ŞİVAN PERWER Û KESÊN XWENENAS
!
Ew kes tê di bin tifa gelê Kurd da werin xeniqandin
Kazim (Ep)Özdemir
Çewa li Tirkîyê sazûmana Opmanns had damezirandin her
wiha li Almanya jî, sazûmana Schiedsmann (şidsman)
heye. Seba heqaret û dozên şexsî di navbera du kesan
da dinêre û çareserîyek ji van doz û dawan ra dibîne.
Heke çareserî nebîne dozê hewaleyê dadgehê dike.
Rojek êwarê ez û çar kesên Tirk li komela Tirkan bûn.
Almanekê faşîst û neo nazî ku her dem serxweş
bû û mala wî li cem xanîyê komelê bû, ji nişk va
ket menzela komelê, çewalek qirşûqalê nav baxçan
avêt nivê menzelê û heqaretek mezin li Tirkan, bîyanîyan
û li me kir. Got: “Win bîyanî, win Tirk welatê me diherimî
nin. Win ne insan in, meymûn û beraz in. Biqeştin
ji welatê me, bi ku va diçin herin, ya qenc ew e herin
cehnima xwe.. Em ji ber we ketin qaqareş......”
Baxçê komelê tunebû û qirşûqal ne ê komelê bû. Ez
têkilî bûyêrê bûm (midaxele kir). Cewalê qirşûqalê
wî avêt derva û min telefon da polês. Du polês di 10 deqan
da hatin, çûn cem wî.. Min ji polêsan ra got ku gilîya
min heye û min bangê wan kirî ye. Pêwist e ewil werin
guhdarûya min bikin. Ewî got. “Tu meymûnê Afrîqî, berazê
Tirk, polês polêsên min in û tê ewil guhdarîya min bikin..
Ez xwedî û hakimê vî welatî me, ez vî welatî ava, şên
û tendurust dik im........”
Ez pê ra ne peyîvîm û min bersiva vî ne da. Min jî û
bi polêsan va herkes jî dizanî bû ku kesên wek vî merivî
zerar didin Almanan û Almanya.... Min ji polêsan ra got:
“ Win şahid in ku ev kesê xwenenas çî dibêje, min
têl da we û pêwist e win guhdarîya min bik in...” Polês
hatin cem min. Ew kesê alkolîkê neonazî, xwe avêt pêşîya
polêsan, nehişt werin cem min. Polêsan jê ra demance
kişandin û wî dan alîyek, hatin cem min. Min bûyêrê
ji polêsan ra qise kir û polêsan navên me nivisandin,
xwestin em sibê herin polêsxanê û çûn.
Min gilîya vî neofaşîstî kir, çar Tirk û dû polês
wek şahit hatibûn nîşandan.. Em, ewil çûn cem
Schiedsmann (şidsman). Şidsman(Schiedsmann)
guhdarîya me kir û ji wî neofaşîstî ra got ku izrê
xwe bi nivîsandin ji min bixwaz e.
Li gorî wî faşîstê Alman ew kesek herî mezin, bi
qîmet û bi rûmet bû, ez jî ne insan, lê meymûn û beraz
bûm. Ez mecbûr bûm jê ra bibim kole. Merivên mezin, qenc
û bilind(!) ji meymûnan, ji kolan izir ne dixwest û ew
meymûnên kole ne layîqê izirxwestinê bûn. Ji şidsman
(Schiedsmann) ra got “ Ez çewa ji vî koleyê ku ne layiqî
xizmetkarîyê ye jî izrê xwe bixwaz im...”
Şidsman(Schiedsmann) hefteyek destûr da yê.
Qirşûqalê ku ewî avêtibû menzela komelê û digot
“We qirşûqalê xwe avêtîya baxçê min, win welatê me
qirêj dikin, xirab dikin, diherimînin, biqeştin herin
cehnima xwe...” ne qirşûqalê komelê bû, paşê
derket hole ku ew qirşûqalên dîya wî bûn.
