Trajedî li ser trajediyan!
Huseyîn Dozber
Ne zemanekî dûr, tenê du hefte berê, di “ferman-nameya”
hefteyî ya Îmraliyê de, li ser pirsa kurd û çareseriya
wê, generalên tirk bi Ocalan dabûn dîktekirin ku:
-Çareserî, domandin û xurtkirina dewleta tirk ya
unîter û kemalîst e. Daxwazkirina otonomî, federasyon
û tiştên weha paşverûtî ye, evana ne li
gor serdemê ne. Tenê milletçiyên prîmîtîv (paşde
mayî) tiştên weha dixwazin.
Leyla “belengaz” pê bawer nebe jî “mecbûr” e li
gor talîmatnama şefê xwe hereket bike. Û kir:
Lewma çend roj paşê, di huzûra serokê Parlamenta
YE Josep Borell de, ji kurdîtiyê 180 derece berê
xwe guhast û bû tirk. “Seroka” kurdan ya ku heyşt
salan ji ber kurdbûna xwe cezayê hevsê kişandibû,
ji Borell re got: em tirk mêvanhiz in. Trajedî!
Di ser re tenê çend roj derbas bûn, cardin 180
derece, Leyla dîsa bû kurd, bû rêbereka dîrokî ji
bo hin kurdan. Lê wê, vê carê tevi gelek rewşenbîr
û siyasetmedarên me yên xwedî tecrube bi daxuyaniyeke
çapemeniyê berê xwe da YE û cîhanê. Di wê de doza
çareserîyeke heqane kir ji bo miletê kurd. Çi baş!
Di ser re 48 saet derbas nebû, Leyla me û hevalên
xwe paşde gav avêtin. Li kirina xwe xwedî derneketin,
di ser de jî, li peyrevên xwe ango li kesên xwedî
îmzeyan heqaret kirin. Trajedî û komedî!
Belê pirsa kurd, xasima di van rojên nêzîk de wek
sêla sor e, tim sincirî ye, germ e.. Ev rojên han
ji bo pêşeroja Tirkiyê û kurdan wek rojên dîrokî
tên jimartin, ji ber ku, hefteya pêş, YE wê
li ser destpêkirina muzakereyên bi Tirkiyê re biryar
bide. Rêvebir û siyasetmedarên ewropî, piştî
ewqas salên bi qêrîn û hawar, bi sirgûn, qetliam,
zîndan û berxwedana ku kurdan derbas kir, îro hebûna
pirsa kurdan û welatê wan Kurdistanê qebûl dikin.
Mesela Serokê Parlamenta YE Josep Borell, li Tirkiyê
berî çûyîna xwe ya Diyarbekirê got ez diçim Kurdistanê.
Çi baş!
Lê vê care wekîla kurda ya ku ji gelê kurd rey
girtiye û bûye parlamenter daku doza kurdîtiyê bike,
radibe dibêje kesên dereke têkilî karê me dibin,
welatê kurdan Tirkiye ye, em tirk in. A de were
bextreşiya vî gelî bibîne! Ê madem hûn tirk,
welatê we Tirkîye ye hûn ji kurdên kurd û ji YE
çi dixwazin?! Wek ku katalanek yan jî baskîyek bêje
ez îspanyol im welatê min Îspanya ye. Qet tiştekî
wisa dibe! Trajedî!
Siyaseta tirkan û kurdan herdu alî jî bi lez û
bez in. Di nav telaşekê de ne. Dewleta tirk
perîşan e, ji ber ku “deriyê medeniyeta Ewropayê”
jê re vebûye, lê pirsa kurd jê re bûye astengeke
mezin… Wan, bi neçareserkirina pirsa kurd, bi rastî
jî piyê xwe xistine soleke teng. Lê divê kurd li
xwe bên mukurê ku rewşa wan baştir nîne.
Ji ber ku, herçend xwediyê dozeke heq in jî, nikarin
ji derfetên heyî yên qenc îstîfade bikin. Ew bi
xwe nikarin li ser rêyeke rast, trêneke kurdî ya
xas bidin meşandin. Wan qedera xwe bi destê
Îmraliyê û dewleta tirk ve berdane. TRAJEDIYA HERÎ
MEZIN!
Serokê PKK Ocalan, wek şivanekî zîrek, berê
kutila pey xwe bi vî alî de wî alî de, çawa bixwaze
dizivirîne. Helbet di xizmeta dewletê de! Jê gazind
nabe, ew gotina xwe vekirî dibêje. Îcar bawerkiriyên
wî, jê mucîzeyan dipên, û di her gotineke wî de
îradeyeke îlahî dibînin, ew jî şanseke ji bo
wî û dewleta tirk. Lê ew kîjan aqil e ku bawer dike
ku PKK bi hemû kes û saziyên xwe ve di nav çend
rojan de dîtina xwe diguherîne û rêyeke netewî dide
ber xwe?..
|