Piştgirîya
kampanya rûreşkirina îşkencê bike!
Xwendevanên delal,
Kîngê îşkenceyên ku bi destê Amerîkîyan li Bexdayê di zîndana Ebû Gureyb
da hatibûn kirin hat bihîstin, karbidestên dewleta
Tirk û medyaya wan, ku di warê zulm û teda û ezîyetkirinê
da destê wan ji herkesî qirêjtir e, ji herkesî zêdetir
dengê xwe derxistin û Amêrîkanî rûreş kirin..
Lê ew bi xwe bi salan e ku di qişle û qereqolên
Tirkîyê da, di zindanan da zulm û tedayeke nedîtî
li welatparêz û demokratên Kurd û Tirk dikin û medyaya
wan jî di derheqa vê yekê da bêdeng e. Ne ku tenê
bêdeng e, kirinên dewlet û hukumeta xwe, kirinên
esker û polêzê xwe vedişêre û piştgirî
lê dike.
Ango rûyê wan ji herkesî rûreştir e û heqê wan tune ku behsa zulm û tedaya
xelkê bikin. Lê ew dikin, him jî dengê xwe ji herkesî
bilindtir dikin. Gelo çima? Sebebek ev e ku, gelek
dilşa ne xwe ra şirîk dîtine û dibêjin
“keremkin, em di ezîyetkirinê da, di zulm û tedayê
da ne tenê ne.” Rast e, ne tenê ne. Lê ev yek rûyê
wanê reş sipî nake..
Sebebê duwemîn jî ew e ku, van bûyeran dikin mane û dixwazin wan jî wek haletekî
bi kar bînin, da ku dijayetîya dijî hêzên Amêrîkanî
li iraqê û li dinyayê bilind be, ew ji İraqê
zû derkevin û ew projeya bo İraqeke demokrat
û federal di avê da biçe.
Bona vê yekê, me di malpera xwe ya www.kurdîstan.nu
da ev durutî û bêşermî eşkere kir
û hin doz û delîlên wê jî nîşan dan. Hevalê
me Yilmaz çamlibel jî, yek ji wan kesan bû ku di
dema 12 Îlonê da di zindana Dîyarbekrê ya eskerî
(No:5) da ew zulm û îşkence dîtibû li ser vê
yekê nivîsand. Her usa jî hin rewşenbîr û nivîskarên
Kurd wek Ruşen Aslan û Recep Maraşlî ku
bi salan li Zindana Dîyarbakrê û zindanên din yên
Tirkîyê da mabûn, ew ezîyet û teda dîtibûn, bo rûreşkirina
sazûmana Tirk a zordest di hin malperên Kurdî da
kampanyayek vekirin. Em her usa jî piştgirîya
vê kampanyayê dikin û ji her kesekî welatparêz û
demokrat dixwazin ku ew jî piştgirî bikin.
Zulm û teda û ezîyet curmekî dijî mirovî ye, kî bike jî divê bê rûreşkirin.
Em wan kirinên di zindana Ebu Greyb da rûreş
dikin. Lê qe nebe fermandar û berpirsîyarên dewleta
Amêrîkî, heya G. Bush bi xwe, bo van kirinan ozra
xwe xwestin. Lê berpirsîyar û fermandarên Tirkan
heya îro çi kirin? Wan xelat dane zulmkarên xwe.
Ew li himber dinya alemê fedî nakin û bêperwa ne.
Divê zulimkar û ezîyetkirên Tirk jî ozra xwe bixwazin. Fermandarên dema şerê
qirêj, wezîrên wan ên hundur, serokwezîr û serokdewletên
wan jî divê ozra xwe bixwazin, ji Kurdan, ji xelkê
Tirkîyê û ji hemû dinyayê.
Ew medyaya Tirk ku ewqas sal li himber vê zulm û tedayê bêdeng ma, heya piştgirî
lê kir, divê ew jî ozra xwe bixwaze.
Di derheqê wan kesên zulimkar, ezîyetkir û kesên ku rê dane wan û pişta
wan girtine, berî herkesî jî di heqê Pînoşeyê
Tirk Kenan Ewren da divê doz û dewa vebe û ji wan
bê pirsîn. Divê ew cezayê xwe bibînin
Gelo ew tişt li vî welatî dibın? Gelek zehmet e! Lê ev daxwaz heqê
me ye. Qe nebe em kirinên wan eşkere bikin
û wan rûreş bikin.
|