Hêzên Kurdistanî; “Piştgirî bidin
Kempîna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê”
Navenda Nûçeyan
Hindek partiyên siyasî yên ji her beşên Kurdistanê
bi belavokeke piştgiriya xwe bo Kempîna Berevanî
ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê diyar kirin û daxwaz
ji Yekitiya Netewan û dezge û saziyên mafê mirovê yên
navneteweyî kirin ku piştgiriya xwe li vê kempîna
nîşan bidin.
Belavoka Hêzên Kurdistanî bi vî awayî ye;
Daxuyaniya Hevbeş a Hindek Hêzên Siyasiyên Kurdistanê
Ji Bona Piştgiriya “Kempîna Berevanî ji Girtiyên
siyasî ên Netewên Îranê”
Herwekî bi rîya medyayê va agadar in, Komara İslamî
ya İranê, dev jê dardakirina xebatkarên azadî û demokrasiyê
bernedaye. Komara İslamî ya İranê guhê xwe nade
bîrûrayê cîhanê û daxwaza dezge û sazîyên mafê mirov yên
navnetewî û di warê dardakirina girtiyên siyasî da gelek
çûye pêş. Pir mixabin piraniya îdamkirî ji gelê Kurd
ji Kurdistana Rojhilat in.
Kempîna Berevanî jî Gîrtîyên sîyasî ên Netewên Îranê,
hewl dide, ku hukme îdam a girtiyên siyasî bêne betal
kirin û girtiyên siyasî azad bin. Kempîna Berevanî jî
Gîrtîyên sîyasî ên Netewên Îranê mijûlê berhev kirina
îmzayên piştgirî li girtiyên siyasî û berhev kirina
zanyarî ye li ser wan, daku pê bîrûrayê giştî agahdar
bike.
Em hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê, erkê xwe ya welatparêz
û mirovî dizanin, ku piştgiriya Kempîna hanê bikin
û daxwaz ji Yekitiya Mîlletan û dezge û saziyên mafê mirovê
yên navnetewî dikin, ku piştgiriya xwe li Kempîna
Beravanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê nîşan
bidin.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Komelayê Şoreşgerê Zahmetkêşanê Kurdistana
Îranê
Komelayê Zahmetkêşanê Kurdistan
Partiya Azadî Kurdistan
Sazumana Xebat a Kurdistana İranê
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (Bakur)
Partiya Demokrat a Kurdistan (Bakur)
PWD- Partiya Welatparêzên Demokrat
Partiya Yêkitiya Demokratî kurd li Suriya
Partiya Demokrata Kurd li Suriya (Elparti)
Partiya Demokrata Peşverûya kurdî li Suriya
Hizba Rizgariya Kurdistan (Başur)
|