psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
XATÛN AN ŞÊR?

Kazim (Ep)Özdemir

Di demek li welatek paşayek hebû. İdara vî paşayî ne wek idara welatên din bû. Ji bo kesek ku sûcdar bihata nîşandan, heqî û neheqî derketa holê ne dadge, ne dozger û ne jî dadmend hebûn.

Paşa kesek nezan, nebaş û bê edlayî bû. Merivên sûcdar û bê guneh wek hev dihatın hesibandin û bitenê her du alî jî xwedîyê şensek bûn. Şens ji kê ji wan ra lêbida, ev xwedîyê heq û ê ku şensî wî tunebûya xwedîyê neheqîyê derdiket.

 Dema du kesan li hev bixist, kesek malê kesên dî bidîzîya, erd, ax, rez û baxçê wî bi darê zorê bigirta bin destên xwe, heqaret bikir, dijûn, zêv û xeberan bi got, keç an jin birevand, tecawuza jinekî bikir, tecawuza irz û eyan bikir, nijdevanî û eşqîyatî bikir û di heq wî da kesê dî gilî bikir, paşa wanan ne dişand dadgehê, ji bo ku di welat da dadge nebûn. Dozgerê dewletê jî tune bû ku ifada wan bigre.

 Polos û cendirme hebûn, belê ne ji bo ifadegirtina hevwelatîyan, bi tenê ji bo kesên ku gilîya hev dikirin, wan dibirin cem paşa, an paşa wan dişand kesên ku bihev çobûn tanîn hizûra paşa.

Kesên ku ji hev bi gilî û gazin bûn, paşa guhdariya wan ne dikir û ne digot ka kîjan heqlî ye û kîjan sûcdar e.

Paşa, cîyek wek tîyatrêyên dîrokî, meydanek wek arena gakujên sipanî, ew cîyên ku metador û gayên har derdikevin meydanê û metador bi pêşdesmalek sor, ga di qeghirîne, li dor xwe dibe, tinê, dema fersend dibîne tîrê xwe di pişta ga da diçikîne, an ji ku ga fersend dibîne wi li ser çoqilên xwe bilind dike û bi hikim li erdê dixe, pişta wî dişken e, hazirkiri bû. Hawîdorê meydanê ji erdê bilind, bi hezaran cîyê rûniştina kesan çêkiri bû. Di alîyek meydanê da du derî hebûn. Kesên ku gilîya hev dikirin, wan tanîn meydanê. Bi rojan di berî çareserkirina pirsgirêka wan, li welat bi alîkarîya delal û bangbêjan di welat da bi qîr û hevar di da bangkirin, bi hemî hevwelatîyan didan zanîn ku filan roj, di navbera du kesan da çareserkirina doza wan li cîyê dozçareserkirinê heye û bila tim hevwelatî bi fermana paşa werin wêder.

Kesên ku gilîya hev kiribûn ka gelo kîjan ji wan xwedîyê heq e û kijan sûcdar e, an jî kesê ku sucek kiribû, xirabîyan ajoti bû, gelo sûcdar e an na, li görîya edaleta paşa li wê meydanê dihat beyankirin û nîşandan. Paşa bi salan vê listokê anî bû bicîhkirin ku êdî tim kesên welat jî bawerdikirin ku sûcdar li vê meydanê cezayê kiryarên sûce xwe dikşîne. Ji vê yekê navê meydanê danîbûn meydana edaletê. Halbikî ev meydana bê edaletîyê bû. Meydana zilmê bû.Meydana neheqîyê bû.

Roja dozsafîkirinê her du kesên ji hev gilî kiribûn, an jî kesê ku karek xirab kiri bû tanîn alîyek meydanê, pêşmiqabilê her du derîyan. Kesên gilîya wan ji hev hebû, bi dor ewil yek ji wan, hêdî hêdî bi alîyê du derîyan va diço û mecbûr derîyek weke. Herkes bi mereq û peroşek ( heyecan) mezin, bi tirs temaşe dikir ka ev kesê ku nêzî derîyan dibe, tê kîjan derî veke.