Hefte derbaz bû ewraqên me çûn dadgehê. Em rojek çûn
dadgehê. Ez bi parêzgerê xwe, ew jî bi parêzgerê xwe va
hat dadgehê. Dadger ifada me girt. Min bûyêrê ji serî
heta binî qise kir û got. “ Heker welatê wî bi qirşûqal
qirêj dibe, ew qirşûqal ên dîya wî bûn û dîya wî
welatê wî qirêj dike.”
Dadger jê pirsî ku çi dixwaze û gilîya wî çi ye? Ewî
gelek tiştên ehmeqî qise kir got: “ Ev bîyanî welatê
me qirêj dikin. Jinên wan laçik, kefî û terhîyan didin
serên xwe. Ruhê ciwanîya (estetîka) welatê me xirab dibê,
dimire... Mêrên Tirk û bîyanî li nav bajarê me dikevin
milên hev, rêya me disidimînin. Tu karek nakin, pere ji
dewleta me distînin, li ser hesaba dewleta me xwe, zar
û zêçên xwe xwedî dikin. Bila ji welatê me herin......”
û gelek tiştên dî got.
Dadge li nava sûkê bû.. Meriv ji kîjan alî va biçûya
dadgehê miheqeq di nava şarsîyê (sûkê, çarşîyê)
da derbaz dibû.
Dadger jê ra got: “ Ev doz ne doza xirakirina cuwanîya
welatê me, ne doza rê sidimandina me ye. Ji kerema xwe
ra qise ke ku doza te bi Özdemir Beg ra çî ye?.. Dema
ez têm dadgehê û diçim, hindikayî rojê du car di nava
sûkê da derbaz dibim. Ez her tim dibînim ku pîrejinên
Alman serê xwe ji ber sermayê bi laçik û kefîyan dipêçin,
şewqe û kofîyan didin serên zwe, hegal (atkı)
li serên xwe dipêçin. Ez kêm jinên bîyanî dibînim. Dema
ez têm dadgehê û diçim her dem mêrên Alman li ber hev
dimêşin û rêya min disidimînin. Pir mêrên Alman li
ser kursîyên dirêj (bank) rûdinin, çend kes rabûhî li
nîvê rê disekinin û bîra vedixin, rêya min, rêya merivan
disidimînin. Ji bo van Elmanan çima tu tiştek nabêjî?..”
Ewî got: “Welat welatê me ye em çibi in heqê me ye, belê
heqê van bîyanîyan tune li welatê me wisa bikin.”
Dadger got: “ Wisa xuyan dike tu bîyanîyan wek insan
nabînî..”
Dadger ji min pirsî, got: ”gelo em nikarin lihev hatinek
çêkin.”
Min bersiv da got: ”Belê em dikarin. Hêker ew min insan
qebûl neke û meymûn jî qebûl bike, bi şiklî ez û
ew dişibihin hev. Kilo, por û rengên me ne wek hev
be jî, bi şiklî em dîsa wek hev in. Mil dest û tilîyên
wî, ran û boqil, ling û pêçîyên wî, ser, por, çav, boz(bêvil),
dev û gûhên wî, gewde û parsûyên wî hene û ên min jî hene.
Heker ew min meymûn bibîne ew jî meymûn e. Belê ez dibêjim
em her du jî insan in. ..”
“Dema em çûn cem şidsman(Schiedsmann), şidsman
gotibû ku ew izrê xwe bi nivisandî ji min bixwaze û bila
em lihev werin. Min pêşnîyarîya (teklifa) şidsman(Schiedsmann)
qebûl kiri bû, belê ewî qebûl nekir. Min jê ra got heker
em herin dadgehê tê barê wî girantir bibe. Niha barê wî
girantir e. Heker ew 500 Mark ji bo komelek bîyanîyan
ra bibexşîne (hibe bike), heqê parêzgerê min bide
û ji min jî, li huzûra te bi fermî izir bixwaze em dikarin
li hev werin.”
