psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Nîjadperestî (Neteweperestî) = Milliyetçilik

Neteweperestîya Mecbûrî, Nîjadperestîya Talûke
Mecburi Milliyetçilik, Tehlikeli milliyetçilik

Kazim (Ep)Özdemir

(Ez dixwaz im nîjadperestîyê(neteweperestîyê) bi du zimanan bi Kurdî û Tirkî li vira salix bidim ku kesên Tirk Kurdan bi neteweperestî sûcdar dikin fahm bikin neteweperestî çîye.. Ezê ewil bi Kurdî û di dû da jî bi Tirkî binivisîn im. Milliyetçiliği burada iki dille Kürtçe ve Türkçe dilleriyle tarif etmek isterimki Kürtleri milliyetçilikle suçlayan Türkler de milliyetçiliğin ne olduğunu anlasınlar. Önce Kürtçe sonra da Türkçe diliyle yazacağım.)

Di jîyana insan da xeysîyetên serkeftinê her tim heye. Her kes dixwaz e biserkeve û bi serkeftina xwe serveçûyîn dibe(gurur duyar) . İnasanek çewa bi serkeftina kesên nas û nêzen xwe bi serveçûyîn dibe(gurur duzarsa) , her wiha bi serkeftina kesên gundî, bajarî û hevwelatîyên xwe, bi serkevtina gelê xwe jî serveçîyîn dibe, serfiraz û serbilind dibe.
Minak insan bi serkeftina gelê xwe, bi serkeftina welatê xwe, bi serkeftina hevbazîyên siporê, bi serkevtina nûvedana(icatkirina) şaxek ilmê, şaxek teknikî, şaxek zanyarî, hêla aborî û pêşvaçûna cîhanê sebilind û kêfxweş dibe û dixwaz e kesek ji gelê wî di pêşbazîyên cîhanê da biser bikev e, bibe herî yekem, ji alîyê tim gelan va were naskirin û bibe navdar.
İnsan, bi serkevtina di pêşbazî û nûvedanên(icadên) evdekî ji gelê xwe di nav gelên navneteweyî da her tim serbilind dibe û dixwaz e gelê wî di warê navtewî da her serkevtî be. İnsan, bi sevkevftinên qenc û bi feyde dilşa û kêfxweş dibe. Ev kêfxweşî û şayî ji kes û gelên dî ra nebe hacetê yanê bûjenên(melzemeyên) xwenenasî, heqaretî û zilmê, kêfxweşî û şayîyên qenc in û ji kes û gelên dî re dib in uştê (sebebê) pêşvaçûyîn, nûjenkirin û geşbûnê.. Meriv dikar e ji van serkevtinên dilxweşî ra bêj e ku ji neteweparîzîyên qenc peyda dibin. Heker meriv vê neteweparêzîyê di rêyek qenc û pêşveçûna hemî gelan da pêk bîne, nekê armanc û haceta neyartî û kêmketîya gelên dî, gelê xwe mezin û bilintir nebîn e ev tiştek qenc e.
Xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzîya di rêya geşkirina cihanê û temamîyan gelên cihanê, di rêya pêşveçûn, geşkirin, nêzikkirin, hevkarî û biratîya gelan da xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzîyek gelek qenc û ji cîhanê ra bi feyde ye. Belê xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzîya ku insan pişta xwe bide dewletê, bi alîkarîya qewetên dewletê, hêzên zilimkar û hêzên çektar bêt e pêkanîn û meriv xwe bi wan bilind, mezin, bêqusûr bibîn e, li kesên dî, gelên dî û neteweyên dî bi awayek xirab û kêmketîdîtin binêr e, wan kes, gel an neteweyan ji xwe ra wek xizmetkaran, xulaman bihesibîn e, xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzî dibe tiştek gelek xirab û talûke, dibe nejadparêzîra rêya dîktatorî û faşîzmê... Ji xwe, gel û neteweparêzîyek bi vî awayî ra faşbûn têt gotin û navê xwe, gel û neteweparêzîyek wiha di cîhanê da “faşizm” tê got in. Belê kesên faşîst nabêj in ku ew faşîst in, dibêz in “ Em neteweparêz, gelparêz in.”..
Di cîhanê da neteweparêzên herî mezin dîktatorê Alman Hitler, dîktatorê İtalî Mûsolînî û dîktarê Spanî Franko bûn. Evan kesan xwe neteweparêz dihesibandin û bi alîkarîya dewletê, bi alîkarîya hacetên kuştinê, polos û eskerîyê ne dihiştin tu dengek dijî kiryarên wanên xirab derkev in, kiryarên xweyên xirab bi alîkarîya van sazûman û erkan qenc didan nîşandin, bi arîkarîya hevalên xwe û çapmenîyê forte û pesnetan di nav gel da, di cîhanê da didan belav kirin. Gelê xwe dixapandin, bi milyonan insan diketin meydan û kolanan, ji wan ra digot in “Her bijî! ..” û çepikên xwe lihev didan, wan bilind û bê hempa dikirin.