Bi fermana paşa, şêrek harê, bi rojan birçîmayî li pişt derîyek danî bûn. Li pişt derîyê dî jî dîsa bi fermana paşa ji nav keç û xatûnên bê mêr yeka herî xweşik, delal, bejin zirav, nazik û nazenin danî bûn sekinandin. Dema kesê diço ber derîyan derîyek wedikir. Eker derîyê şêrê harê birçî vekira şêr bi penceki vî davêt erdê û bi harbûna pirçîbûne perçe perçe dikir, dixwar. Dema derîyê xatûna xweşik û nazik vekira, paşa xatûnê lê mar dikir. Heker kesê xirabîyan û sûcdarî kiribê jî derîyê xatûna delal vekira herkes bawer dikir ku ew kes ne sûcdar e. Kesê ku derîyê şêr vekira ew ne sûcdarbûya jî herkes bawer dikir ku sûcdar e û bi vî awayî cezayê xwe girt. Du kesên ku gilîyê hev kiribûn her du kesan jî derîyê şêr vekira, paşa û temamîya hevwelatîyan bawerdikirin ku herdû kes jî sûcdar bûn. Eker her du kesan jî derîyê xatûna delal û nazik vekiran, dîsa herkes baverdikirin ku her du kes jî ne sûcdar bûn. Bê edlayîyek mezin li welatê vî paşayî wek edlayî dihat pejirandin. Lı vî welatî  ne edlayî û ne heqî hebû. Xatûna ğişta derî bixwas jî ne xwest jî mecbû dima bi bê dilîyek mezin bi kesê ku nexwest ra dizewicî..

Keçek paşa hebû. Pir delal bû. Wek xezalek di nav baxçê paşa da diferqizî. Bejnek nazik, narîn û şaxîn lê hebû. Wek horîyek, melekek dil geş û dilxweş bû. Di ser delalîya wê da em dikarin bêjin ku li wî welatî keçek an jinek tune bû. Paşa ji keça xwe gelek hezdikir.

Di nav xulam û xizmetkarên paşa da xortek gelek lewend hebû. Keça paşa ji vî xortî hezdikir û xort jî evîndarê keça paşa bû. Evan her du evîndaran rojek hev nedîtan ji kerb û mereqan nexweş diketin. Li nav baxçeyê paşa, di kuçe û kolanên qesra paşa da hev didîtin, bi hev kêf dikirin û şa dibûn. Rojên wan bi bextîyarî derbaz dibûn. Belê derdek wan hebû ku dizanîbûn nikarin bi hev ra bizevicin. Ji bo ku xort ji malbata paşa û mîrekan ne bû.

Paşa, bi vê evînîya keça xwe û xortê xizmetkar hisî. Dema ev evînî ço guhê paşa, ew ji xwe kesek bê aqil bû, belê bi bihîstina vê bûyêrê dîn û har bû. Hema di welat da, bi telala, bangbêja da bangkirin ku tim hevwelatî filan roj û dem werin meydana edaletê, temaşa edaleta dijî evîndarê keça paşê bikin.

 Ew roj, rojek girîng bû. Di vê roja girîn da, tê qedera evîndarê keça paşa bihata perijandin. Ji wî qasî hema em bêjin tim hevwelatî hê roj derneketi bû, di sevgura sibê da hatin meydanê cîyên xwe girtin. Meriv ax bavêta ne diket erdê.

Xortê evindarê keça paşa berdan meydanê. Dilê wî gurpa gurp dikir, renge wî wek gulazer bibû, çokên wî nikaribûn bedena vî bigrin, qamqurfî bibû, bi zor li ser lingan dikaribû bisekin e. Laşê wî di lerizî û direçifî. Bi kotek û heşt bela gavên xwe davêta û bi alîyê derîyan va hêdî hêdî, bêy dilê xwe diço..

Keça paşa jî, bi rengek şewilî, melûl û zelûl, meriv bigirta serê pozê wê tê ruh bida û ji ser rûniştina cîye xwe biketa erde. Ji bo evîndarê xwe, ji rebê jorîn dûa dikir, bi çavêk bê nûr wek mirîya li rêveçona evîndarê xwe mêze dikir.

