Mêr, Jin
û Civak:
Gelo civaka Kurd pêş va çoyî ye an paş va mayî
ye?
Kazim (Ep)Özdemir
Civak, bipêş va birin gelek zor e. Civakên ku nikaribin
xwe bipêş va bibin, nikaribin xwe nû bikin her tim
muhtacê bîyanîyan in, bi kesên ne xêrxwazên xwe va girêdayî
dimî nin. Di dewr û dema me de ciwakên li paş mayî,
wek xizmetkarên ciwakên bipêş va çûyî ne.
Pewiste ciwak di her warî da, di warê sosyalî (Komelayatî)
, huqûqî (Dadmendî) , ekonomi(aborî) , siyasî, kulturî
(çandî) , perwerdeyî, exlaqî(rewiştî) û di her warên
jîyanê de, xwe bi pêş va bibe, xwe teze û nû bike.
Civakên li paşmayî, feqîr in, belengaz in. Civakên
li paş mayî, di her warê jîyanê de jî li paş
in. Ji xwe ra dibêjin belkî civaka wan civaka herî qenc
e. Heker feqîrî û belengazîya xwe, ne xwendavanî û nezanîya
xwe, li paşmayîna perwerdeyî, çandî û aborîya xwe
qebûl bikin jî, xwe civatek gelek bi exleq (rewişt)
di pejirînin (hesibînin) . Xwe ji her civakî zaftir bi
exleq dibîn in. Xwe zaf bi exleq û civakên din bê exlek
dibîn in. Mirov zû bi zû nikarê van dîtin, van nêrîna
wan biguhrîn e, biguhêz e.
Pêwiste civak, di her warî de bi pêş va here. Pêşveçûna
civakê, bi temamîya kar û barê elementê civakê çêdib e.
Ji bo pêşveçûn û guhartina xwe, nûkirina civakê divê
tim elementên civakê karker, rêncber, cotkar, gundî, bajarî,
rêzan, rewşenbîr, ronakbîr, pispor, siyasetmedar
û tim hevwelatîyên civakê hewlbidin, bi zanebûn karbikin.
Belkî hin xwendevanên hêja bêjin gelo civak çîye, ji
kî an ji çî tê holê? . Civak, ji kesên li ser xeta çand,
ziman, irf, edet, jîyan û exlaq bi hev ra bimeşin
tê holê. Hebûna civakê insan e. İnsan tune bin, civak
jî tune. İnsan, civakê tînin meydanê.
Çewa her insan dizan e, ji alîyê efirandina insanan va,
insan mê û nêr anî bi awayek din em bêjin, jin û mêr hatine
efirandin.
Dema em li cîhanê binêr in, ji hezar salan û virda mêran
cîhanê idaoyîyerekirin e. Her tim hakimîyet di destê mêran
da ma ye.
Di vê sedsala dawî de, li welatên bi pêşvaçûyî gelek
jin di nav idarekirina civakê de bûne xwedî erk. Seba
vê yekê jî, bi hezaran salane ku cihana me wek vê sedsalîya
dawî bi pêşva neçû ye.
Di sedsala dawî de pêşvaçûn, guhartin û nûvedanên
(îcadên) wisa mezin çêbûne ku aqilê insan didin sekinandin.
Ji trênê bigre heta, tomofîl, balafir, çûna hîvê, dîtina
niftê (petreol) , nûvedana eletrîkê, nûvedana di hêla
saxî û nexweşanîyan da, neqilkirina parçeyên(organên)
insanan, xuliqandina zarokan, bimba atomê, internet û
bi hezaran nûvedanên din..
İnsanên yanî mêr û jinên ku civakê tînin holê, divê
di nav civakê da wekhevîya wan hebe. Alîyek hakimê alîyê
din nebe. Alîyêk, alîyê din ne perçiqîn e, bê sîyanet
neke, bê rûmet neke. Pêwiste alîyek di nav civakê de çist(bi
lebat, aktîf) û alîyê din tebat(sist, pasif) nebe.
Eker em civakê bi teşbînin insanan yanî wek minaka
insanan bibînin em dikarin bêjin ku civak, wek insanan
li ser dû lingan e. Lingek jin û lingek jî mêr e.
Gewda civakê ev her dû ling anî jin û mêr bi pêşva
dibin. Heker lingek seqet be, insanek nikarê bi heval
û hogirên xwe re bikeve pêşbazîyê. Tim û her tim
dimîne li paş. Heker lingekê civakê jî seqet be,
civak her tim dimîne li paş. Nikare bi pêş va
here, nikare bigihîje armanca xwe.
Lingek civaka Kurd seqet e. Di nav cistî, hereke û pêşbazîyan
da jina kurt tune. Çiqas jî van salên davî gelek jinên
Kurd bibin xwendevan, rewşenbîr, rêzan, zanyar û
pispor, dîsa piranîya jinên Kurd nexwendevan in, ne di
nav pêşbazî û herekê civakê de ne. Piranîya mêrên
Kurd nahêlin jinên wan, keçên wan bikev in nav pêşveçûn,
nûkirin û pêşbazîyên civakê. Lingek civakê hiştine
seqet, civaka Kurt hiştine gurbe.
