Şêx
Îzeddîn Huseynî çû heqiya xwe
Oldar, welatperwer û siyasetmedarê bi nav û deng Şêx
Îzzedîn Huseynî, 10’ê sibatê li Swêdê, Bajarê Upsala,
di 90 saliya xwe da çû heqiya xwe.
Şêx Îzeddîn, di sala 1921’ê li Kurdistana Rojhilat
hatibû dinyayê. Kurê Şêx Salih bû. Berê li cem bavê
xwe, piştra li cem meleyan perwerdaya olî bû. Hin
di civaniya xwe da berê ji tevgera Şêx Mehmûdê Barzencî,
piştra ji avabûna Komara Mahabadê hest û bîr û baweriyeke
welatperwerî stend û di nav sazîyên wê demê da ciyê xwe
girt.
Dijî zor û zulma Şah derket û di şoreşa
Îranê a sala 1979 da helwesteke erênî nîşan da. Yek
ji wan Kurdên naskirî bû ku daxwazên gelê xwe anî ziman
û bo wê bi hukma Îranê ra da û stend. Lê Şêx Îzeddîn
ji hukma meleyan û sîyaseta wan ne razî bû. Bi xwe tim
xeteke pêşverû, azadîxwaz girt û maf û azadîyên gelê
Kurd, yên bindestan, jinan parast.
Piştî ku hukma meleyan mafê Kurdan nas nekir û êriş
anî ser Kurdistanê, Şêx Îzeddîn jî di nav berxwedanê
da ciyê xwe girt, carina derkete der welat, li Ewrûpa
û welatên dinê geriya, daxwazên kurdan û xirabî û zor
û zulma meleyên Îranê eşkere kir. Piştî sala
90’î li Swêdê, bajarê Upsala cîwar bû.
Şêx Îzeddîn emrê xwe yê dirêj di rîya azadiya gel
û welatê xwe da derbaz kir.
Piştî mirinê ji bo karûbarê ku bê kirin û rêzgirtina
wî komîteyek hate avakirin. Gor agahdarîya komîtê rêzdar
Şêx Îzzeddin bibin li Kurdistana Başûr, bajarê
Silêmaniyê bidin axê.
Şêx Îzeddîn Huseynî bi kar û xebata xwe ya mezin
di dîroka Kurdistanê da ciyê xwe girt û di dil û mêjûyê
gelê Kurd da wê her bijî.
Dengê Kurdistan
11 Sibat 2011
|