 Xortê evîndarê keça paşa bi kotek û heft bela hat hindava paşa û keça wî. Li paşa û yara xwe nihêrî û her wek ji ber paşa gewda xwe nizim ke, bi awayê silavdanê gewda xwe bi edep û terbîye nizim kir, paşayê xwe bi hurmet silav kir. Herkes li wêder bi peroşek (heyecanek) mezin li meydanê mêze dikir. Derdê xortê evîndar ne selavkirina paşa bû, derdê wî ev bû ku işaret ji keça paşê bistîne ka gelo şêr li pişta kîjan derî û xatûn li pişta kîjan derî ye.

Keça paşa, dizanibû şêr li pişta kîjan derî ye û xatûna delal li pişta kijan derî ye. Xatûna ku  danîbûn pişta derî, ji nav carîyên herema paşa bijarti bûn. Ew carîyê pir delal bû. Keça paşa wê nasdikir. Dilê wê jî, bi xortê evîndarê keça paşê va bû. Navbera wê û keça paşa seba vê yekê tune bû. Çend car keça paşa sedem evîdarê xwe, dilê vê carîyê şikandi bû. Keça paşa, qenc dizani bû heker evîndarê wê derîyê ku ew carîye li piştê ye veke, te bavê we evîndarê wê û vê carîyê li hev mar bike ku her du bibin mêr û jinê hev. Dema ev raman diketa bîra keça paşa û keça paşê van xeyalan dikir, aqilê wê ji hesûdîya wê ji ser derdiket. Ji xwe ra digot: “Bila şêrê harê birçî evîndarê min perçe bike, bixwe û bila ev nebe mêrê vê carîyê. Madem ew nagîje min û ji min ra namîn e yar, bila ji xeynê min ji kesek dî ra jî nemîn e yar...”

Carnan jî kezeba vê bi evîndarê wê dişewitî û ji xwe ra digot: “ We heye ev xort rojek dîsa bigihîje min û ji min ra bimîn e, bibe yar. Pêwiste ez vî xortî ji vê belayê xilaz bikim.”

Dema xortê evîndarê keça paşê, li paşa selav kir û bejna xwe li ber paşa nizim kir, dixwest ji yara xwe işaretek bistîne gelo xatûn li pişt kîja derî ye?. Keça paşa jî, vê daxwaza wî fam kir ku evîndarê wê, işaretek jê dixwaze. Destê xweyê rastê da rûyê xweyê rastê mizda. Mana vî hereketê wê ev bû ku xatûna ji nav carîyan bijartine, li pişta derîyê milê rastê ye. Kesek mêzekirina xortê evîndarê keça paşê û işareta dest rûdana wê fam nekir. Belkî kesî ne dit ku keça paşa bi destê xweyê rastê, rûyê xweyê rastê mizda. Ji bo herkes bi mereq li xort dinêrî. Xortê evîndar işareta keça paşa girt, fam kir û hêdî hêdî bi alîyê derîyê rastê va ço.

Çewa me berîyê jî nivîsand, keça paşa ji alîyek va ne dixwest evîndarê xwe ji kesî ra bike yar, ji alîyê din va dixwest wî ji vê belayê xilaz bike.

 Xwendevanên hêja, gelo keça paşa işaretek rast da an jî işaretek çewt da evîndarê xwe? ...

Ez naxwazim li vir ramana xwe ji we ra eşkere bikim. Pêwiste win vê çîrokê car din bi balkêş bixwînin û ramana xwe ji xwe ra dîyar kin, keça paşa berê evîndarê xwe da derîyê xatûna xweşik, an jî berê evîndarê xwe da vekirina derîyê şêrê har? ? ? ...

Hin kes hene ku bizanebûn an nezanebûn berê yarê/yara xwe, berê dostê/dosta xwe,berê mihêbên xwe, berê gelê xwe, berê zar û zêçên xwe didin derîyê şêrê har, didin derîyê xirabî û reşîyê, didn rêya ne rast rêya çon û nehtinê, didin rêya neyar û ne dilxwazên xwe…. Mixabin, kesên wiha nezan, birafiroş, welatfiroş û gelfiroş di nav me Kurdan da gelek in…

 
   
Dengê Kurdistan © 2010