Heker em li vira minakek bînin zîmên di sala 1974'an da fitbol taxima Almam a netewî bu yekemê (şambîyonê) cîhanê.. Wê demê li Almanya nîjadperestîyek mezin tube bû. Kesên Alman neketin ser rê, dirb û kolanan, şayîyek bê hed nekire in. Kesî aciz nekir in, kesî bi çekên xwe birîndar nekir in û nekuşt in. Kesên kelek şa bûn, li qehwa(bîraxanan) rûnişt in, sıhbeta xwe kirin û bîra xwe vexwar in.. Hevaleke min bi navê Helmut hebû. Digot “Kêfa min tê ku em di cîhanê da bûn yekem. Belê ci hewce ye ez derkev in meydan û kolanan, lotikan bidim, bikim qî û gazî.”.
Niha Alman ne Almanê sala 1974a nin. Li Almanya nîjadperestî gelek zêde bû ye. Ew êdî jî qîyamet radik in dema dibin yekem. Neteweparêzî li Almanya hat zêdekir in,. Dema Alman di maçek da biser dikev in ew jî bi al, tomofil û qorneyên xwe derdikev in zabok û kolanan qiyamet radik in. Bele çek û silahan navêj in, kesî birîndar nak in.. Tiştên herî xirab û balkêş ev e ku dema Alman di cîhanê da biser dikev in, berî Almanan bîyanî ala Alman bi tomofîlên xwe va dieliqî nin, derdikev in kolanan qiyamet radik in û nîjadparêzîya Alman dikin. Bi neteweparêzîyê, nîjadparêzîyê neyartîya biyanîyan dibe û biyanî dibin pêşvekirina neyartîya xwe, şerîta xweya dardakirinê bi dest^+en xwe amade dikin û kursîyê dardaeliqandinê didin be lingên Almanan...
Niha ez weger im ser bûyêra neteveperestîyê anî nîjadperestîyê.. Neteveperestî (Nîjadperestî) gelo çî ye, çewan çêdib e? Em dikar in nîjadperestî wiha salix bidin: Bi piştdan û piştgirtina qewetên dewletê, çekdarî û aborîya dewletê, xwe blindkir in û mezinkir in, qedirşînasî, qedirbilinî û nerxheskirina tiştên gelerîya netewe û kesên dî kêmdît in, wanan nemeriv qebûlkir in, qedirşînasî û qedirbilindîya nexirkirina netewîya (ulusaldeğerlerini) wan inkarkir in, perçiqand in û windakir in, qedirşînasî û nexirkirina netewa xwe bilindkir in, kêmasî, xeta û neheqîyên xwe û netewa xwe nedît in, qenckir in û mezintirkirinê ra em dikar in bêj in nîjadperestî, neteweperestî ye. Kesên bi vî awayî nîjadperest û ûxweperest bin, ji wan ra faş anî faşîst têt got in. Heker em li vê salixdanê bi balkişand in binêr in em van xeysîyetên bingehî bibîn in:
1. Di dema fikir û ramana pêşdanê da qewetek heye ku meriv pişt didê, pal didê.. Ev tiştê ku meriv pişta xwe pê va girêdide dewlet û qewtên dewletê ne.
2. Qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilindkirina (ulusal değerlerini yüceltmek) netewa xwe.
3. Mezinî û bilindîya xwe û insanên ji netewa xwe qebûlkir in û qewetekê ji insanîyê bilindtir dît in.
4. Temamîya qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilinddayîna ji bo xwe û netewa xwe dît in.
5. Kesên ji neteweyên di layıqê xizmetkarîya netewa xwe qebûlkir in.
6. Temamîya tiştên qenc mina qedirşînasî, qedirbilindî, nexirbilindî, şeref, namûs, jîr û zîrekî, akilmendî û şanazî, qîmet û rûmetîya xwe û netewa xwe dît in û qebûlkir in. Li gorîya wan, ji bilî wan û netewa wan tu kes û tu netewe nikar e bigîhîj e van xeysîyetan.
7. Mezinîya xwe û nijadîya gelê xwe herî bilind dît in, ji xwe û ji gelê xwe ra ra layîqîya temamîya xeysîyetên qenc layiq dî tin, di cîhanê da tu kesek û gelek jê û ji gelê wî ne mezintir hesiband in.
8. Tiştên, qedirşînasî, nexirbilindîyên ku layiqê xwe û gelê xwe dibîn e layîqê tu kes û tu gelî, tu neteweyî nabîn e.
Kesên ku xwe xwedîyên van tiştên min li jor anîn zimên in, tiştên wek qedirşînasî û nexirbilindîyên minak gel, welat, merşa netewî, ziman, namûs û tim nexirbilindîyên dî bi xwe û bi netewa xwe ra herî bilind dibîn e û van xeysîyetên qenc layiqê xwe û neyewa xwe dibî ne, kes û neteweyên dî jixwe û ji netewa xwe ra kole dihesibî ne..