Dadger jê pirsî, lê belê ewî van daxwazîyên min ji bo
xwe gelek giran û zor didît. Li xwe qed danetanî û himkûf
ne didît ku 500 mark bide komelek bîyanî, heqê parêzgerek
ji bo kesek biyanî bide û ji kesek bîyanî izrê xwe bixwaz
e.. Seba vê yêkê ewî pêşniyarîya dadger qebûl nekir
û dadge dom kir.
Dadger bangê şahidan kir. Ewil bangê polêsêk kir.
Polês ifada xwe da û got ku li ber wan, ji min ra meymûn
û beraz gotîyê, belê min bersiv nedaye wî. Parêzgerê wî
nêrî ku ewê cezayek giran bigre û tika (rica) ji dadger
kir ku gelo dikarin dozê bi demek kin bidin sekinandin
ku ew bi berwêdêrê (mivekkil) xwe ra bipeyîve.. Dadger
got ku bila ji wî neyê tıkakirin û ji birêz Özdemir
were tikakirin. Ku birêz Özdemir bixwaze bila doz bi demek
kin were sekinandin, emê demek kin bisekinin.. Ji min
pirisîn. Min erêbûna xwe nîşan da û dadger 5 deqa
navber da dozê..
Piştî dîsa doz berdewam kir parêzgerê wî got: “Em
daxwazîn şertên birêz Özdemir qebûl dikin.”
Li huzûra dadger bi fermî ji min izrê xwe xwest, belê
wexta ji kerban biteqîya... Dîsa qebûl kir ku 500 mark
bide komelek bîyanî û heqê parêzgerê min di vê dozê da
bide... Ev daxwaz di biryara dadgehê da hatin nivisandin.
Min çima qala vê bûyêrê kir û li vir nivisand?.. Kesên
Almanê serxweş heroj bi alkolê an jî bi tiştên
hişbirinê xwe her tim bêhiş dikin û ji welatê
xwe ra bê feyde dibin, ji bo pêşveçûna gelê xwe û
welatê xwe nikar in kevirek danin ser kevirek, belê xwe
neteweperestê (milliyetçîyê) herî mezin û qenc dibînin,
neyartîya biyanîyan û kesên wek wan nafikirin dikin, wan
ji xwe dûr dibînin, bi vî hal û karên xwe dîsa xirabîyek
mezin ji welat û gelê xwe ra dikin...
Hin kesên Kurd jî hene ku wek van Almanan ji bilî zerar
û zîyanê tu feyda wan ji gelê Kurd ra tune, bê hiş,
bê raman û merhezê dibin mîrêdê şêxek, axayek an
serokêk Kurd. serokê xwe an axayê xwe her bilind dikin,
xwe Kurdê rast û durist dibînin, kesên ku wek wan nafikirin
û ne di ramana wan da ne xayîn dibînin, wan Kurd nahesibînin,
alîkarê neyaran dibînin û her kiryarên wanê qenc xirab,
kiryarên xweyên xirab jî qenc nîşan didin... Naxwazin
dostîya birayên xweyên Kurd ên ku wek wan nafikirin û
ne bi hêz an partîyan wan ra ne bikin... Kiryarên faşîstên
gelê Tirk nabînin, bi wan ra hevbendî dikin, heroj bi
dehan qenalên tekevizyonên wan, ên ku rêzefilmên dijminîya
Kurdan geş dikin dimêzînin, plaq û sîdîyên kesên
dijminîya Kurdan dikin dikirin, bi zimanê xwe, bi zimanê
Kurdîya şîrîn napeyîvin, nanivisînin, di nav malbata
xwe da bi zimanê dijmin dipeyîvin, zar û zêçên xwe mêjî
şûştî(asimile) dikin, qîmet û rûmet nadin zanyar,
niviskar û hozanên xwe, belê ji bilî qenalê hêz an partîya
xwe bêtir temaşa” telewizyonên bi zimanê xwe nakin
û dijminîya hozanên welatparêzên wek Şivan dikin...
