KAMPA
KOMCIWAN- 2010
CUXHAVEN
Liyan Nazdar Çamlibel
Roja yekşemê
programa me wextê xwe da destpê nekir. Ji ber ku herkes
êvarê hat,tenê kesên Îngilterê bi şev hatin. Tiştekî
nabe! Me hêj jî govend digirt û me hêj jî kilam digotin!
Me leyîztikekê jî leyîst: Çiqas ku dile me dixwast em
dikarîyan kart hildin. Paşîna jî, gava herkes ji
me kart hildan, ji me ra gotin em kart ji bo çi gerek
bi kar bînin. Çend kartên te hebûna, ewqas te tiştan
gerek bigota seba xwe. Mesela min 3 kart kişandin:
- Nave min
Liyan Nazdar Çamlibel e.
- Ez sêzde
salî me.
- Mala min
li Hollandayê ye.
Saat sisiyê
şevê her ji me xew ra ket, rojeke giran bû.
Kî mêr
be û dereng radizê, gerekî eynî mêr be û zû rabe! Saet
heşt nîvan da me taştê xwar roja duşemê
da. Piştê taştê konferansa me a yekemîn destpê
kir; apê min Yilmaz Çamlibel behsa sî saliya Duwanzdê
Îlone dikir. Ew sê saet kişand, meselekê gelek giran
e. Piştê wî me xwarina xwe ya navrojê xwar: Mirîşk!
Me mirîşka xwe xilas kir, paşîna jî konferansa
me ya duwemîn destpêkir. Piştê wê me xwarina xwe
a evarê xwar. Saet nehan da me bi programa evarê destpêkir.
Ew program her jî me hez dikir! Me leyîstik leyîst û me
muzîkê vekir û me govendekê xweş danî! Apo Sedat
jî tembûra xwe hilda û me ra kilam gotin.
Roja sêşemê
em dîsa zû rabûn, piştê taştê konferans destpê
kir. Me behsa KOMCIWAN kir, me bi hevra xeberda seba konsepta
KOMCIWAN û kêmasiyên me. KOMCIWAN çima heye, em KOMCIWAN
çawa dikarin ç êtir çêkin? Me bersivên van pirsan da,
herkes ji me jî fikra xwe got. Me prezentasyonek çêkir
ku fikra xwe nişanê kêsên mayîn bikin. Ew tiştek
baş bû ji me ra. Paşî me xarna navrojê xwar
û gava me zikê xwe têr kir, me dest bi konferansa teze
kir. Me behsa întegrasyonê û partîsîpasyonê kir. Du grûp
hebûn: A û B. Di nav wan grûpan da xeber didan seba vê
meseleyê. Çi positive e, çi negative e? Me li ser wan
tiştan zef xeber da. Konferans xilas bû û me xwarina
xwe ya evarê xwar. Kek Mesud Tek wê demê da hat. Rojtira
bê konferasa wî destpê dikir.
Roja çarşemê
me piştê taştê guh da kek Seyîtxan Kurij. Kek
Seyîtxan sê pirtûk û pirtûkeke Dimilî ji bo zarokan nivîsandiye.
Kek Seyîtxan bawerîya xwe tîne ku kelîmeya 'Zazakî' ji
Kurdan nayê. Ji derva tê. Kurmanc Dimilî dibêjin. Piraniya
ji me kelîmeya Kirmanckî jî zef bi kar tînin.
Piştê
wî jî me xwarina xwe a navrojê xwar.'Gerek em guh nedin
dilê xwe, em gerek guh bidin mêjiyê xwe.' Kek Mesud Tek
behsa federasyonê kir. Ser wê meseleyê me dîsa grûp çêkir
û xeberda. Çend grûp jî tiyatro dikirin. Temam, me ewî
xilas kir. Paşê herkes ji me cilên xwe ên delal wergirtin,
ji ber ku ev roja dawî bû û me partiyekî xweş çêkir!
Herderê me delal çêkir û xwarin ekstra xweş bû. Me
têr kêf kir, kampek zef xweş bû!
|