Hevpeyvîn
bi Kemal Burkay re - Salihê Kevirbirî (*)
‘Hêvîdar im siyaseta Kurdan pêwistî bi
kalekî wek min 74 salî nebe!’
Stockholm: Siyasetmedar û nivîskarê kurd Kemal Burkay
di civak û jiyana kurdan de herdem yek ji fîgurên sereke
bûye ku behsa wî hatiye kirin. Tevî ku yek ji “giregirên”
siyaseta kurd bûye, her wiha hêla wî ya edebî, rewşenbîrî
û nivîskariyê jî bi têra xwe deng daye. Burkayê ku salên
dûvedirêj Serokatiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
kiriye, mohra xwe li bin gelek berhemên edebî daye. Di
pêvajoyeke ku amadekariyên vegera welat dike de, li Stockholma
Swêdê em li Kemal Burkay qesidîn. Me pirsî, Burkay li
ser koça ji welat, jiyana xwe ya edebî, yekitiya kurdan,
rojên xwe yên li Swêdê û vegera xwe bi henûnî û dilnizmî
bersivand.
Salihê Kevirbirî: Birêz Burkay beriya
her tiştî dixwazim hîn bibim, cenabê te di nava malbateke
çawa de mezin bû? Malbata we li herêmê bi çi navî tê naskirin.
Sedema pirsa min ev e; di Karesata
Dêrsimê de tu yek salî bûyî. Bi
gotineke din, te çavên xwe di rojên Komkujiya 1938’an
de vekiriye. Wê karesatê bandoreke çawa li malbata te
kir?
Ji malbata me ra tê gotin ”Mala Alî Zeynê”.
Em ne malbateke dewlemend bûn. Erda
me kêm bû. Me gelek zehmetî kişand.
Bavê min egîtmentiya gundan (mamostetî) dikir.
Çend xwîşk û birayên min hîn zaroktiyê da mirin.
Em du xwişk û du bira menzin bûn. Em
ji Eşira Şadiyan in. Dema
Serhildana Dêrsimê (1937-38)
hatime dinyayê. Diya min digot: ”Tu di dergûşê da
bûyî û dengê topan dihat.”
Dêrsim heremeke fireh e. Şer li hêla Xozat, Ovacix
û Mamekê çêbûye. Hêla me Mêzgir ku ber bi başûr e,
nêzî Palo û Depê (Qereqoçanê) ye, ne bûye warê şer
û pevçûnan. Lê Diya min ji Dêrsima navend (merkezî), ji eşîra Alan e. Merivên
wê, ango xalanên min piştî şer kom kirine û
kuştine.
Her çiqas mintiqa me û eşirên wek Şadî, Îzol
û Xiran di şer da cî ne girtine jî, piştî ku
şer xilas dibe û dewlet Zora Dêrsimê dibe, hêzên
eskeri tên hêla me jî. Hingê bavê min jî di nav da, hin
gundî ji tirsan direvin, xwe vedişêrin. Esker li
hêla me xelkê qir nake, lê hin kesên sereke, hin axa û
serokeşîran dibin li Mêzgirê didin ber gule û singîyan,
dikujin. Ji gundê me jî du kes bi vî awayi hatine kuştin.
Hin serok û axayan jî sirgûnî xerbê, ango rojavayê Tirkîyê
dikin.
- Roja te terka welat da û roja ku yekem car te
gav avêt nav axa Ewropayê tê bîra te. Dikarî behsa hestên
xwe yên wan rojan bikî? Roja dawî gava te welat terikand
tu li ku bûyî, li mala kê bûyî?
Min du caran terkî welat kir û ji ser Sûri
û Libnanê hatim Ewrûpa. Yek sala 1972 bû, ya duwemîn jî
sala 1980 bû. Herdu jî ji ber derba eskerî bûn.
Cara yekem havina sala 1972 bû. Me li ser
sînor, ji tirênê bazda û revîn. Li sûriyê hatin girtin
û qasî 15 roj di hepsê da man û piştra li Beyrûtê
çend meh man. Pişt ra jî Ewrûpa... Cara duwem bihara
sala 1980 bû. Ez li hêla Cizîrê derbazî Sûrî bûm, ji wir
jî dîsa çûm Libnanê. Li wir çend roj bûm mêvanê şûyîyên
Iraqê û bi alîkarîya wan derbazî Ewrûpa bûm.