Kesên bi vî awayî ku xwenenas in, di van rojan da qempanyek
giran û dijwar dijî hozanê bi nav û deng hozanê Kurd Şivan
Perwer vekirine. Seba ku cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Bülent
Arınc bi Şivan ra hevdîtinek çêkir û ji Şivan
tika kir ku konserek di TRT Şeş da bide û Şivan
jî dijî vê daxwazîyê derneket û ji bo çarenûskirina pirsgirêka
Kurd tiştek qenc dît û di vî warî da ramana xwe beyan
kir. Ew kesên ku serokê wan ji dewleta Tirk ra digot û
dibêj e, “ Karê ku win bidin min ez ji her karî ra amade
me, Serhildana Şêx Seîd serhildanek paşvarûbû
û Mistefa Kemal kesek pêçvarû bû û dixwest Kurdan şarwerî=şareza
(medeniyet) bike...” û kemalîzmê metih dike, dixwaze di
rêya kemalîzmê da bimeşe, wan gotinên serokê xwe
nabihîzin, kiryarên wî nikarin bibînin, wek mirîdên kor
û nezan bê raman û bê merheze, dikevin du serok û rêberên
xwe. Kiryarên xwe û kiryarên serok û rêberên xwe ên herî
xirab jî qenc dihesibînin, dibin hêsîrên gotinên qenela
televizyona partî û serokên xwe, gotin û bêjeyên serok
û rêberên xwe wek ayeta Kur'anê qebûl dikin... Ew kes
nikarin qencî, xizmet û welatparêzîya Şivan û kes
û partîyên dî kesên ne mirîd in, bibînin..
Helbet ez ne parêzgerê Şivan im û Şivan ne
mihtacê parêzgerîya min e. Ez merivek ku şivan nêzîk
nas dike û di rojên tengîyên gelê Kurd da alîkarîya Şivan
bi dil û can dîtî ye, ji nêzîk va bû ye şahidê xizmetên
Şivan ji bo şîyarkirina gelê Kurd im... Ez şahid
im ku Şivan ji bo mafê gelê Kurd bê pol û bê pere
ji vê konserê bazdaye wê konserê... Di pênc salan da jî,
du caran bê pere hatîye şevên ku min amade kirîye
û bitenê heqê rêya xwe girtîye..... Ew kes ji insanên
wek Brahîm Tatlıses ra balafira xisûsî layîq dibînin
belê ji Şivan, hunermend, pispor û sîyasetmedarên
Kurd ra erebeyek jî layîq nabîn in, erebeyek kevin ji
wan ra lüks û dewlemendîyek gelek mezin dihesibînin û
nav gel da propoxandeyek derew dikin ...
Hin kesên ku aborîya xwe bi tiştên hişbirinê
tedarik dikin, bi van tiştan bazirganî dikin û van
tiştan diemilînin, hin kesên ku bûne mirîdê serok
û şêxên xwe, hin kesên ku ji bilî xwe kesî Kurd nabînin,
belê bi kiryar û gotinên xwe her tim zerar didin gelê
Kurd û Kurdistan, ji kiryarên xwe, heval û hogirên xwe
ji merivatîya xwe şerm û heya nakin, îro rabûne,
dijî hozanê Kurd, qempanyên xirab vedik in...
Gelê Kurd, qenc dizane Şivan kî ye û ev merivên
xwenenas kî ne?..
İnsan bê xeta û kusûr nabe. Helbet xeta û qusûrên
Şivan Perwer jî hene. Belê herkes, heta ev kesên
xwenenas jî gelek qenc dizanin ku Şivan bi deng û
awaza xwe, bi hunerê xwe, bi kilamên xwe xizmetek gelek
mezin ji gelê Kurd û Kurdistan ra kirîye.. Şivan
bi sedhezaran Kurd di rêya welatparîzîyê da ji xew şîyar
kirîye, berê wan daye rêya azadîya gelê Kurd û Kurdistan,
li seranserîya cîhanê gelê Kurd û Kurdistan daye nasîn....
Kesên ku hêta niha bi van kesan nehisîyane, ji niha û
pê va şîyar dibin, bi kiryar, kar û barên wan dibihisin...
Gelê Kurd tifdike rûyê van kesên xwenenas û tê û van kesan
di bin tifa xwe da bixeniqînin...
|