Di vira da belkê parîyek kêmasîya jinan jî hebe, belê
kêmasî bi temamî kêmasîya mêran e. Mêrê Kurd li pêşveçûn
û xwe nûkirinan nanêr e. Mêrê Kurd di nav çivakê da çiqas
jî çist, jîr û zîrek be jî, jina xwe di mal da dihêl e
û bi tenê, bi serê xwe dikev e nav civakê, bawer dike
ku tê civakê bi pêş va bibe, nû bike. Bi vê bawerîya
xwe jî gelek kubarî dike, xwe jîr û zîrek, wek qehremanan
di nirixîn e. Belê mêrê Kurd nizane ku xwe di vî warî
de, di xapîn e. Nizan e ku hevwelatîyên xwe û civaka xwe
jî di xapîn e..
Berî çend salan jîyanhevala min di salwelgerandina Sûsûrluxê
da li İstenbolê bû. Çend roj pişrtî salwelgerandina
Sûsûrluxê hat mal û ji min ra got:
“Ne imkan e civaka me Kurdan bi pêş va he re. Mêrê
Kurd jina xwe di nav çar dîwaran da hepiskirî ye û dibêje
ezê gelê Kurd azad bikim. Çend roj berî salwelgerana Sûsûrluxê
çend jinên Kurd li mala di gerîyan û dixwest in ku jin
û mêr bi hev ra herin Sûsûrluxê û dewletê şermezar
bikin. Ji herkesî ra digotin bila ewil werin komelê û
ji komelê tev bi hev ra bi otabasan hereketê Sûsûrluxê
bikin. Roja ku em biçin Sûsûrlixê ez, xuşka xwe û
zavaê xwe çûn komelê. Komel tijî insan bûn. Belê mixape
jinek di nav wan da tune bû. Ew jinên li nav mala digerîyan
û bangî gel dikirin ku herin Sûsûrluxê ev bixwe jî li
komelê nebûn û nehat in. Min koma mêran ra got (Gelî birakno,
win tev bê jin in, gelo jina kesî ji we tune? . Gelo win
tev ne zewicîn e, bêkar in? .. Gelo jinên we li kêder
in? . Civaka we ji mêran bi tenê hatî ye meydanê? . We
ji bo çî jinên xwe, keçên xwe, bûkên xwe, xuşkên
xwe bi xwe ra nanî ye? Gelo win bawer in ku winê welatê
xwe, gelê xwe azad bikin? .) Piranîya van zilaman ji min
ra got in heqê te he ye xwengê...”
Dema em li ser vê mînakê biseki nin, emê bibînin ku di
her warî de mêrê Kurd jina zwe di mal da dihêl e, diçe
civîn, konferans, protesto û her hereketê civakî, belê
jina xwe bi xwe ra nabe..
Mêrê Kurd hesûd e. Heq dide xwe ku binêr e jina kesên
din, lê belê heq nade tu kesek ku binêr e jina wî. Jina
xwe ji xanî dernax e nake nava civatan, bi xwe ra nabe
komcivîn, konferens, semîner, şîn û şayîyan.
Ez dûr nenêr im, gelek nas, dost û pismamên min hene ku
jinên wan bi serê xwe nikanin û nizan in li nava bajêr
biger in.
Gelek nas û dostên min hene ku 30 sal, 40 sal, 50 sale
zewivîne, hêja jinên xwe fêrî imzayek nekirine. Dema diçine
bajêr jinên xwe 6 mitro li du xwe dihêlin. Ez kelek kesan
nasdikim ku jinên xwe li du xwe hiştine û jinên wan
di nav bajêr de winda bûne.
Di referandûma 12 Êlûnê da ez li Tetwan bûm. Jinbira
min xwest here ser sandoqê dengê xwe bide. Ez çûm mala
wan min wê bir ku em herin ser sandoqê. Em ji mal derketin.
Min jê pirisî gelo sandoqa dengdana wê li kîjan dibistan
e. Got li dibistanekê cem mala me a kevin e. Min bire
dibistanek ku navê wê di lîstê da tunebû. Ji wê min bir
dibistanek dî. Navê wê li vê dibistanê jî di lîstê da
tunebû. Min li pênc dibistana gerand. Navê wê di lîstê
da tunebû. Dawîya dawî me ji pismamek pirisî got ku ew
li Tuğ İlköğretim Okulu dengê xwe dide.
Em çûn û me navê wê di lîstê da dît. Birayê min tam 59
sal bi jinbira min ra zewicandî ma û çu ser dilovanîya
xwe. Jina xwe, hevaljîyana xwe di 59 salan da gavek bi
pêş va nebiribû, belê xwe welatparêz dihesiband.
Ez gelek kesan nasdikim ku ji jinbira min gelektir mane
li paş. Nikarin bi tenê herin ji xwe û zarokên xwe
ra nanek bistînin. Nikarin bi tenê herin cem bijîşkek
(dixtorek) derdê xwe qise bikin. Zarokek pênc salî, deh
salî dikin pêşîya xwe û zarok dibe rêzanê wan. Mêrê
wan, zarokên wanê ku bûne mamoste, bijîşk (dixtor),
hakim wan gawek bi peş va nebirin e.
Civaka ku jinên xwe nezan, cahil, nexwendevan û wek koran
bihêl e ew civak qed bi pêş va naçe. Ew ciwak nikane
bikev e nav civakên pêşvacûyî, şareza û şarmend(medenî)
Pêwiste em Kurd, civaka xwe seqet û gurbe nehêlin ku
em bikaribin bi hemi civakan ra pêşbazî bikin, ku
em bikaribin xwe aram, azad û rizgar bikin...
|