Wê demê Beyrût disa warê şer û şewatê
bû. Ji ber sebebên ewleyî ji mal dernediketim, wek hepsî
bûm. Bi teyarê hatim Siwîsrê, bajarê Zurich. Dawiya Nîsanê,
ango bihara Siwîsrê bû. Dar û beran pel û gul vedabû,
her der wek bihûştê xemilî bû. Piştî ewqas tirs
û reva li Tirkîyê, û pişti ewqas germayî û şer
û şewata Libnanê, bi rastî sebra min vebû min bîhna
xwe stend. Ji Elmanya heval hatibûn pêşîya min. Kazim
Yildiz hema li balafirxana Zurichê çoklat û mûz pêşkêşî
min kirin û got: “Zanim nuha te bira vana kiriye!”
Lê ew bihngirtin û ew kêxweşî qasî
du-sê rojan ajot. Piştî wê dîsa ketim nav kar û xebata
rêxistinî-sîyasî, bi kar û hella hella, bi bez û kefteleft
heya îro hatim...
- Biryardayîna terkeseriya welat ji ber çi rû da? Gava cenabê te welat
terikand, texmîn dikir ku wê hewçend dirêj li Ewropayê
bimîne?
Ez sala 1980 di destpêka meha Nîsanê da,
ango çend meh berî derba eskerî ya 12 Îlonê ji welat derketim.
Di wan rojan da dijî partiya me operasyoneke mezin hebû
û gelek hevalên me hatibûn girtin. Hevalan biryar girtibûn
ku ez derkevim. Ji xwe çend meh piştî wê derba eskerî
çêbû û bi hezaran kes wek min derketin der welat.
Me texmîn ne dikir ku em ewqas sal li xerîbîyê
bimînin. Me digot vêcar jî pir pir ew xerîbiya me sê-çar
sal dajo û em dîsa vedigerin. Bona vê yekê min nêzî sê
salan ji bo penaberîyê serî lê neda. Lê va ye ji 31 yek
salî zêde derbaz bû û hîn jî hinek ji me li der welat
in...
- Salên dûvedirêj bi hevre berdewamiya siyasetmedarî û edebiyatzaniyê
ne zehmet e gelo? Bi qasî siyasetmedariya cenabê te,
jiyana te ya hunerî jî bi tena serê xwe balkêş
e û tê zanîn. Gelo tu qet fikirî, rojek tercîha xwe
ji yekê ji wan bikî?
Di
destpêka da bala min zêdetir li ser edebiyatê bû. Helbet
pirsa Kurd û bir û bawerîyên civakî, yan sosyalîstî jî
min gelek eleqeder dikir, lê ne dihat bîra min ku rojekî
bikevim nav refên partîyên sîyasî di wan da kar bikim,
yan jî partîyeke sîyasî ava bikim. Lê em di welatek û
civakeke usa da dijîn ku di nav agir û şewatê da
ye û wek rewşenbîrekî yan hunermendekî nikarin bêjin
ji vî agir û şewatê dûr bisekinim. Ew agir jî bi
rîya sîyasetê tê vemirîn, ango ji derdên gel û welat ra
bi rê û olaxên siyasî çare tê dîtin.
Ji ber vê, bibê nebê bi sîyasetê mijûl
bûm, him jî têr û tijî mijûl bûm. Lê piştî wê, herçiqas
sîyasetê gelek waxtê min girt jî, min dev ji karên edebî
ber neda. Disa şiêr, carina çîrok nivîsandin. Heya
kitêbên zarokan, lîstikên teatir û mîzah (henek) jî nivîsandin.
Lê min dev ji roman nivîsandinê berda, ji ber ku roman
pir waxt dixwaze.
Karên sîyasî û edebî di jîyana min da bi
hev kelîyane. Ew dudilî, ango “edebîyat yan siyaset?”
di destpêkê da derket pêş min; lê piştî ku ketim
siyasetê êdi min herdu bi hevra meşandin û kelandin.
