrek hember çavê dagîrker û
nahezên vî gelî.
Rûdanên vê dawiyê yên lezgîn li welatên Erebî ku buyîne
egerênm rakirina Dîktatoriyetê û xwe sepandinê, cihê dil
xweshî û pishtgirî û welatên Dîmokratî û tev gelên serbest
û azade, gelê Kurd jî ku xodanê dîrokeka pir serbor û
qorbanî danê ye pêxemet gehiştin bi azadî û serbixweyî
û roxandina diktatoriyetê û avakirina jiyaneka aram û
dîr ji zûlim û sitemê û ne dadperweriya gelên herêmê û
îro di sîya xebat û xwêna canguriyan karîn di parçekê
Kurdistanê da desthelatê bigrin dest û rengekê azadî û
dîmokratiyê bu hevwelatiyan dirust bikit û êdî civaka
Kurdî li pash guh nehête avêtin û jêr destê gelên dagîrker
ne bît, û hevwelatiyê Kurd bi azadî bijît û xodan perlemêntu
û Desthelat ( Hikomet ) û Yasa û Destora xwe bît, û bikarît
mîna di her civakeka şaristanî da tevî bît di rêvebirina
welat û mîna biçûktrîn mafê xwe bu gehiştina daxwazên
xwe bi rêya xwepîşandanan hebît.
Livir erkê ser milên kes û civakê û aliyan ku di çarçovekî
da van çalakiyan organîze bikin ku li her tundutîjî û
karên hovîtî û dûr ji sharistaniyetê û sextekariyan dûr
bît û saziyên mîrî ( Hikomî ) û partayetî ( Hizbî ) û
yên hundrî nekene armancên wêran kirin û dest dirêjiyê
ku encamê wê têkdana barê ewlekariya rûniştvanên
Kurdistanê bît û destê têkderê nahez û dujminên derve
hebît bu dirust kirina têkdan û jinav biirna serbora me
û dîsa dobarekirina serdemê tal yê şerê bira kojiyê
û rêştina xwêna hevwelatiyên bê gonehê vî gelî bi
destê xwe, ku eve jî di berjewenda çi kes û aliyan da
nîne.
Ewa ku van çend rojên çoyî da rûdayî û em bi xwe dîdevan
( şahid ) buyînji bilî şer û têkdanê û koştin
û birîndar buna hevwelatiyan çi encamek ne bu, belkî metirsiya
karesateka mezintir hebe ku piştra kontrola wê ji
destê kesê ne mîne û me di karwanekê xirab da bibe, ku
paşeroja welatê me tarî biket.
Ji ber wê yekê pêdvî dizanîn ji hest kirin bi berpirsiyaretiya
niştîmanî daxwazê ji cemawerê bi emek û şerf
û tev aliyan bikeyîn ku bizavê bikin bi aştî û ruheka
hevdo qebul kirin kar bikin digel hevdo û hemî bihevra
rewşa niha ya başurê welat aram û tena bikin,
û dîsa dan û sitan ser aştî û yek rêziya mala Kurdî
û tebayîya niştîmanî biken bi avakirina komîteyeka
vekolînê bi lez û lezgîn tev arîşe û pirsgirêkan
çareser bikin û mîkanîzmekî baş da binin bu baştir
kirina jiyana Hevwelatiyan û gehandina pitir xizmet guzariyan
bi tev alî û çîn û saziyên civaka xoştiviya Kurdî.
Bi Hîvî û Ûmêda nîşandana rîyekê şaristanî û
nimoneyî ya desthelatdariya Kurdî li herêmê.
Hizar silav ser canê pîrozê canguriyên Kurdistanê û mirin
û ser shorî bu Dujmin û nahezên Kurd û Kurdistan
Parti Demokat Kutdistan (PDK)
Yekitinistimani Kurdistan (YNK)
Parti Sosyalisti Kurdistan (PSK)
Parti Demoqrat Kurdistan (PDK-Bkur)
Parti Islami Kurdistan-Bakur (PIK)
Hizbi Demoqrat Kurdistan-Iran (HDK-I)
Parti Azadi Kurdistan (PAK)
Komala
Parti Demoqrat Kurdistan-Iran(PDK-I)
Partiyen Yekgurtiyen Demoqrat Kurdistana-S(P.Y.D.K-S)
Hevkariya
Partên Kurdistanê li - Elmaniya
04.03.2011
|