Ala neteweyên dî li zaboq û kolanên xwe agir berdidê, dişewitîne, belê xeberekî herî sivik û hereketekî herî biçûk dijî ala xwe sebeba şer dinirxîn e. Welatê gelên dî işgal û talan dik e, wan gelan êsîr û kole dibîn e, halhalana serkeftinê (zafer naraları) davêj e, xwe û gelê xwe qehreman dinirxîn e, belê dema gelên bindest ji bo azadîya welatê xwe kar bik in, karê wan xayîntîya dijî welatê xwe û gelê xwe dibîn e. Ji xwe ra heqê işgalkirina welatên gelên dî heq qebûl dike, belê dijî welatê xwe hereketekê herî biçûk xirab dihesibîn e û kevirekê welatê xwe ji welatê wan qîymettir û rûmettir dihesibîne. Heker ji bo kevirekê welatê xwe bi ecele welatê gelên dî işgal û talan nekiribe vê neişgalkirinê bi sebra netewa xwe va girê dide û dibêj e ku ew û netewa wî gelek bi sebir û aşîtxwaz in. Ji bo ku gelê xwe gelek mezin dibî ne, tim gelên cîhanê dixe alîyek selik=sevîyê (kefe) û xwe dixe alîyêk selikê dimêzîne, dîsa jî selika alê xwe ji temamîya gelên cîhanê girantir û mezintir dibîne.
Em dikar in bi du awan li nîjadperestîyê, li neteweperestîyê binêr in.. Pêwistbûna hebûna neteweperestîya talûk e anê nîjadperestîyê ku diçe faşîzm û dîktatorîyê... Neteweparêzîya ku min li jor qal kir neteweparêzîyek gelek xirab e nejadparêzî ye ku diçe dîktatorîyê û faşîzmê, dîktatorî û faşîzmê derdixe holê, dibe sebebê qirkirina gelên dî û kesên dî ku ne di rêya wan da ne....Ev xweperestî, gelperest û neteweperestî tu kesên azadîxwaz, demoqrat nikar in qebûlbik in, şermezar dikin û didefihî nin.. Ev tişt nîjadperedtî ye...
Belê, xweperestî, gelperestî û neteweperestîyek heye ku her meriv mecbûr dimîn e vê xweperestî, gelperestî û neteweperestîyê bike. Heker qedirşînasî û nexirbilindîyên (ulusal değerler) merivek, gelek û neteweyek ji dest hatibine sitand in, ketibine bin lingên neyaran, hatibine perîşankir in û inkarkir in, an jî hewlekir in û ceribandina sitand in û ji binî rakirina qedirşînasî û nexirbilindîyan hatibe destpêkir in û tetbîqkir in, kes, gel û neteweperestên bindest mecbûr in dest bi azadkirina qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilindîyên(ulusal değerler) xwe ên gelerî û netewî bikin û xwe, gel û netewea xwe azad bikin. Destpêkirina bûyêra bi vî awayî qedirşînasî û nexirbilindîya xwe, gel û netewa xwe dibe mecbûrî, dibe seba azadîîya ji binîrakirina xwe, gel û netewa xwe.. Ji bo ku qedirşînasî û nexirbilibdîya meriv, gel û neteweyek bimîne di dest da, di nav qedirşînasî û rexnebilindîyan da em bixwaz in nexwaz in xweperestî, gel û neteweperetî heye û ev jî xweparazî, gelparazî û neteweparazî ye.. Kesek, gelek an neteweyek dema qedirşînasîö qedirbilindî û nexirbilindîyên wan ji destên wan bi darê zorê bêt in sitand in ew mecbûr in bi hîsên qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilindîyan dest bi azadîya xwe bik in. Di vira da meriv dest bi azadîya qedirşînasî û nexirbilindîya xwe û netewa xwe dike. Armanca merif ne perçiqandina qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya kesek, gelek an neteweyek dî ye. Armanc ne êsîrkirin û şerpezekirina gel û neteweyên dî ne. Heker meqset ji binî rakir in û bidestxistina qedirşînasî û nexirbilindîya kesên dî, gelên dî û neteweyên dî be û meriv pişta xwe bide dewlet û qewetên dewletê, bi alîkarîya çek, polos, leşker, aborî û tim qewetên dî ev armann û daxwaz bête pêkanîn ev yek nabe armanca azadkirina ji bindestîya qedirşînasî û nexirbilindîya netewî, ev armanc dibe zordestî û esaretîya kes, gel û neteweyên dî û ji vê yekê ra nîjadperestî, dîktatorî û faşîzm têt got in û nerixand in...
Heker em li ser hinek mînakan biseki nin, dikar in bêj in dema piştî şerê cîhanê ê yekemin di salên 1920 û 1923 îyan da şerê ku Tirkan destpêkir, şerek azadîya qedirşînasî û nexirbilindîyên Tirkan bû. Wê demê hat xwest in ku welatê Tirkan were işgal kirin, qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên neteweyî ji Tirkan bên sitand in û perçiqand in. Tirkan di bin rêzanîya Mistefa Kemal da dest bi şerê azadîya qedirşîbasî, nexirbilind û qedirbilindîyên xwe û netewa xwe kir in. Mistefa Kemal û hevalên wî mecbûrbûn bi qeweta qedirşînasî û qedirbilindîyên xwe û netewa xwe dest bi şerê azadîya xwe û gelê xwe bikin û her tim van erkan bidin pêşîya xwe, gel rakin ser lingan. Meriv dikare bêj e ku Mistefa Kemal û hevalên wê Wê demê xweperes, gelperest û neteweperest bûn. Belê ev xweperestî, gelperestî û neteweperestî mecbûrî bûn û ewan nedixwest qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên neteweyên dî ji wan bistî nin, bavêj in bin lingên xwe.. Ew wê demê xweperes, gelperest û neteweperet bûn û ev mecbûrî bû...
