Heyeta
hevbeş a PSK-PWD serdana Encumena Niştîmanî
a Kurdên Suriyê kirin
Heyeta hevbeş a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
û Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD-Kurdistan îro serdana
Nivîsîngeha Hewlêrê yê Encumena Niştîmanî a Kurdên
Suriyê kirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Heyeta hevbeş ku bi Sekreterê Giştî yê PWD
Nîzamettîn Taş, Endamên Serkirdayetiya PWD Ebûbekîr
û Serhad, Sekreterê Giştî yê PSK Mesûd Tek, Nunerê
Dihokê yê PSK Bedo Xarpêtî, Endamê PSK Azad Diyar, Serokê
KOMKAR-EU Kovan Amedî ve pêkhatibûn, ji aliyê nunerên
Hewlêrê yê Encumena Niştîmanî a Kurdên Suriyê Dr.
Mahmûd Erebo û Bavê Sebir ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di
hevdîtinê de behsa serhildana gelên Suriyê, beşdariya
Kurdên Rojavayê di vê serhildanê de û armanc û biryarên
Kongra Niştîmanî a Kurdên Suriyê bi taybetî û hevahengiya
rêxistinên Kurdistanî bi giştî hate kirin.
Hevdîtina ku qasî seatek domkir, behsa giringiya rola
Kurdên Rojavayê di tekoşînên parçeyên din yên Kurdistanê
de bi bilindî hate nirxandin.
Nunerên Encumena Niştîmanî a Kurdên Suriyê piştgiriya
siyasî û nasandina encumen di bîrûrayên Kurdistana Bakur
de ji rêxistinên Kurdistan a Bakur xwestin.
|