Xwepêşandanek
li dijî siyaseta îdamkirinê ya Komara Îslamî
Duhî li Hewlêrê, li ber konsolxaneya Îranê ji aliyê,
hîzb û hêzên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê ve li dijî
siyaseta îdamkirina Komara Îslamî xwepêşandanek pêk
hat.
Dengê Azad/Hewlêr
Hejmareke
zêde ji xelkên Rojhalita Kurdistanê, hîzb û aliyên siyasî
pêkhatî, li ber avahiya Konsolxaneya Îranê li dijî siyaseta
îdamkirina Komara Îslamî bi xwepêşandanekî nerazîbûna
xwe nîşan dan û ev siyaseta komara Îslamî mehkûm
kirin.
Di xwepêşandanê de yek ji alî û pêşengê vê
xwepêşandanê nunerê Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê-PDKÎ Tahir Mehmûdî daxuyaniyek li ber avahiya konsolxaneya
Îranê pêşkêşî gel û raya giştî kir. Mehmûdî
di daxuyaniya xwe de balkişand ku ev siyaseta komara
Îslamî ya Îranê nikare bi van îdaman xortên Kurd çavtirsayî
bikit.
Nunerê
PDKÎ Tahir Mehmûdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de weha
got; “Her wekî agahdar in Komara Îslamî a Îranê dest bi
pêleke îdamkirina xortên tekoşerên Îran û Kurdistanê
kiriye. Roj nîne ku kesekî ne biribe ber sêdarê. Ev siyaseta
Komara Îslamî ne ya evro ye, bi hebûna komara Îslamî li
ser kar ve heta niha siyaseteke bingehîn e. Komara Îslamî
nikare bi van îdaman xortên Kurd çavtirsayî bikit. Di
cihê xwe de ye bo mehkûmkirina Komara Îslamî û nasandina
naveroka vê rêbazê bi çi hewlan bergirî lê neyê kirin,
bi tenê rêya wê nemana komara Îslamî ye.
Em
carekî din wek nunertiya PDKÎ vê pêla îdamkirina xortên
Îran û Kurdistanê mehkûm dikin. Ev kare jî bi tenê rûreşiyê
bo Komara Îslamî bi xwe ve tîne. Serkeftin bo azadî, slav
li giyanî pakî ew tekoşerên bi serbilindî çûne bin
sêdare yê, serfirazî bo gelê Kurd”
Piştî ev daxuyaniyê, beşdarên xwepêşandanê,
cam û avahiya konsolxaneyê û resmên Xamaney û Xumeynî
dane ber keviran.
BÊ NÎŞANDANA ÇAVKANİYÊ, WERGİRTİNA
NÛÇEYÊ QEDEXE YE!
http://www.dengeazad.com
|