Dema dest bi şerê azadîya qedirşînassî, nexiebilindî û qedirbilindîyên xwe kirin ji gelê Kurd alîkarî sitand in... Mistefa Kemal û hevalên xwe ji Kurdan û temamîya cîhanê ra gotin dema em dewleta xwe damezirî nin di warê qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên gelerî û netewî da, di nav Tirk û Kurdan da tê wekhevîyek hebe û her gel, her netewe ji hemî warî va azad be. Gelê Kurd dest di nav dest, mil di nav mil da piştgirîya gelê Tirk kir û bi hev ra ketin şer. Piştî azadîya qedirşînasî,nexirbilindî û qedirbilindîyên gelê Tirk, Mistefa Kemal û hevalên xwe komara dewleta Tirk bi alîkarîya gelê Kurd damezirand in. Mistefa Kemal û hevalên xwe qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên gelê Kurd inkar kir in û xwest in di vî warî da tu heqek ned in gelê Kurd. Seba ku qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya gelê Kurd ji alîyê Mistefa Kemal û dewlata wî ya nû va hat inkarkir in û perçiqand in, Şêx Seîdê Kal dijî van xapandinan derket....
Dema Mistefa Kemal û hevalên xwe dest bi şerê azadîya qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên netewa Tirk kir in, bi nereweparastîyê dest pêkir û ev neteweparastîya wî neteweparastîyek mecbûrî bû. Belê piştî dewlet û komar damezirandinê inkarîya qedirşînasî û qedirbilindîên gelê Kurd kir û bi alîkarîya qewetên dewleta nû temamîyên qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên gelê Kurd avêt bin lingên xwe. Bi vî hal û hereketî Mistefa Kemal bi neteweperestîyek nîjadî, inkarîya gelên di kir û ev neteweperestî, neteweperetîyêk xirab bû ku tu kesên demoqrak û azadîxwaz nikar in qebûlbik in. Ev rê rêya dîktatorîyê bû û qed ne rêya demoqrasîyê bû. Ev neteweperestî dibe neteweperestîyek gelek xirab, dibe nîjadperestîyek ku rêya faşîymê vedik e.....
Niviskar û ronakbirên Tirk û heta ronakbirên Kurd jî li her war û mekanî, di çapemenî û weşanên xwe da li ser xweperestî, gelperestî û neteweperestîyê ramanên xwe tînin zimên. Gelek kes dema behsa xweperestî, gelperestî û neteweperestîyê dik in, Kurdan neteweperest yanî nîjadperest didin nas în. Gelek ji van kesan belkî nizan in neteweperestî-nîjadperestî çî ye? . Belê bê şik û şiphe piranîyan van kesan qenc dizanin û bi zanebûn Kurdan û sazûmanên Kurdan neteweperest-nîjadperest didin nas în.
Em PKK jî bikin navê, bi PKK va tim hêz, partî û sazûmanên Kurd û Kurd ne neteweperest in... Ji bo neteweperestîya- nîjadperestîya kes, gel û neteweyên ku pişta xwe didin kesan, sazûman û dewletan bi hindikayî dibe dîktatorîyê neteweperestîya ku pişta xwe dide qewetên dewletê û ji sazûmanên dewletê, ji qewetên dewletê alîkarî û qewet distîn e, dibe nîjadperst. Berî demek di televizyonek da li ser vî warî gengeşe hebû û ez ne xeletbim ji partîya HAK PARê birêz Fehmî Demir di vê gebgeşê da cî girti bû. Ewî gut ku neteweperestîya kurda tune û çênabe. Profesor Ümit Özdağ ê nîjadparêj dijî derket û Kurdan netewperest-nîjatparêz da nas în. Fehmî Demir hewlda ku gotinên xwe bide zeximkir in, belê li gorîya min serkevtî ne bû. Neteweperestî- bîjadperestî ev e ku kesek, sazûmanek, partîyek, neteweyek pişta xwe bide dewletê û qewet ji dewletê digr e. Gelo dewleta Kurd heye kû kesên, partîyên Kurd bikarib in neteweperestî û nîjadperestî bikin. Dewleta Kurd tune û Kurd nikar in ji dewlete qewet bigrin û neteperestî bikin..
Rehmetîyê Uğur Mumcu gelek li ser netewîperestîyê disekinî, di her hal û karî da Kurdan neteweperest dida nas în. Neteweperestên Tirkan jî û neteweperestên Kurdan jî tim rexne dikir. Min di saxîya rehmetîyê Mumcu da du caran jê ra name nivisand û neteweperestîyê salix da û anî zimên ku li gorîya salixdanê neteweperestîya- nîjadperestîya Kurdan ne neteweperestîya ku dinya xirab dizane ye, ne nîjadperestî ye.. Kurd ji bo azadîya qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya (ulusal değerleri için) xwe şer dikin û di vî şerî da neteweparêzî heye....
