Hevpeyvînek balkêş
Hevpeyvîna jêrê di derheqa perwerdeya zmanê kurdî
ye li Almanya. Me xwes xwendekarên mejî jê haydar
bin.
Berpirsyarê Radiyo Kalle Puls
Janssen
Beriya destpêkirina peywandanînê
we daxwûyanî da:
îro me mevanên balkês anîne. Ew mamostên zimanen
biyanî ne ku li Niedersachsenê (saxsena
jêrin) li dibistanên cûre cûre ders didin.Vêgavê
ew Mamoste/a li “ Europahaus Aurich” semînerê pedagojik
yên zanyarîyê dibînin. Assia (Rusî), Daniele (îtaleyanî),
Liliana (Polonî) û Ahmet Akbas (Kurdî).
Pêsîya hevpeyvinê bi mûzika Kurdî ya folklorî bername
destpêkir.
Kalle, Berbirsyarê Radioyê yê “ Ostfriesland”
Kalle: Ji kerema xwe hûn dikarin xwe bidin
naskirin.
Akbas: Navê min Ahmet Akbas ê. Ez Kurdim.
Li pênc dibistanan dersê zimanê Kurdî didim û ez
gelek kêyfxwesim ku we, ew imkana (delfet) daye
me.
Kalle: Pêsî ez pirseke esasî bidim. Esas
cawa dersa zimanê dayikê bi mana xwe tam tê fehmkirin?
Akbas: Dersa zimanê dayike dersêkê zimanên
biyanîye, ew malbeten biyanî ku zarokên xwe li Elmanya
disinin dibistanan û li wir dijin.
Kalle: Dersa zimane dayike li hemû Eyaletan
(hereman) destûr heye?
Akbas: Hinek ji zimanên biyanî ders didin.
Li ew li hemû eyalatan ne wek hevûdine.
Minak: zimane Kurdî vêgavê li eyaletên kevn li
Niedersachsen(saxsena jêrin) cara pêsî bi fermî
dersên zimanê kurdî li wir destûr dane, pasî li
Bremen û NordreinWestfalen.
Kalle: Kijan sagirt dikarin tevî dersan
bibin?
Akbas: Dersa zimanê dayike li gor riza dê
û bavê. Berî nivro û pêstî nivro ye . Ew dersên
zêdane ji bo sagirtan. Di her form û seklê dibistanan
dê sagirt dikarin tevî bibin.
Kalle: Hemû sagirt ji sinifa yekê heta deha
ne?
Akbas: Erê, eger ku dê û bavê (malbat) zarokên
xwe qeyid bikin.
Kalle: Du dikarî ji me re hinek behsa wan
dersan biki ku cawa li dibistanan organîze dibe?
Kengî ew heye? Ser qerarname bahs bikin û bidi
naskirin?
Akbas: Dersdana zimanê dayike bi texmini
30 sal heye li Almanya.
Lêbelê zimane kurdî zimanê me ji sala 1993 bi destûra
qerarname wirde li Niedersachsen hatîye danin. Ew
bi teybetî kurdên ku li we eyaletê rûdinen gelek
sah bûne. Cimkî heta wê dema nêzik li Tirkiye zimane
Kurdî qedaxwe bû.
Niha em bin ser organizanîyonê: malbatên biyaniyan
ku li wir rûdinen ji bo zarokên wan rê û ûsula dersdanina
li gor qerarnameye; pewiste dibistan dê û bavên
zarokan imkana dersdanina zimanê dayikê agahdar
bikin.
Li gor serî lêdana malbatan bi 8 sagirtan di dibistanan
de dikarin grupekê (komekê) avabikin.
Ji bo her grupekê jî di heftîyê de` 5 seet dikarin
ders bidin. Bi gihstî sagirt di heftîyê tenê ji
2-3 seatan ders dibînin.
Kalle: Bi rastî eger hûn li welat
xwe bin û di welate we de bîyanî hebin hûnê ji bo
zarokên wan di hebê dersê zimanê dayikê de bisixilên
(karbikin)? Ew li ba we realiste?
Akbas: Belê, begûman ezê kêyfxwes bibim
ku dersên wahan li welate me bêdanin. Ziman ji bo
insanan diroke, cande,nasnameye û kulturên rengîne(multikulturel).
Kalle: Ji kerema xwe herkes bi zimane xwe
xatir bixwaze.
Akbas: Bi xatire we spas dikim.
Di dawîya hevpeyvinê de.
Kalle: „ Niha jî Ozanê Kurd yên bi nav û
deng, Sivan Perwer“ dibêje.
Têbinî:
Rolê zimanê dayike di warê meslek nasname, û erina
(positiv) ziman ji bo miletan û intergrasionê (bihevre
jiyanbûn) bi wan mamostên ku Navên wan li jor derbas
dibin hevpeyvin cêbû.
|