Kemal
Burkay: Serbilind im;
min tucar li gelê xwe û bîr û bawerîyên xwe bêbextî ne
kiriye
Hevpeyvîn bi Seyîdxan
Kurij ra
Hevalê me Kemal Burkay li ser vegera xwe ya welat,
ji bo Rojnama Kurdî ya hefteyî Rudaw’ê, bi Seyîdxan
Kurij ra hevpeyvînek kir. Ev hevpeyvîn di heftê çûyî da
di Rudawê da hat weşandin. Em vê hevpeyvînê pêşkêşî
xwendevanên xwe dikin. (Dengê Kurdistan,
1 Adar 2011)
Pırs: Di wan rojên dawî de di çapamenî de tê
îddîa kirin kû we gotiye, ezê piştî hilbijartinê
vegerim Tirkîyê. Gelo astengên zagonî li ber çûyîna
we siyasetmedarên Kurd yên kû di rewşa we dane,
hatine rakirin?
Burkay: Gelek kesên ku piştî 12 Îlonê, ji ber sebebên
siyasî derketibûn der welat, rêvebirên gelek partîyan
jî di nav da, vegerîn welat, yan jî dikarin bi serbestî
biçin û bên. Di nav wan da gelek hevalên min jî hene.
Ji ber ku me sîleh bi kar ne anîye û kar û xebata xwe
bi rê olaxên aştixwazane kirîye. Heya duh navê Kurdan
hildan qedexe bû, îro pirsa Kurd li her derê bi serbestî
tê qisekirin. Êdî li welat jî gelek sazîyên Kurdan hene.
Heya partiyek (HAK-PAR) ku ji bo Kurdan federasyonê dixwaze
heye. Têlewîzyoneke dewletê seranserî rojê bi Kurdî weşanê
dike. Mesajên min bi xwe di gelek kowar, rojneme û têlewîzyonan
da bi serbestî têne weşandin. Divê mirov van guhartinan
bibîne.
Serokwezîr Erdoğan salek berê got Burkay dikare
vegere, asteng tune. Wezîrê hundur Beşîr Atalay jî
ji min ra telefon kir û pirsî „çima venagerim?“ Her usa
jî got bo vegera min tu asteng tune.
Hingê ez çima venegerim? Va ye ji 30 salî zêdetir e li
der welat im û ji bo kêfê ji welatê xwe derneketime. Ger
bo vegerê rewşeke usa heye çima venegerim?
Helbet pirsa Kurd hîn çareser ne bûye û kar û xebat û
têkoşîn berdewam e. Lê dixwazim êdî li welat bim
û li wir pişt bidim berxwedana gelê xwe, berxwedana
ji bo azadî û demokratiyê. Ger risk hebe jî, ne tenê ji
bo min e, ji bo her kesî ye.
Hûnê çima piştî hilbijartinan
diçin? Hûnê berê hilbijartiana biçin û ji bo partîyek
nêzikê xwe (wek Hak – PAR) xebat bikin baştir nabe?
Burkay: Karên min ên berdest hene ku divê xilas bikim.
Bi taybetî karên bîranînên xwe (cild 3 û 4) divê berî
vegerê temam bikim. Ez dikarim di derheqê hilbijartinê
da bir û bawerîyên xwe li der welat jî bînim ziman.
Hin niviskar û sîyasetmedarên Kurd
di wan rojan dinivîsîn kû AKP bi taybetî we, Şivan
bi polîtîkwan û rewşenbirên Kurd va dikeve pêyendîyê
kû ji bo polîtîkaya xwe, ji bo qels kirina sîyaseta Kurdan
kar bîne. Hûn ji bo van îddîayan dikarin çi bêjin?
Burkay: Dibe ku nîyeteke usa yê AKP hebe. Lê Şivan
jî, ez jî, em ne zarok in. Jiyana me û kar û xebata me,
berhemên me li meydanê ye; çi li hundur welat çi li der
welat. Em ji xwe bawer in. Yên ku siyaseta xwe gor daxwaza
dewlet û hukumeta Tirk qels kirine û dikin ne em in. Bila
raya giştî ya Kurd ji bo me dilrehet be...
Ji ber ku Şivan dixwast derkeve
TRT -6 rastê erişan hat, hûn ewî çawa
dinirxînin?
Burkay: Ev êrîş neheqiyeke mezin e. Şivan hunermend
e, dikare stranên xwe li her derê bêje. Ew stranên Kurdî
ne û TRT-6 jî bi Kurdî weşanê dike. Gelek hunermend
û rewşenbîrên Kurd îro TRT-6ê da bernameyan çê dikin,
eva xizmeteke mezin e ji çand û zimanê Kurdî ra.
Hûn jî derketin TRT -6, gelo
derketina TRT -6 çima ewqas dibe pirsgirêk
Burkay: Belê, ev cara duduyan e ku derdikevim TRT-6ê.
(Ya pêşin „Euroname“ bû, ku rojnamevanê Kurd Arif
Zêrevan çêkiribû, ya din jî di bernama „Rêwi“ da.) Herdu
jî li Stokholmê çêbûn. Min di van herdu bernaman da bir
û raya xwe got li ser zmanê Kurdî û li ser sîyasetê. Çima
nebêjim? Rojname û têlewîzyonên bi zimanê Tirkî jî bi
dehan caran bi min ra roportaj çêkirine û weşandine.
Ma ev gunekarî ye? Çi dibêjim ew mihîm e û di vî warî
da serbilind im, min tucar li gelê xwe û bîr û bawerîyên
xwe bêbextî ne kiriye.
Lê yê ku ji van tiştan aciz dibin ne dilpak in.
Çavê wan bargotir nake ku li dervayî wan deng hebe. Naxwazin
rastî bêne eşkerekirin. Ev ne çiroka îro ye, ya salan
e.
Dîsa çapemenîyê de tê nivisandin
kû AKP xwastîyê hûn ji bo TRT -6 şewirmendîyê bikin?
Ji bo we teklîfek usa hatîye? Gava teklîfek usa were hûnê
çawa binirxînîn?
Burkay: Ev gotinên hanê derew in. Teklifek usa ji bo
min ne hatiye û ez jî ne li benda tiştekî han im.
Hunê biçin welat, hunê bi
giranî çi bikin?
Burkay: Karê ku îro li der welat dikim, li hundur jî
bi giranî wê bikim. Binivîsim û bîr û rayê xwe bêjim.
Hin ajansên nûçeyan û medya çima
di derheqa we de her tim nûçeyên derew belav dikin?
Burkay: Ew jî metodekî şer e ji bo wan. Xuya ye
dîtinên min û yê wan ne yek e, li hev nayê û ji siyaseta
min hez nakin. Lê yên ku di derheqê min da nûçeyên derew
belav dikin, xuya ye bi ditinên xwe û sîyaseta xwe ne
bawer in. Her usa jî, yê ku vî karî dike ne tenê medyaya
Tirk ya di bin qontrola dewletê da ye, lê mixabin hin
medyaya Kurdên me jî bi salan e vê metodê bi kar tîne.
Herhal di vî warî da mesleheta wan yek e...
|