Roja 01.01.2010 an diqenalekî televizyonê da li ser neteweperestî- nîjadperestî gengeşeyek hebû.. Di vê gengeşê da Can Ataklı, birêz Altan Tan rexne dikir û wî bi neteweperestîya-nîjadperestîya Kurd şermezar dikir. Can Ataklı efendî an neteweperestî çîyê nizanibû an jî bi zanebûn pişta xwe dida dewletê, Laîktî û Kemalîzmê û bi piştek germ birêz Altan Tan şermezar dikir. Halkî kesê were Şermezarkirin Can Ataklı û Kemalîzm e. Evî gelek qenc dizanibû ku Kemalîzmê kes nikare rexne bike, Kemalîzm tiştek tabû ye, ji bo parastina Mistefa Kemal û Kemalîzme zagonek heye. Gelo li tu dewletên demoqrat meriv dikare mînakek bide nîşandan ku ji bo parastin û nerexnekirina şexsek zagonek heye? .. Gelo, hebûna vê zagonê ne inkarkirina demoqrasîyê ye? ... Geloö hebûna vê zagonê ne parastina neteweperestîyê û nîjadperestîyê ye? ? ? .. Gelo, hebûna vê zagonê ne işareta hebûna dîktatorî û faşîzmê ye? ... Heker ku li welatek meriv nikaribe şexsîyetek rexne bike, gelo li wî welatî meriv dikare fesla demoqrasî, azadî û wekhevîyê bike? ...
Can Atakli û nîjadperestên Tirk qenc dizan in kes, netewe û gelên ku bindest in û dewleta wan tune nîjadperestîya wan jî tune û meriv nikar e wan bi nîjadperestîyê sûcdar û şermezar bike... Ew kes, gel û netewe hewl didin ku qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên netewa xwe ji bin lingan derêx in, xwe azad bikin û wek gelên azad jîyana xwe bidomîn in. Neteweperestî û nîjadperestîya gelen bin dest nabe. Gelên ne xwedî dewlet ku li ser welatên xwe bê qedirşînasî û qedirbilindîya netewa xwe mecbûr dimîn in, jîyana xwe bidomîn in, bi mecbûrî û darêzorê qedirşînasî û qedirbilindîya gelê serdest pêk bînin, meriv nikar e evdên wî gelî û wê neteweyê nîjadperest nîşan bide... Kesên ku ji vî hal û pergalî fahm nekin ew kes nîjadperest, zilimdar û faşîst in..Dewlet, ordû, polos, dibistan, dadgeh û sazûmanên dewleteka Kurdan nîne û Kurd dixwaz in Kurd şerê azadîya qedirşînasî û qedirbilindîya xwe dik in û mecbûr in welatperestî, gelperestî, neteweperestî û xweperestî bikin. Di şerê azadîya qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyê da hebûna van tiştan mecbûrî ye, wek goşt û nenûk nikar e ji hev cûda bibe....
Kurdên Iraqê ji bo azadîya welat, gel, netewe, qedirşînasî û qedirbilindîyên xwe şer kirin. Ew di vî şerî da ne nîjadperest bûn. Dema Mistefa Kemal dest bi şerê qedirşînasî û qedirbilindîya gelê Tirk kir ne nîjarperest bû û mecbûr welat, gel, neteweperestî bike. Meriv heta sala 1923'yan ji Mistefa Kemal ra nikare bêj e nîjadperest bû. Meriv nikarê ji Mistefa Berzanî ra bêj e nîjadperest..
Niha bi alîkarîya Mesût Barzanî, Celal Talabanî, kes û dewletên dî li Kurdistana Başûr Kurdan parlamenek û dewletek federal damezirandin e.. Hêzê wanê ewlekarîyê hene, polosên wan hene, sazûmanên wanê dewletê hene. Heker pişta xwe bidin qeweta dewleta federal û gelên li Kurdistan ku ne Kurd in, gelên Tirkmen, Asûrî, Ereb û ên dî ezîyet bikin, qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya wan gelan nasnek in, bavêj in bin lingên xwe, em dikar in ji Mesût Barzanî û Celal Talabanû ra bêj in ku ew niha nîjadperest in. Belê dema ewan şerê azadîya qedirşînasî ö nexirbilindî û qedirbilindîya gel û netewa xwe dikir in ne nîjadperest bûn û meriv nikarîya wan bi nîjadperestîyê şermezar û sûcdar bike.. Di şerê wanê dijî Saddam da netewîperestîya wan ne netewîperestîyek nîjadperestî bû... Divê herkes vî bizanibe......
Kesên dewleta wan tune nîjadperestî, neteweperestîya wan jî çênab e...
Nîjadperestî, neteweperestî bi alîkarîya dewletê çêdib e.....
Madem dewleta Kurdan tune tu kesek nikare Kurdan bi nîjadperestî, bi neteweperestî sûcdar bike....