Hin caran wek edîbekî li dinyayê nihêrim û hestên xwe,
bîr û rayên xwe bi şiklên edebî got, carina jî bîr
û rayên xwe yên sîyasî bi formên edebî bi kar anî. Siyaset
û edebîyat carina wek du çemên cuda li gel hev çûn, carina
jî tevi hev bûn û bi hevra herikîn. Piştî vê saetê
jî êdî tercîheke han, ango yekê hilbijêrim û dev ji yê
dinê berdim, êdi ji bo min nabe.
- Pirsa xwe berdewam bikim, Kemal Burkay bêhtir xwe siyasetmedar dibîne
an mirovê edebiyatê?
Herdu jî. Carina du nasname, carina jî
sê, ji bo mirovan giranbuha ne, mîna dê û bav, mina law
û keç; tu nikarî yekê ji ser yê dinê ra bigrî.
- Çi nivîsar, çi gotar, çi helbest yekem car tê bîra te li ku derê
û kîjan salê hate weşandin? Heke li bîra cenabê
te be, li ser çi bû?
Şirêa min a pêşîn di sala 1960’da
di kovara Yeditepe da hat weşandin. Ev kovar li Îstembolê
derdiket û yek ji kovarên edebî bi nav û deng bû. Navê
şiêrê “Yolcu” (Rêvingî) bû. Vê şiêrê di tu kitêbên
min ên weşandî da cî negirtîye. (Şiêreke min
a din dîsa bi navê “rêvingî” heye, ku Nîlufer Akbalê kirêye
stran dibêje, ew cuda ye.)
Min di wê şiêrê da behsa çiyan, daristanan û deryayê,
behsa rêçûnê dikir. Jiyana min jî wek wê şiêrê bû:
derketim rê, hîn jî diçim... Çawa Aşiq Weysel dibêje:
“Di rêyeke zirav û dirêj da me- Diçim şev û roj...”
- Hewldan û xebatên cenabê te ji bo vegerê hene. Piştî hewqas
salên ji welêt dûr, gava tu hatî yekem tiştê ku
tu dixwazî bikî çi ye? Tiştekî ku di dilê te de
bûye hesret û tu dixwazî di vegera xwe de bikî heye
gelo?
Tiştekî taybetî tune, lê gelek tişt
hene ku di vegerê da dixwazim bikim: Nas û dostên xwe,
merivên xwe, hevalên xwe bibînim. Li welat gelek ciyên
ku zarotiya min, jîyana min derbaz bûye (gundê xwe, Dêrsimê,
Xarpitê, gelek ciyên din ên Kurdistanê, heya Enqere û
Îstembol) bibînim. Ji fêkî û xwarinên welatê xwe tam bikim...
- Tiştê ku tê di vegera xwe de bi tu awayî nekî çi ye?
Bir û bawerî guhartin, li ber neyarê xwe
serî danîn...
- Cih û devera ku tu dixwazî jiyana xwe lê berdewam bikî diyar e gelo?
Ji Dêrsim an Stenbolê wê tercîha cenabê te kîjan be?
Hîn diyar nin e. Ezê di vî warî da piştra
biryara xwe bidim.
- Gelo Kevneserokê PSK’ê, difikire careke din bi awayeke çalak vegere
nava siyasetê?
Niyeteke min a usa tune, lê ger rewş,
wek salên 1960’î mecbûr bike ew jî tiştekî din e...
Hêvîdar im sîyaseta Kurdan û Tirkan ne hewcedarî kalekî
wek min 74 salî bibe!
- Di jiyana cenabê te de xalek an kiryarek heye ku tu jê stûxwar î
û tu dibêjî; “Xwezî min ew nekira.”
Bi dereca “stûxwarîyê” na. Şukur di
jîyana min a sîyasî da jî, taybetî da jî kiryareke usa,
ku pê stûxwar bim, ku “berf fedî bike” tune. Lê helbet
tişt hene ku dibêjim xwezi min nekira û negota. Tiştên
han jî min veneşartine, gotine û nivîsandine; di
hatiratên min da hene.
- Ev demek e ku behsa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan tê kirin. Gelo heye
ku rojek kurd di vî warî de bi ser bikevin?
Behsa yekitîya neteweyi ji bo Kurdan ne
tiştekî teze ye; li Kurdistana Bakur, ji 30 salî
zêdetir e ku di rojevê da ye. Lê mixabin heya nuha bi
ser ne ket. Hêvî û daxwaza min jî ev e ku rojekî bi serkeve.