Milliyetçilik: Tehlikeli Milliyetçilik, - Mecbûri milliyetçilik
 
Insan yapısında başarılı olma özelliği vardır. Her insan başarı sağlamak ister ve başarısıyla gurur duyar. Nasıl bir insan kendi ve yakınlarının başarısıyla gurur duyuyorsa öylesine yaşadığı köyün, mahallenin, şehrin ve ülkesinin başarılarıyla da gurur duyar.
Örnek olarak insan yaşadığı ülkenin, mensup olduğu milletin uluslar arası spor musabakalarında, ekonomi alanında, bilgi, icat ve keşifler sahasında, demokrasi, medeniyet alanında üstün başarı elde etmesiyle gurur duyar. Kendi milletinin milli futbol takımı, uluslararası futbol müsabakacında kazanmasını, dünya şampiyonu olmasını ister. Başarıların elde edilmesiyle sevinir. Bu sevinci göstermek, başarılı olmasını istemek milli duygulardan meydana gelir. Bunlar da bir nevi milliyetçiliktir. Fakat güzel bir milliyetçiliktir, rejimleri faşizme götüren milliyetçilik değildir. İnsan, mensup olduğu milletin her alanda başarı elde etmesini, müsabakalarda üstün gelmesini istemesi en doğal haktır. Müsabakaları kaybettiğinde üzülür, kazandığında da sevinir. Bu üzüntü ve sevinçlerini aşırı derecede göstermesi ise normal değildir.
Ulusal futbol takımı, uluslararası bir maçı kazandığında, bayraklarla, arabalara binerek sokaklara düşmesi, korna çalarak bebekleri, yaşlı ve ağır hasta insanları düşünmeden kıyametler kopararak, hele silahlar sıkarak bu galibiyeti kutlama yoluna başvurmak ise aşırı bir milliyetçiliğin belirtisidir. Sevinmek de, üzülmek de normal sınırlar içinde olmalıdır.
1974 dünya futbol şampiyonasında almanlar dünya şampiyonu olurken ben Almanya’daydım. Almanlar sokaklara dökülmediler. Almanya‘da büyük bir tehlikeye girilmeden korna çalmak olmadığından arabalarına binerek korna çalmadılar. Demokrat insanlar bu şampiyonluğu günlük bir olay gibi karşıladılar. Fakat milliyetçiliğin Almanya’da yükselmesiyle şimdi bir maçı kazanmaları bile onları sokağa dökebiliyor, ancak silah atılmıyor. Şimdi esas konuya gelelim.
Her demokrat insanın kaçındık milliyetçiliği böylece tarif edebiliriz.
Sırtını devlet gücüne dayayarak başka ulusların değer duygularını hiçe saymak, kendine layık bulduğu değerleri onlara hiç layık görmemek, onlara insani değer vermeden kendini çok üstün görmek, onları da kendine hizmet eden varlıklar olarak saymaktır. Sırtını dayadığı devlet gücüyle diğer ulusları baskı altına almak, onların ulusal değerlerini ayaklar altına almak, değer duygularını yok etmek ve milletini herkesten daha üstün görmektir.
Yukarıda değindiğimiz milliyetçilik en tehlikeli yol olduğundan rejimi faşizm yönetimine hızla sürükleyen bir milliyetçiliktir. Dikkat edersek bu milliyetçilik şeklinde bazı temel özellikleri vardır. Bu yolu benimseyen kimsede şu temel özellikler görmek mümkündür.
1. Belirttiğim düşünceleri ileri sürer ve uygularken dayandığı ve kuvvet aldığı bir güç vardır. Devlet ve devletin gücü.
2. Kendi değer duygularının üstünlüğü.
3. Kendisinin ve milletine ait olan insanların insanüstü bir varlık olduğu,
4. Kütün değerlerin kendisinde toplanmış olduğu,
5. Başka millete ait olan kimselerin ona hizmet etmeye layık oldukları,
6. Bütün üstün değerlerin kendi ırkında toplanmış olduğu ve hiç bir ırkın onun ırkına yetişemeyeceği duygusu,
7. Irkının ve kendisinin en üst düzeyde olduğu ve tüm iyi şeylere layık olduğu, dünyada onun ve milleti gibi değerli bir varlığın bulunmadığı,
8. Kendine ve mensup olduğu millete layık gördüğü değer duyguları diğer milletlere layık görmediği tavrına girdiği,
Yukarıdaki düşüncelere sahip olan kimseler kendi değer duygusu olan millet mefhumu, vatan, bayrak, namus duygusu ve diğer bütün duyguları en üt seviyede üstün görür. Başka ulusların bayrağını zevkle yakar ama bayrağına karşı en ufak bir hareketi savaş sebebi olarak görür. Başkasının ülkesini işgal etmek büyük bir kahramanlık olarak kabul eder, zafer naraları atar, ama başkaların onun vatanı hakkında en ufak bir söz söylemesini hainlik olarak niteler. Başkasının vatanını baştanbaşa işgal etmesi, ilhak etmesi kahramanlık ve büyük zafer olarak görmesine rağmen vatanının bir çakıl taşını bile başkasına çok görür, çakıl taşından bile söz ettiremez. Eğer vatanının bir çakıl taşı için başkasının vatanını hemen işgal etmemişse bunu ırkının büyük sabrına bağlar. Kendisi bağlı bulunduğu milleti çok üstün gördüğünden, bütün dünyayı bir kefeye, kendini bir kefeye koyar ve bulunduğu kefenin daha ağır, bütün dünyadan üstün olduğuna inanır.
Milliyetçiliği iki şekilde ele alabiliriz. Olması gereken milliyetçilik ve faşizme giden tehlikeli milliyetçilik. Yukarıda ele aldığımız milliyetçilik faşizme giden ve hiç bir demokrat insan ve devletin kabullenmediği milliyetçiliktir.
Fakat olması gereken ve hatta zamanla şart olması olan milliyetçilik nasıl olur?
Bir ulusun, ulusal değerleri, değer duyguları elinden olanmış veya baskı altına alınmışsa veya da eylemlerle baskı altına alınmak istenirse, ulusal değerleri ellerinden alınmış, boyunduruk altına girmiş veya eylemlerle zorla baskı altına alınmak istenmiş ve bu istek için eylemlere başlanmış yani harekete geçilmiş ise bunlara karşı koymak için baskı altındaki ulus, milliyetçilik yapmak mecburiyetindedir. Milli duygularını baskı ve boyunduruk altından kurtarmak zorundadır. Bu zorunluluğu eyleme geçirmesi için milliyetçi duygulardan faydalanmak mecburiyetindedir.
Buna örnekler veririmsek Türklerin kurtuluş savaşı yıllarında vatanları işgal edilmiş, işgal edilen yerlerde ulusal değerleri ellerinden alınmış, işgal edilmeyen yerlerde yaşayan Türklerin ulusal değerleri ellerinden alınmak için eylemlere geçilmiş, özgür kalan vatan parçalarını da onlardan almak amacıyla yabancı güçler savaşa başlamış durumdalar. İşgal edilen bölgelerde bayrakları indirilmiş, işgalci güçler istediği gibi hareket etmekte ve Türklerin ulusal değerlerini kendi devlet güçleri yardımıyla yok saymaktadırlar.
Mustafa Kemal, buna karşı harekete başlarken milliyetçidir ve milliyetçi duygulardan yararlanmak zorundadır. Zira yer yer ulusal değerler elden gitmiş, yer yer de elden gitmek üzeredir. Mustafa Kemal, Kürt ağa, bey, şeyh ve ileri gelenlerine gönderdiği telgraf ve mektuplarında bayrağın, dilin, vatanın, İslamlığın, hatta halifeliğin elden gitmekte olduğunu bu nedenle yapılacak karşı hareketlerde, yer almalarını, yapılacak kongrelere katılmalarını ister ve bu telgrafların çoğunu da nutkunda belirtmiştir. Bu telgrafların çoğu nutukta yer almıştır. Erzurum ve Sivas kongrelerinde seçilen milli murahhas heyetine yani kurtuluş savaşına başlama yetkisi olan heyete Muşlu Musa Bey ile dersimdi Diyap ağayı da seçtirmiştir. Türk aydınlarına da gönderdiği telgraf ve mektuplarında aynı temaları işlemiştir.
Mustafa Kemal, Türklerin milli değerlerini boyunduruk altından çıkarmak için arkadaşlarıyla birlikte milliyetçi duygularla hareket etmiştir, zira ulusal değerleri kurtarma mücadelesine başlamış ki ulusal değerler zaten milli değerlerdi ve bunları kurtarmak için milliyetçi olmak şarttır. Çünkü milli değerler için mücadele eden otomatikman milli değerleri kurtarmaya çalışır ki istese de istemese de milliyetçi olmak zorundadır. Buradaki milliyetçilik insanların kötü bulduğu milliyetçilik değildir. Burada elden giden milli değerlerin geri kazanılmasıdır. Burada bu değerleri geri kazanmak için harekete geçenler sırtını devlete dayamamış, başkasının vatanını almak, başkasının bayrağını indirmek, başkasının dilini, dinini, değer duygularını yasaklamak veya ortadan kaldırmak için hareket edilmemiştir. Bu hareket milli değerlere, bastırılmak istenen milli duygulara sahip çıkmak hareketidir ve yapılması mecbur olan bir milliyetçiliktir.
Mustafa Kemal, kendisiyle hareket eden insanlarla birlikte Türk vatanını kurtardıktan, Türk milli değerleri geri aldıktan ve Türkiye Cumhuriyetini ilan edip yeni Türk devletini kurduktan sonra, devlete sırtını dayayarak başka milletlerin varlığını inkâr etmesi halinde ise en başta söz ettiğimiz milliyetçiliğe girer ki bu çağımızda demokrat insanların ve demokrat devletlerin gördüğü tehlikeli milliyetçilik olurdu.
Zaman zaman birçok kimseler milliyetçilik üzerine fikirlerini yazarlar ve milliyetçiliği kendine göre yorumlarlar. Sağlığında rahmetli uğur mumcu cumhuriyet gazetesinde, sık sık milliyetçilik konusuna değinir, Türk milliyetçileri, Kürt milliyetçileri diye her iki tarafı da eleştirirdi. Ben bu görüşümü kendisine yazar, onun belirttiği şekilde Kürt milliyetçisinin olmadığını, olamayacağını söyler ve düşünceme göre ufak bir eksiklik yaptığını bir iki sefer bildirdim.