Lê yekitîya hêzên welatparêz çi ye, li ser çi esasî, bi
çi şiklî? Ew jî pirseke dûr û dirêj e. Yekitîya baş
ev e ku li ser siyaseteke rast çêbe, ne li ser rêyeke
şaş û xapînok. Rê heye mileteki dibe azadîyê,
rê heye dibe herî û hezazê. Wek nimûne, waxteki Elmanan
bi piranî dane dû Hitler; gelo çûn kiderê? Farisan jî
dane dû Xumeynî, lê ew çûn gihan kiderê? Lê Kamboçîyên
ku dane dû yekî wek Pol Pot, wan çi bi dest xistin?..
- Birêz Burkay, gelek caran kurd bi “neteweperestiyê” têne binavkirin.
Car heye ku kurd bi “nîjadperestiyê” jî têne tawanbarkirin.
Gelo bi rastî jî kurd di warê “neteweperweriyê” de kamil
in an na?
Kurdan bi nijadperestî gunehkar kirin neheqi
ye. Xuya ye hin kesên ji miletê serdest, bi taybetî dewlet
û hukumeta wan, heq û azadî xwestinê ji bo Kurdan wek
nijadperesti dibînin.
Li aliyê din, her gotin û kirineke Kurdan
li cî ye? Yan jî tevgera Kurd kamil bûye yan na? Ew jî
tiştekî din e.
Milet ji mirovan pêk tê. Mirov jî ne yek
cure ne. Di nav miletekî da rast jî hene şaş
jî, baş jî hene xirab jî. Lê ya mihîm ev e ku xeta
esasî çi ye, ango giranî li ser çi ye? Kurd jî ne yek
cure ne. Belê, Kurd bindest in, gelek zulim dîtine; Lê
ev bi serê xwe têrê nake û nîşan nade ku ji ber vê
yekê Kurd hemû tiştê baş difikirin û dikin.
Bi raya min tevgera Kurd kamil ne bûye û mixabin hîn şaşîyen
mezin dike. (Mabesta min tevgera Kurd li Bakur e). Ger
heya nuha yekitîyeke baş ava ne bûye sedem jî ev
e.
- Gelo 24 saetên Kemal Burkay çawa derbas dibin? Tiştek heye ku
tu her roj nekî, nabe?
Ne ewqas rengîn e. Bi alî ken û kêfê, xwarin
vexwarinê ne dewlemend e. Waxtê min piranî bi xwendin
û nivîsandinê derbaz dibe. Lê ez ji vê jiyanê razî me.
Roja ku kar nekim aciz dibim, wek tiştek kêm e...
- Xebat û berhemeke edebî ku tu niha li ser kar dikî heye gelo?
Ev sala dawi li ser berhemeke edebî ne
xebetîm, lê min du cildên hatiratên xwe (cildê 3 û 4)
ji bo çapê hazir kir. Karekî giran bû. Min ew kar teze
xilas kir û wek barekî giran ji ser milê min rabû. Nuha
şunda ezê bifikirim çi bikim, êdî azad im!
- Gava min got berhema edebî hate bîra min, dikarî hinek behsa serpêhatiya
helbesta “bir kedim bile yok” bikî? Te di nava psîkolojî
û hestên çawa de ev helbest nivîsand? Di serdemeke dijwar
de, Sezen Aksu ev kir stran. Ji bo vê helbestê, di navbera
we de têkiliyeke çawa peyda bû?
Saliho, te jî wek her kesekî kir, gotin
anî ser “Gulumse”yê... Bila be!
Dema min Gulumse (De rûken be) nivîsand
û got “pisîkek min jî tune”, ne ku li benda mal û milk,
post û miqam bûm, mabesta min ne ew bû; lê bi alî dil
tenê bûm, xort bûm û keçikên ku meriv ji bo wan van xetan
binivîse jî hebûn...
Sezenê ew kir stran û got, ez kêfxweş
bûm. Nuha jî xwarzîya min, Dîlovan dibêje.
- Ji bo vê gotûbêjê gelek spas...
Ez jî spas dikim, serfiraz bî!
--------------------------------------------------------------
Ev Hevpeyvîn di rojnama Kurdî Rûdawê, hejmarê
dawî da, hin beşên xwe kurtkirî derket. (Dengê Kurdistan)
|