Bilhassa son günlerde gazeteler ve televizyonlarda aydınlarımız, sık sık milliyetçilik konusunda hararetli tartışmalar yaparlar. Milliyetçilik konusuna değinen aydınlarımız, Türk ve Kürt milliyetçilerini eleştirirler. Özellikle Kürt milliyetçileri kınarlar. Demokrat Kürtlerin çoğu da Kürt milliyetçilerinin yanlış davrandıklarını söylerler. Hele milliyetçiliğin ne olduğunu bilmeyen birçok Kürt diğer Kürtleri milliyetçilikle suçlarlar. Türk aydınları PKK’yi Kürt milliyetçisi olarak görürler. Kürt milliyetçiliğin temsilcisiymiş gibi gösterirler.
01.01.2010 tarihinde gene bir TV kanalında bir tartışma vardı. Tartışmada Can Ataklı karşısındaki Kürt araştırmacı Altan Tan’ı eleştirerek Kürt ırkçıları suçluyordu. O da ya milliyetçiliği bilmiyor, birbirine karıştırıyor, ya da bildiği halde bile bile Kürtleri, Kürt ırkçılığıyla suçluyordu. Bu suçlamayı yaparken de sırtını devlete, devletin laikliğine ve devletin kurucusu Mustafa Kemale dayanıyordu. Çünkü çok iyi biliyordu ki Mustafa Kemal’in dokunulmazlığı vardı ve asla eleştirilemezdi. Bir ülkede bir zat eleştirilemiyorsa ve özel olarak onun için koruma kanunu çıkarılmışsa, o ülkede demokrasi var mı, tehlikeli milliyetçilik yok mu, demokrat insanların takdirine bırakıyorum. Fakat kesin olarak Can Ataklı, devleti olmayan bir milletin ırkçıları olamayacağını bilmiyordu.
Esasında devleti olmayan bir milletin kötü anlamda kınadığımız milliyetçiliği de olamaz. Zira devlet yok ki insanlar sırtını devlete dayasın ve başka milletlerin vatanını işgal etmeye kalkışsa ulusal değerlerini bu güce güvenerek ellerinden alsın. Kürtlerin devleti, ordusu, polis gücü, devleti oluşturan kurumları olmadığına göre sırtını bu güçlere dayayarak herhangi bir milletin vatanına, bayrağına göz dikme imkânı olamaz.
Irak’taki Kürtler, ellerinden alınan ulusal değerlerine kavuşmak için yıllarca savaştılar. Birçok kesimler Barzani için milliyetçi dedi. Barzani başkasının ülkesini elinden almak, milli meclisini dağıtmak için savaşmadı. Barzani, Irak’ta Kürt halkının zorba Saddam rejimi tarafından, elinden alınan milli değerleri geri almak ve özgürce bunları kullanmak için yıllarca savaştı. Onun yaptığı savaş, Mustafa Kemal’in Türk halkı için yaptığı kurtuluş savaşı gibiydi ve tehlikeli olarak belirlenen milliyetçilik değildi.
Barzani ve Talabani, Irak’ta şimdi Kürt halkı için bir milli meclis kurmuşlardır. Federal bir yönetime kavuşmuşlardır. Güvenlik güçleri var, dilleri her alanda serbest, ulusal mahkemeleri var, devlet aygıtını oluşturan birçok kurumları vardır. Eğer Barzani, federal olarak kurduğu yarı devlet kurumuna dayanarak oradaki Türkmenlerin ulusal değerlerini ellerinden alsa, partilerini, dillerini okulda, medyada kullanmalarını ve geliştirmelerini yasaklasa, çocuklarının anadilleriyle okula gitmelerini önlerse, Türkmenlerin değer duygularını geliştirmeleri önüne yasaklar koysa, Barzani tehlikeli milliyetçilik, faşizme giden milliyetçiliği yapmış olur ki hepimizin, tüm demokratların ona karşı çıkmaları gerekmektedir. Demek istediğim temel konu şudur, Barzani, Saddam rejimine karşı savaşırken tehlikeli milliyetçi değildi, yapması gerekenleri yapmaktaydı. Fakat şimdi Barzani, Kürdistan’da kurduğu federal bölge sınırları içinde yaşayan Türkmenlerin ve diğer halkların milli değerlerini baskı altına alırsa milliyetçidir ve herkese tehlike meydana getirecek vaziyettedir. Zorba Saddam rejimine karşı savaştığında Barzani’nin milliyetçiliği, milliyetçilik değildi.
Sözün kısası, ulusal değerleri elinden alınan bir halkın milliyetçiliği olamaz.
Devletsiz milliyetçilik olamaz.
Milliyetçilik sırtını devlete dayayarak yapılır.
Kürtlerin devleti olmadığına göre hiç kimse Kürtleri milliyetçilikle suçlayamaz
                                                                                                 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011